Kurteya nûçeyê
- 
Donald Trump û Xi Jinping li Başûrê Koreyê hevdîtinekê kirin
- 
Her du lîderan ji bo bidawikirina şerê bazirganîyê li hev kirin
- 
Amerîka baca gumrigê ya ji bo Çînê daxist % 47an.
- 
Çîn îxracata madeyên kêm tên peydekirin salekê dirêj kir.
Polîtîkaya derve ya Amerîkayê li gorî gavên surprîz a Trump her car diguhere. Serokê Amerîkayê vê carê di meseleya bi Çînê re hemleyeke surprîz kir. Trump bi serokê Çînê Xi Jingping re li Başûrê Koreyê hevdîtinekê kir. Hevdîtin di çarçoveya civîna welatên Hevkarîya Aborîyê ya Asya-Pasîfîkê (APEC) pêk hat. Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, şefê Xizneya Amerîkayê Scott Bessent û Sekreterê Bazirganîyê yê Çînê Howard Lutnick jî tevlî civînê bûn.
Her du lîder di hevdîtina li bajarê Busanê li ser meseleya bacên gumrigê li hev kirin. Amerîka baca gumrigê ya ji bo Çînê ji % 57an daxist % 47an. Çînê jî di berdêla vê de îxracata madeyên kêm tên peydekirin salekê dirêj kir. Ev made ji bo hin parçeyên berhemên elektronîk gelek giring tên qebûlkirin. Paşê, Trump û Xi derbarê civînê de axivîn û gotinên xweş kirin.
Trump hevdîtina bi Xi re wekî “serfirazîyeke mezin” pênase kir û got Xi “lîdereke pir mezin ê welatekî pir bi hêz e.” Herwiha, Trump ragihand ku wê di nîsana sala bê de biçe serdana Çînê. Herçî Xi Jinping bû, wî jî got bi Amerîkayê “livekirin” pêk hatîye û ji bo peyman bê îmzekirin banga zelalkirina detayên teknîkî kir.
Şerê bazirganîyê ya Amerîka-Çînê
Şerê Bazirganîyê yê Amerîkayê di nîsana 2024an de bi biryarên yekalî yên Amerîkayê dest pê kiribû. Serokê Amerîkayê Trumo di 2yê nîsanê de baca li hemberê berhemên Çînê derxistibû ji % 34an. Pekînê bersiv dabû Washingtonê û baca ji bo berhemên Amerîkayê kiribû ji % 34an. Paşê, Trump ji nişkave bacê kiribû ji % 104an û dawîyê jî bac derketibû ji % 125an. Çînê jî li hemberê vê, baca li hember berhemên amerîkî kiribû ji % 84. Bi gavên her du alîyan, şerê bazirganîyê yên di navbera herdu welatan de derketibû asteke bilind.
Infowelat
Foto: Alên Amerîka û Çînê
 Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat
				 
		 
						
					 
						
					 
						
					