Destekê di berdêla parastina ziman de dan

Encama hilbijartinê çi be bila bibe, divê DEM Partî wek ku di danezana xwe de jî destnîşan kiribû, ji niha û pê ve hem wek partî, hem jî hemû şaredarî, hem di nava xwe de, hem jî di nava gel de, bi awayekî stratejîk, birêkûpêk, şênber û domdar ji bo zimanê kurdî, çanda kurdîtî û hemû nirxên neteweya kurd, di asta herî jor de têbikoşe, kar û xebatên bingehîn, encamgir û mayînde bimeşîne.

Ji bo hilbijartina 31’ê Adarê xebatên hemû partiyan didomin. Di vê pêvajoyê de xebatên DEM partiyê jî didomin û piştgiriya wê jî zêde dibe. Nivîskar, akademîsyen û rojnameger jî di nav de bi sedan kes û saziyan bi mebesta piştevaniya bi Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re li ber Medreseya Sor a navçeya Cizîr a Şirnexê daxuyanî dan. Înîsiyatîfa nivîskar, helbestkar, akademîsyen, hunermend û rojnamegerên kurd û Saziyên Çand û Ziman daxuyanî dan. Li gel Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, gelek nivîskar, rewşenbîr, rojnameger, helbestvan û şanoger jî tevlî bûn.

Kesên ku li taxa Dîcleyê hatin gel hev, heta pêşiya Medreseya Sor meşiyan. Di rê de dirûşmên “Bijî zimanê kurdî” berz kirin. Di daxuyaniyê de dovîzên “Ez ê bi kurdî bijîm”, “Ez kurd im û perverdehiya bi kurdî dixwazim” û “Ez kurd a perwerdeyîya bi Kurdî wazena” hilgirtin. Nivîskar Jîn Aryen daxuyaniya bi zaravayê kurmancî xwend. Akademîsyen Îsmet Konak jî beşa bi kirmanckî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Hezar hezar sal û zeman

Hatin borîn çiyayên me man

Hezar hezar av û tofan

Kişiyan û çûn warê me man

Kurdistan war û welatekî herî dîrokî yê mirovahiyê ye. Neteweya kurd neteweyeke herî dîrokî û qedîm a mirovahiyê ye. Zimanê kurdî, çand û nasnameya kurdîtiyê nirxên bingehîn ên kurdan û mirovahiyê ne ku ji gelek ziman û çandan re bûne jêderk û çavkanî.

Sed mixabin, di gelek dem û dewranên dîrokê de, ji ber gelek sedemên cuda hêzên serdest ên biyanî êrişên gelek hovane anîne ser kurdan, kurdî û Kurdistanê. Xwestine ku wan ji holê rakin. Lê ji ber qedîmbûn, xwemalbûn, resenbûn û xweserbûna kurdan û ji ber têkoşîna gelê kurd a heta niha ev daxwaza wan pêk nehatiye.

 Têkoşîna 50 salên dawî kurd zindî kirin

Bi taybetî jî têkoşîna gelê kurd a van 50 salên dawiyê kurd ji nû ve vejandine, nehiştiye ku zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên kurdîtiyê ji holê rabin. Neteweya kurd bi dehan salan e ji bo rizgarî û azadiya ziman, çand, nasname û hemû nirxên xwe yên neteweyî û civakî li her qadê bêwest û rawest, bi gernasî, lehengî û canbexşane û bi berdêlên mezin têkoşîneke bêhempa dimeşîne.

Qadeke vê têkoşînê jî qada siyasî û rêvebiriyên xwecihî ne. Hilbijartina xwecihî ya li bakurê Kurdistan û li Tirkiyeyê di 31ê adara 2024an de ye. Partiyeke ku dê li Kurdistanê û gelek cihên din bikeve hilbijartinê DEM Parti ye.

Divê xebatên çand û ziman gurtir bibin

Li bakurê Kurdistanê, DEM Partî ji bo azadiya neteweya kurd, ji bo parastin û pêşvebirina ziman, çand, nasname û nirxên kurdî di nava hewldan û têkoşîneke şênber de ye. Bîr, bawerî, biryardarî, têkoşîn, hewldan û xebatên wê yên di vê mijarê de ji hemû deman zêdetir, xurtir û şênbertir in. Vê yekê, bi pêngavên di pêşengiya lijneya xwe ya ziman û çandê, helwest, sekin, beyan, daxuyanî û xebatên xwe yên giştî radixe ber çavan. Helbet ji ber pişaftina kûr, dorfireh û dijwar a li ser kurdan, divê têkoşîn û xebatên zimanê kurdî, çand û nasnameya kurdîtiyê li her qadê hêj zêdetir, berfirehtir û encamgirtir bin.

Divê DEM partî danezana xwe pêk bîne

DEM Partiyê bi riya namzedên xwe yên şaredariyê û birêveberên xwe yên xwecihî stratejî û polîtîkaya xwe ya derbarê zimanê kurdî û çanda kurdîtiyê de, bi awayekî şênber, zelal û berfireh bi danezaneke anku bi deklarasyoneke bingehîn a têr û tijî, 12’ê adara 2024’an, li ber gora mamosteyê mezin Ehmedê Xanî, bi raya giştî re parve kir. Di danezana xwe de bi taybetî diyar kir ku ziman, çand û nirxên kurdî xetên wan ên sor in û soz dan ku dê bi awayekî domdar û şênber her dem û li her derê ji bo wan nirxan têbikoşin, kar û xebatan bimeşînin. Xalên ku di vê danezanê de cih digirin ji bo zimanê kurdî, çand û nasnameya kurdîtiyê gelek girîng in.

Encama hilbijartinê çi be bila bibe, divê DEM Partî wek ku di danezana xwe de jî destnîşan kiribû, ji niha û pê ve hem wek partî, hem jî hemû şaredarî, hem di nava xwe de, hem jî di nava gel de, bi awayekî stratejîk, birêkûpêk, şênber û domdar ji bo zimanê kurdî, çanda kurdîtî û hemû nirxên neteweya kurd, di asta herî jor de têbikoşe, kar û xebatên bingehîn, encamgir û mayînde bimeşîne. Wek ku di danezanê de jî bi taybetî hatibû diyarkirin ku ev yek berî her tiştî peywir û berpirsiya sereke ya DEM Partiyê, şaredarî û birêveberiyên xwecihî yên DEM Partiyê ne û divê her dem, li her derê û di her şert û mercan de di asta herî jor de bê bicihanîn. Ev wek hemû kurdên azadîxwaz hêvî, bendewarî û daxwaza me jî ya bingehîn e.

Kurd û kurdistanî bê ziman, çand û nasname nabin

Divê neyê jibîrkirin ku bi milyonan kurdên azadîxwaz ji bo ziman, çand, nasname û nirxên din ên neteweya kurd piştgiriyê didin DEM Partiyê. Û divê baş bê zanîn ku kurd û Kurdistan bêyî kurdî, çand, nasname û nirxên kurdîtiyê azad nabin. Berovajî, zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên kurdîtiyê çiqas ji holê rabin kurd û Kurdistan jî ewqas ji holê radibin.

Ji ber vê; em bi taybetî diyar dikin ku, divê ew xalên ji bo zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên kurdîtiyê ên ku di danezana stratejik a namzedên şaredariyên Partiya DEMê de hatine diyarkirin wek peywir û berpirsiya sereke bên bicihanîn; ji bo bicihanîna wan çi pêwîst be di asta herî jor bê kirin. Jixwe wan bi xwe jî bi heman awayî soza vê yekê bi bîr, bawerî û biryardariyeke xurt dane û diyar kirine ku ew dê tu astengiyan nas nekin û ew ê bibin mîmarên ziman û çanda kurdî. Em jî dê şopdar û alîkarên pêkanîna vê yekê bin, ji bo pêkanîna wan çi ji destê me bê em ê bikin, ji her milî ve piştgiriyê bidin û di nava hevkariyeke xurt de bin.

Em piştgiriyê didin DEM Partiyê

Li ser vê bingehê, em bi sedan nivîskar, helbestkar, akademîsyen, hunermend û rojnamegerên kurd ên li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê, Ewropa, Qefqasya û li welatên din ên cîhanê ku navên wan li jêr hatine diyarkirin, di hilbijartina rêvebiriyên xwecihî û şaredariyan de, li her derê piştgiriyê didin DEM Partiyê. Herwiha ji hemû gelê kurd ê xweparêz, azadîxwaz û mirovahîperwer daxwaz dikin ku bi kar, xebat û dengên xwe piştgiriyê bidin DEM Partiyê, ji bo serketinê her dem û li her qadê têkoşînê bilind bikin.

Dem dema zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên kurdîtiyê ye!

Ji bo ziman, çand û nasnameya kurdî û nirxên neteweya kurd her dem û li her derê têkoşîn!”

 Bi ‘Herne pêş’ meşiyan

Piştî daxuyaniyê Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar axivî. Dilbihar spasiya rewşenbîran kir û wiha got: “Rewşenbîr bê siyaset nabin, siyaset bêyî rewşenbîran nabe.”

Kesên tev li daxuyaniyê bûn piştre jî heta Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek meşiyan. Di meşê de sirûda “ “Herne Pêş” hat xwendin.

——————-

Nûçe ji rojnameya Xwebûnê hatîye wergirtin. Sernivîs ji aliyê Infowelat ve hatîye guherandin. 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …