Kanada qanûneke ziman qebûl kir

Qanûna Zimanên Fermî ji aliyê Senatoya Kanadayê ve hate qebûlkirin.

Senato ji bo bi lez qanûnê erê bike, di teksta orjînal de tu guherînan nekir.

Kanada bi reforma ziman cara ewil li xwe mukur hat, Fransî di xetereyê de ye.

Qanûna Zimanên Fermî ji aliyê Senatoya Kanadayê ve hate qebûlkirin.

Belgeya navê C-13 lê hatiye kirin, di rûniştina dawî de ji Senatoyê derbas bû.

60 senatorên Kanadayî di lehê qanûna ziman de dengê xwe bi kar anîn.

5 senator li dijî qanûnê deng dan û 5 senatorên din jî tevlî rûniştinê nebûn.

Senato ji bo bi lez qanûnê erê bike, di teksta orjînal de tu guherînan nekir.

Bi vî awayî, hukumeta lîberal sozên xwe yên ji bo vê qanûnê ku di du hilbijartinên dawî de dabû, pêk anî.

Beriya niha, vê reforma ziman hatibû rojeva Parlamentoya Federal û ji aliyê parlamentoyê ve hatibû qebûlkirin.

Kanada bi reforma ziman cara ewil li xwe mukur hat, Fransî di xetereyê de ye.

Naveroka Qanûnê

Aliyê herî girîng ê qanûnê, ji bilî Quebecê di asta federal de parastina zimanê Fransî ye.

Perwerde û xizmetên tenduristiyê yên bi Fransî çend xalên girîng ên vê qanûnê ne.

Aliyê herî girîng ê qanûnê, ji bilî Quebecê di asta federal de parastina zimanê Fransî ye.

Perwerde û xizmetên tenduristiyê yên bi Fransî çend xalên girîng ên vê qanûnê ne.

Reforma nû li şîrketên di çarçoveya qanûnên federal de li Quebecê hatine damezrandin daxwaz dike, divê bi Fransî xebatê û xizmetê bikin.

Herwiha, reform li Dadgeha Destûra Bingehîn a Kanadayê ferz dike, divê hemû dadger ligel Îngilîzî bi Fransî jî bizanibin.

Infowelat

——————

Foto: Wezîra Zimanên Fermî yên Kanadayê Ginette Petitpas Taylor /Facebook

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …