Asturias daxwaza fermîbûna ziman kir

Komîteya Parastina Zimanê Astûrî bi boneya Hefteya Edebiyata Astûrî çalakiyeke girseyî li dar xist.

Bi hezaran dildarên ziman li paytexta herêmê Oviedo ji bo fermîbûna ziman meşiyan.

Li Îspanyaya daxwazên ji bo wekheviya di navbera zimanan de li herêman berbelav dibin.

Vê carê, navenda çalakiyên parastina zimanê dayikê herêma otonom Asturias bû.

Komîteya Parastina Zimanê Astûrî (Xunta pola Defensa de la Llingua Asturiana) bi boneya Hefteya Edebiyata Astûrî çalakiyeke girseyî li dar xist.

Bi hezaran dildarên ziman li paytexta herêmê Oviedo (bi zimanê Astûrî Uviedu) ji bo fermîbûna ziman meşiyan.

Çalakger ji rêvebiriya herêmî daxwaz kirin, ji bo fermîbûna ziman pêşiya reforma Statuya Otonomiyê veke.

Li ser heman meseleyê, berdevkê Komîteya Parastina Zimanê Astûrî Xose Candel jî agahî dan û ji bo fermîbûna ziman îşaret bi pêdiviya guherîna rêvebiriyê kir.

Armanca parazvanên ziman ev e, 10,000 îmzeyên hatine komkirin pêşkêşî hukumeta Asturiasê bike.

Candel got, ew li bendêne, piştî hilbijartina 28 gulanê hukumeteke nû li herêmê were ser kar siyaset pêşiya reforma statuya otonomiyê veke.

Li aliyekî din, bi armanca fermîbûna ziman li Asturiasê çalakiyeke berhevkirina îmzeyan jî tê lidarxistin.

Armanca parazvanên ziman ev e, 10,000 îmzeyên hatine komkirin pêşkêşî hukumeta Asturiasê bike.

Tê ragihandin, heta niha ji 9,000 hezarî zêdetir kes daxwaznameya ji bo fermîbûna ziman îmze kirine.

Di meşa 6’ê gulanê de zarokên Asturiasê li pêş bûn. Daxwazên parastina ziman di salên dawî de di nava zarok û ciwanan de jî belav dibe. (Jêder: Rojnameya Nortes a Asturiasê) 

Profila Asturiasê

Zimanê fermî yê Asturiasê Îspanyolî ye û 90 ji % yê civakî bi vî zimanî diaxivin.

Zimanê Astûrî ku wekî Bable jî tê pênasekirin, di jiyana rojane de ji aliyê 100,000 kesî ve tê bikaranîn.

Asturias herêmeke xweser a li bakurê Îspanyayê ye ku nifûsa wê li derdora milyonekî ye.

Herêm di çarçoveya reorganîzekirina Îspanyayê de di 1982’an de bûye xwediyê otonomiyê.

Zimanê fermî yê Asturiasê Îspanyolî ye û 90 ji % yê civakî bi vî zimanî diaxivin.

Zimanê Astûrî ku wekî Bable jî tê pênasekirin, di jiyana rojane de ji aliyê 100,000 kesî ve tê bikaranîn.

Nêzîkî nîvê civakê, Astûrî wekî zimanê duyemîn ê jiyanê bi kar tînin.

Zimanê Astûrî bi qanûna 1998’an tê parastin û pêşiya bikaranîna wê ya di xizmetên gelemperî de tê vekirin.

Lê digel vê jî saziyên fermî di têkiliyên xwe yên bi gel re pir kêm zimanê Astûrî bi kar tînin.

Krîza 2020’an

Di sala 2020’an de di dema civîneke Parlamentoya Asturiasê de krîzeke ziman pêk hatibû.

Herêma Otonom a Asturias li bakurê Îspanyayê ye û berfirehbûna wê  10,604 km2 ye.

Wezîra Çand û Polîtîkaya Ziman a wê demê hewl dabû bi zimanê Astûrî axaftina xwe bike.

Lêbelê çend wekîlên di civînê de bi hinceta rêziknameyên heyî yên parlamentoyê wezîr asteng kiribûn.

Bi dûv vê krîzê re, di 1ê Tîrmeha 2020’an de parlementoya herêmî pêşiya axaftina Astûrî ya di civînan de vekiribû.

Fotoyê bergê: Ala Herêma Otonom a Asturiasê 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Erdogan li Bexdayê gef li kurdan xwar

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî 12 salan, careke din çû serdana Iraqê. Serdana lîderê …