Arşîvên Tag: parastina ziman

Konseya Cornwallê: Zimanê kernewek biparêzin

Konseya Cornwallê di 10. salvegera naskirina ziman a di bin Peymana Çarçove ya Parastina Kêmarên Neteweyî de nameyekê ji hukumeta brîtanî re şand. Ji Brîtanyayê hat daxwazkirin, çawa ku zimanên îrlandî, skotî û galî diparêze, zimanê kernewek jî bi vî awayî biparêze. Cornwall ji Brîtanyayê daxwaz kir, zimanê kornî (kernewek) …

Bêtir »

Frîzland dixwaze zimanê xwe biparêze

Herêma Frîzland (Fryslân) a li Holandayê bi rêûrêbazên zanistî dixwaze zimanê dayikê biparêze. Lêkolînerên sazîyên ziman wê di çarçoveya projeyekê de du salan di nava malbatan û ciwanên berzewac de xebatê bikin. Di dema lêkolînê de wê pêdiviyên malbatan ku dixwazin zarokên xwe bi zimanê frîzî mezin bikin, bên tespîtkirin. …

Bêtir »

DEM Partî Wan soza parastina kurdî da

Şaxa Wanê ya DEM Partîyê proseya hilbijartinê veguherand firsendeke ji bo gotûbêja parastina ziman. Partîyê  di 3yê adarê de bi tevlîbûna 14 namzetên jin, serokên parêzgeh û navçeyên Wanê komxebatekê li dar xist. Di komxebatê de zirarên polîtîkayên asîmîlasyonê û pratîka qeyûmên dewletê hatin gotûbêjkirin û ji bo parastina kurdî …

Bêtir »

Skotland butçeya saziya ziman kêm dike

Hukumeta Skotlandê biryar girt, butçeya ji bo Desteya Zimanê Galîkî kêm bike. Aktîvîst di wê baweriyê de ne, biryara hukumeta Skotlandê wê bandoreke xerab li parastina ziman bike. Meseleya parastina zimanê galîkî bi biryareke hukumetê ket rojeva Skotlandê. Hukumeta Skotlandê biryar girt, butçeya ji bo Desteya Zimanê Galîkî (Bòrd na …

Bêtir »

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket rojevê. Wezîra Perwerdeyê ya Îspanyayê Pilar Alegria got, “heta ku zimanê astûrî nebe zimanê fermî, ne pêkane bibe xwedî derfetên fermî yên ji bo parastinê.” Daxwaza fermîbûna ziman careke din li Asturyasê bilind dibe. Ev …

Bêtir »

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên çandî” pêşî li pêşketina îngilîzî bigire. Welatê Gal (Cymru) ji bo parastina zimanê xwe di nava hewldanan de ye. Hukumeta herêmî bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Pengava ji bo zimanê galî, bi …

Bêtir »