Polîtîkaya ziman a şaredarîyên Kurdistanê

DEM Partî: Berê her tiştî em ê di mijara zimanê kurdî û çanda kurdewar de strateji, polîtîka, bername, plansazî û karnameyên xwe yên ji bo her qadê amade û diyar bikin; ji bo pêkanîna wan di asta herî jor de budçe, kadro û xebatkaran veqetînin; dê vê yekê bi raya giştî re parve bikin û ji bo pêkanîna wan çi pêwîst be bikin.

DEM Partiyê di meseleya parastina kurdî de bi gavên giring pêş de diçe.

Partiyê Stratejî û Polîtîkaya Zimanê Kurdî û Çanda Kurdewar a Şaredariyan eşkere kir.

Ciyê ragihandina belgeya parastina kurdî Goristana Ehmedê Xanî ya li Bazîdê bû.

Namzetên partiyê ligel endamên Komîsyona Ziman û Çandê ya derbarê mijarê de daxuyaniyeke hevpar dan.

Hevberdevkê Komîsyona  Ziman û Çandê Heval Dilbihar di destpêka bernameyê de axivî û wiha got:

“Em ê ala zimanê kurdî û ala çanda kurdewar li asmenê mirovahiyê bilind bikin. Her bijî zimanê kurdî, her bijî çanda kurdewar. Ji bo stratejiya zimanê Kurdî bi raya giştî re parve bike armancên me, mabesta me, ji bo parastina çand û zimanê Kurdî dê piştî hilbijartinê çi be em ê bi we re parve bikin.”

Piştî axaftina Heval Dilbihar, namzeda Hevşaredariya Wanê Neslihan Şedal deklarasyona bi Kurmancî û Namzeda Hevşaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol deklarasyona bi Zazakî xwend.

Stratejî û Polîtîkaya Zimanê Kurdî û Çanda Kurdewar a Şaredariyan

Ji bo meşandina hemû kar û xebatên kurdî, bi kurdî û kurdewarî, em ê di hemû şaredariyên me de Midûriyetên Parastin û Pêşvebirina Ziman û Çandê ava bikin.

– Berê her tiştî em ê di mijara zimanê kurdî û çanda kurdewar de strateji, polîtîka, bername, plansazî û karnameyên xwe yên ji bo her qadê amade û diyar bikin; ji bo pêkanîna wan di asta herî jor de budçe, kadro û xebatkaran veqetînin; dê vê yekê bi raya giştî re parve bikin û ji bo pêkanîna wan çi pêwîst be bikin.

– Li dijî kiryarên pişaftina li ser zimanê kurdî û çanda kurdewar, em ê her dem, li her qadê û ji her milî ve, li gor proje, bername, karname û plansaziyên xwe yên demkurt, demnavîn û demdirêj çalaki û xebatên cur bi cur ên zimanê kurdî û çanda kurdewar pêk bînin.

– Ji bo ku zimanê kurdî bibe xwedî statu, bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê em ê li gel hemû sazî dezgehên têkildar di nava têkoşîn û xebatên pêwîst ên domdar de bin.

Ji hevşaredaran bigire heta endamên meclîsê, rayedar, kadro, karmend, şêwirmend û hemû xebatkarên şaredariyan ji bo ku hişmendiya kurdî bizanibin dê bên perwerdekirin

– Ji bo meşandina hemû kar û xebatên kurdî, bi kurdî û kurdewarî, em ê di hemû şaredariyên me de Midûriyetên Parastin û Pêşvebirina Ziman û Çandê ava bikin.

– Ji hevşaredaran bigire heta endamên meclîsê, rayedar, kadro, karmend, şêwirmend û hemû xebatkarên şaredariyan ji bo ku hişmendiya kurdî bizanibin dê bên perwerdekirin; wek şertekê bingehîn teqez dê di asteke bilind de perwerdehiya kurdî bibînin; axaftin, xwendin û nivîsandinêdi asta herî baş de hîn bibin, bizanin.

– Materyalên ragihandinê yên şaredariyê yên wekî ragihandin, bangawazî, malperên webê, rûpelên medyaya dijital, tabela, pano, afîş, daxuyanî, bangewazî, kar û xebatên rojane û hwd ên fermî, girseyî û civakî dê di asta herî jor de bi zimanê kurdî jî bin.

– Em ê li bin banê şaredariyê bulten, pirtûk, kovar, çavkanî û berhemên din ên kurdî biweşînin.

– Ji xizmetên tenduristiyê heta kar û barên perwerdehiyê, ji xizmetên civakî heta xizmetên çandî û aborî, ji xizmetên giştî heta xizmetên ji bo zarok, jin û hemû derdorên din ên civakê, hemû xizmetên şaredariyê dê di asta herî jor de bi kurdî jî bin.

Materyalên ragihandinê yên şaredariyê yên wekî ragihandin, bangawazî, malperên webê, rûpelên medyaya dijital, tabela, pano, afîş, daxuyanî, bangewazî, kar û xebatên rojane û hwd ên fermî, girseyî û civakî dê di asta herî jor de bi zimanê kurdî jî bin.

– Em ê navlêkirin û nasandina hemû cih û yekeyên şaredariyê, hemû alav û amûrên di bin sîwana şaredariyê de di heman demê de bikin kurdî jî.

– Em ê navên gund, tax, bajarok, navçe, bajar û hemû cih, war, jîngeh, wargeh, zindî, heyber û tiştên bi kurdî yên ku hatine guhertin dîsa bikin kurdî û wisa bi kar bînin.

– Em ê qadên civakî yên hîndekarî û perwerdehiya zimanê kurdî û çanda kurdewar ên wekî kreş, pêşdibistan, dibistan, malên perwerdehiyê û fêrgeh, malên dengbêjan, malên çîrokbêjan, malên lîstikan, pirtûkxane, xwendingeh, wêjegeh, çandgeh, hunergeh û hwd. ên kurdî ava bikin; li van deran di serî de zarok, ciwan û jin bi hezaran kesan perwerde bikin.

– Em ê li gelek deran sazî, dezgeh û akademiyên dîrok, ziman, wêje, çand û huner ên kurdî û kurdewar ên giştî û yên zarok, jin û ciwanan ava bikin; di heman demê de li van deran xebatên lêkolînerî, berhevkarî, tomarkarî, hîndekarî, perwerdekarî, nivîskarî, zimanzanî, wêjekarî, çand û hunermendiya kurd û kurdewar bimeşînin; pêşengî û piştgiriya amadekirin û pêkanîna projeyên derbarê wan de bikin.

Em ê di konseyên bajêr ên ku dê li ser bingeha temsîliyeta wekhev û demokratik a kom û civatên xwedî ziman û çandên cuda bên avakirin de zimanê kurdî di asta herî jor de bi kar bînin, bidin bikaranîn û bikin zimanekî sereke.

– Em ê li her bajar, navçe, bajarok, tax, gund û jîngehên Kurdistanê ji bo serwerkirina hişmendî, hîndekarî û perwerdehiya ziman, çand, wêje û hunera kurdî û kurdewar hemû xebatên pêwîst bimeşînin, her cureyê bername û çalakiyên cur bi cur li dar bixin.

– Em ê di konseyên bajêr ên ku dê li ser bingeha temsîliyeta wekhev û demokratik a kom û civatên xwedî ziman û çandên cuda bên avakirin de zimanê kurdî di asta herî jor de bi kar bînin, bidin bikaranîn û bikin zimanekî sereke.

– Em ê ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, çanda kurdewar û hemû nirxên neteweya kurd, li gel hemû sazî, dezgeh, platform, însiyatîf, sendika, ode, weşanxane, karsaz, esnaf, konseya bajêr û derdorên din ên bajêr, navçe û bajarokan xebatên hevpar ên şênber bimeşînin; ji bo ku li her mal, xan, kolan û taxeke bajar û jîngehên me yên din zimanê kurdî û çanda kurdewar serwer bibe çi pêwîst be em ê bikin.

Ji bo xwendina tevahîya belgeyê bi kurmancî vê lînkê bitikînin 

Ji bo xwendina tevahîya belgeyê bi zazakî vê lînkê bitikînin

Infowelat

————————————–

Foto: Daxuyaniya DEM Partiyê ya ji bo kurdî ya li Bazîdê/X.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …