Andorra qanûneke ziman amade kir

Hukumeta Andorrayê bi pêşniyazqanûnekê zanîna Katalanî ji bo îkametê ferz dike.

Kesên dixwazin mafê xwe yên îkametê an mafê xebatê dirêj bikin divê Katalanî bizanibin.

Andorra ji bo parastina zimanê Katalanî di nava hewldanan de ye.

Hukumeta Andorrayê bi pêşniyazqanûnekê zanîna Katalanî ji bo îkametê ferz dike.

Pêşniyazqanûn wê bandorê li 3,000 kesên ku li vî welatî dijîn bike.

Ev kes ji bo mafê xwe yên îkametê ya li Andorrayê an mafê xebatê dirêj bikin divê heta astekê Katalanî bizanibin.

Rêvebiriya Andorrayê wê ji wan kesan bixwaze tevlî qursa 31 saetan a ziman bibin.

Pêşniyazqanûn wê di 2024’an de têkeve meriyetê û pê re jî ya sala 1999’an wê bê betalkirin.

Hukumet ji bo cîbicîkirina hukmên di çarçoveya vê qanûnê de wê desteyeke ziman û hîndekariyê ava bike.

Konsey wê ligel hin wezaretên Andorrayê, ji nûnerên sektora tûrîzm û bazirganiyê pêk were.

Profîla Andorrayê

Andorra welatekî çiyayî ya di navbera Fransa û Îspanyayê de ye.

Ji aliyê dîrokî û fermî ve zimanê Katalanî yê Andorrayê Katalanî ye.

Andorra welatekî çiyayî ya di navbera Fransa û Îspanyayê de ye.

Nifûsa welêt 80.000 û berfirehiya erdên wê 468 km² ye.

Ji aliyê dîrokî û fermî ve zimanê fermî yê Andorrayê Katalanî ye.

Welat ji aliyê siyasî ve bi rejîmeke prensiyê ya parlementer tê birêvebirin.

Serokomarê Fransayê û Mezinê Olî yê Urgellê yê Katalonyayê bi hev re prensên Andorrayê tên qebûlkirin.

Infowelat

Fotoyê bergê: Ala Andorrayê./Jêder: Racocatala

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …