Xêliya bi xemla kurdî de dakirî

Qada siyasî divê ji bo danpejirandina van polîtîkayan û plansaziya ku ji aliyê Kurdan ve hatî destnîşankirin, bi tevahiya hêza xwe bixebite. Heke bi vî awayî nebe, zimanê ku em wek ‘hîma bingehîn a netewîbûnê’ pênase dikin û peywir û barekî ev qas giran datînin ser piştê, dê bi tenê bibe ‘amûreke siyasî’ ya ku her kes û komek ber bi xwe ve dikişîne û di encamê de bibe sedema parçebûn û hilweşînê.

Wek ku tê zanîn, di sala 2012an de li çend dibistanan û di serdema perwerdehiyê ya payîza 2013an de jî hat pejirandin ku bi awayekî berbelav dersên hilbijartî yên Kurdî hefteyê du saetan, di binê navê ziman û lehçeyên zindî de, wek Kurmancî û Zazakî, ji bo polên 5, 6, 7, 8’emîn, li ser daxwazê, wek dersên hilbijartî, werin dayîn. Bêguman vî gavê ku dewlet neçar ma bavêje, di encama têkoşîn û berxwedaneke bi dehan salan de hat avêtin.

Ligel vê têkoşîn û berxwedana dûvdirêj, divê mirov konjûktura wê demê jî bi bîr bîne. Di dema ku ev biryar hat dayîn de, li Bakur, xebatên zimên gelekî pêşketî bûn, sazîbûyîneke berbelav û biryardar a ku ji aliyê gelek Kurdên li Bakur ve wek otorîte dihat dîtin, hebû. Bi taybetî jî Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî, bi saziyên di binê sîwana xwe de yên wek Kurdî-Der (nêzî 40 şaxên li bajar û bajarokên Kurdistanê û çend bajarên Tirkiyeyê), Kurd-Der, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Malên Piştgiriya Perwedehiyê, komîsyon û meclîsên zimên, komîsyon û meclîsên mamosteyên Kurdî, hwd, bi kargeh û komxebatên ku li dar dixist, bi plansazî û projeyên ku danîbû ber xwe, bi boykot û biryarên ku dida, tirs û xof xistibû dilê dewletê û ji bo hezkiriyên Kurdî hêviyeke mezin afirandibû, di keştiya li ser Zeryaya Kurdewariyê de bûbû Aldara Kurdî, roj bi roj hinekî din xêliya bi xemla Kurdî de dakirî, radikir. Xebatên wê yên afirandina hişmendiyeke zimanhez û zimanparêz ji aliyê gel ve dihatin pejirandin, peyrew, endam û çalakvanên TZP’yê her roj zêdetir dibûn, dengê Kurdî berztir dibû.

Her wiha ji aliyê siyasî ve jî hem ji bo xatirê dilxweşkirina Yekîtiya Ewropayê û ‘qaşo’ bicihanîna rêzereformên ku ji Tirkiyeyê dihatin xwestin û hem jî ji bo îhtîmala lihevhatina bi Kurdan re, ji bo Kurdî, rêya ku bi têkoşîn û berdêlên giran hatibû vekirin, gelekî ronî û berfireh bûbû. Lewra ji aliyê siyasî ve pêşketineke mezin hebû, dengê Kurdan li Meclîsa Tirkan bilindtir dibû, ji bo pêvajoya çareseriyê rasterast bi Kurdan re hevdîtin dihatin kirin (ku di encama van hevdîtinan de di Rojnameya Fermî ya 16ê Tîrmeha 2014an de zagonek hat weşandin û bi awayekî fermî jî ev pêvajo gihîşt qonaxekê), mirov dikare ku bibêje ‘statuyek’ (ku ‘statu’ ji bo Kurdî û Kurdan sedem û dermanê gelek tiştên erênî ye) hatibû bidestxistin.

Dîsa di 30ê meha yekemîn a 2013an de zagona der barê parastina bi Kurdî ya li dadgehan de ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê ve hat pejirandin û di 31ê meha yekemîn de yekemîn parastina bi Kurdî li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat kirin. Bi vî awayî ‘tirs û xofa ji Kurdî’ kêmtir dibû, Kurdî ‘rewa’ dibû, ji aliyê zanistî bigire ta aboriyê, bi her awayî rê li ber Kurdî fireh dibû, xebat geştir dibûn.

TZP û Dersa Kurdî

Ji ber ku dengê kevneşopiya TZP Kurdî û siyaseta li pêş a Kurdan di vê mijarê de bilind dernediket, fikra xwe ya di mijara dersên hilbijartî de bi zelalî belav nekirin, van kes û koman ev keneşopî û siyaseta berbelav bi ‘dijberiya’ li hemberî Kurdî tawanbar kirin û zêdetir xwestin xwe derxin pêş.

Di atmosfereke wiha de, di nava xebat û hêviyên ew qas mezin de, ‘dersa hilbijartî’ ya ji bo Kurdî gavekî xapînok ê ji bo parçekirina xebat û daxwazan; sarkirina kelekela têkoşînê; şikênandina qudûmê bû. Li hemberî daxwaza ‘ji pêşdibistanê ta zanîngehê, perwerdehiya bi Kurdî’ ev gav, gavekî pir biçûk bû. Ji lewra, sazî û dezgehên Kurdan ên ku xebatên rewşenbîrî û zimanî dikirin ên di binê banê TZP’yê de û gelekên din bi yekdengî li hemberî vê sepanê derketin û gotin ku dê bi vê sepanê neyên xapandin, têkoşîn û berxwedana xwe ya ji bo perwerdehiya bi Kurdî bi israr û inyad bidomînin. Bi awayekî mafdar hat diyarkirin ku ji bo ku zarokên gelên din hînî Kurdî bibin ev divêtiyek e lê ji bo zarokên Kurdan ev yek bi tu awayî nayê pejirandin. Ez bixwe jî wê demê berdevkê Enstîtuya Kurdî ya Amedê bûm, di yekemîn hevpeyvîna ku der barê vê mijarê de li ser navê TZP’yê dihat dayîn de, ku min dabû rojnameya Akşamê, me sekna xwe bi vî awayî diyar kiribû.

TZP Kurdî û piraniya Kurdan ev sepan nepejirandin û diviyabû wan bixwe rê li ber xwe fireh bikira. Helbet diviyabû ev rêya pêşketinê bi lezgînî û bi bawerî bihata meşîn. Dê xebatên Akademiya Ehmedê Xanî bihatina xurtkirin, Dibistanên Azad bihatina bipêşxistin, bi weqfa ku hatibû vekirin dê zanîngeheke ku tevahiya perwerdehiya xwe bi Kurdî bida, bihata damezrandin. Ango dê bi xebata de facto ya ku bihata kirin, dewlet neçarî pejirandina perwerdehiya bi Kurdî bibûya. Yan dê dewletê bi şêwra bi Kurdan re ji bo perwerdehiya bi Kurdî ya berbelav derfet biafirandina, yan jî dê Kurdan bixwe ev kar bikira. Hêz û jixwebaweriyeke xurt hebû.

Ligel ku Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî ji bo hilbijartina dersên hilbijartî tu xebat nekirin jî, di vê rêya ku wê vekiribû de, di wê atmosfera ku wê afirandibû de, di encama xebatên hişmendiya xwedîderketina li zimên a ku bi giranî wê afirandibû de, bi hezaran kesan serî li dersa hilbijartî dan. Çend salên destpêkê, ligel ku mamoste tunebûn û gelek astengî ji aliyê rêveberiyên dibistanan ve dihatin derxistin jî, hejmara serlêdana dersên Kurdî zêdetir dibû. Vê yekê kir ku bi sedan ciwanên Kurd serî li beşên mamostetiya Kurdî û Wêjeya Kurdî ya zanîngehan bixin, serlêdanên ji bo lîsansa bilind jî zêdetir bûn. Serlêdanên ji bo wergêriya li dadgehan, serlêdanên ji bo wergirtina destûrnameyan a ji saziyên Kurdî û beşên zanîngehan her roj hinekî din zêdetir bûn.

Hewla ji bo berxwedana zimanî

Ev çend salên dawîn e dîsa bi berdêl û xwebexşiyên mezin saziyên zimên tên avakirin, li ser mîrateya kevneşopiya têkoşîna sedsalî li gelek bajar û bajarokan xebatên sazîbûyînê yên zimanî çêdibin. Lê li hemberî darbeya ku li xebatên zimên ketiye, li gor rewşa heyî ya giştî, xebatên tên kirin, têrî pêdiviyên demê nakin.

Piştî ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, planên nepen ên dewletê yên der barê Kurdan de îfşa bûn, ev atmosfer ji sedî sed veguherî. Mamosteyên Kurdî nehatin tayînkirin, sazî û dezgehên Kurdan ên rewşenbîrî û ziman hatin girtin, îlegalîzekirin, terorîzekirin, kedkarên van saziyan û hezkiriyên zimên bi tawanên giran hatin tawanbarkirin, binçavkirin, girtin û mişextî bûn. Dewletê sekneke dijber a tund û teqez a li hemberî ziman û çanda Kurdî nîşan da. Bi dehan pirtûkên bi Kurdî hatin qedexekirin, lîstikên şanoyê hatin qedexekirin, stranên bi Kurdî bûn sedema lîncbûna Kurdan, li gelek bajarên Tirkiyeyê êrîş birin ser kesên ku bi Kurdî diaxivîn an jî guhdarî dikirin. Mînakên bi vî rengî mirov dikare gelekî zêde bike lê bi kurtasî mirov dikare bibêje ku kesên kurdîhez û kurdîparêz ji bo êrîşên faşîzan û dermirovî bûn armanc, ango mafê jiyanê yê Kurdan ket xetereyê. Di rewşeke ku mafê jiyanê di xetereyê de be, hemû mafên din dibin mafên talî.

Piştî ku rewşa giştî ya li Bakur û Tirkiyeyê wiha bû, demekê xebatên zimên kêm hatin kirin, rêxistinbûyîna heyî parçe bû, biçûk bû, teng bû, ket rewşa xweparastinê. Ev çend salên dawîn e dîsa bi berdêl û xwebexşiyên mezin saziyên zimên tên avakirin, li ser mîrateya kevneşopiya têkoşîna sedsalî li gelek bajar û bajarokan xebatên sazîbûyînê yên zimanî çêdibin. Lê li hemberî darbeya ku li xebatên zimên ketiye, li gor rewşa heyî ya giştî, xebatên tên kirin, têrî pêdiviyên demê nakin.

Wek mînak, di destpêka sala 2020î de Tora Ziman û Çanda Kurdî hat daxuyandin ku gelek kesayet û sazî di binê vê sîwanê de hatibûn gel hev. Ligel ku ji aliyê çarçoveya xebatê û hişmendiyê ve ji TZP Kurdî berfirehtirbû jî, bi qasî hêviya ku di civîna xwe ya mezin a yekemîn de da, bi pêş neket û nikaribû bibe ‘otorîte’, kes û xebatên zimanî û çandî yên ku xwe lê edilandibûn û beşdarî wê bûbûn li dora xwe bihêle. Ev platform sist bû, lawaz bû û her çiqas niha hebûna xwe bidomîne jî, bêbandor e.

Heke em werin ser mijara xwe ya ku me di destpêkê de behs kir, mijara dersên hilbijartî, em dikarin bibêjin; ji ber ku sazî û dezgehên li ser mîrateya TZP Kurdî ava bûne di dema serlêdanên dersên hilbijartî dest pê dikin de bêdeng dimînin, ji bo serlêdan çêbibin gel teşwîq nakin û ji bo ku serlêdan çênebin jî sekneke tund û tûj diyar nakin, ango mirov dikare bibêje ku ‘notur’ dimînin;  gelek partî, kom, sazî û tevgerên ku doza parastin û bipêşxistina Kurdî dikin di demên serlêdanan de ‘xwe didin pêş’ û bangewaziya zêdekirina serlêdanan dikin.

Mêtingerî û kurdîhezî

Piştî ku ‘otorîtebûnek’ çênebû, heta mirov dikare bibêje ku ‘valahiyek’ çêbû, gelek kom, platform, tevger û saziyên ku polîtîkayên wan ên ziman ji hev cuda bûn, derketin holê. Gelekan ji vana xwestin ‘xwe derxin/bidin pêş’ ku bi ‘rewabûna mafên zimanî û çandî’, bi ‘bûyîna yek ji hîmên bingehîn ên neteweyî ya zimên’ ku tu kes li hemberî vê yekê dernakeve, hişmendiya xwe ya siyasî bi pêş bixin û di nava gel de belav bikin, bi ‘rewabûna Kurdî’ xwe jî ‘rewa’ bikin.

Di rewşeke ku pêkutî û mêtingeriya li ser Kurdan di asteke pir bilind de ye û pêdivî bi berxwedaneke piralî heye de, mirov dikare bibêje ku xebatên qada ziman li gor pêdiviya heyî hinekî lawaz mane, yan jî di nava vê kefteleftê de xebatên ziman bûn xebatên talî. Piştî ku ‘otorîtebûnek’ çênebû, heta mirov dikare bibêje ku ‘valahiyek’ çêbû, gelek kom, platform, tevger û saziyên ku polîtîkayên wan ên ziman ji hev cuda bûn, derketin holê. Gelekan ji vana xwestin ‘xwe derxin/bidin pêş’ ku bi ‘rewabûna mafên zimanî û çandî’, bi ‘bûyîna yek ji hîmên bingehîn ên neteweyî ya zimên’ ku tu kes li hemberî vê yekê dernakeve, hişmendiya xwe ya siyasî bi pêş bixin û di nava gel de belav bikin, bi ‘rewabûna Kurdî’ xwe jî ‘rewa’ bikin. Ji ber ku dengê kevneşopiya TZP Kurdî û siyaseta li pêş a Kurdan di vê mijarê de bilind dernediket, fikra xwe ya di mijara dersên hilbijartî de bi zelalî belav nekirin, van kes û koman ev keneşopî û siyaseta berbelav bi ‘dijberiya’ li hemberî Kurdî tawanbar kirin û zêdetir xwestin xwe derxin pêş. Di nava van sazî, kom, partî, tevger, platform, hwd de bêguman dilxwaz, dilzîz, dilsoz û dilsojên Kurdî hene, bi dilên xwe yên pak hewl didin ku alaya Kurdî berz û bala bikin. Di rewşeke wiha de, bi tenê mirov dikare doza hişmendî û hewleke neteweyî û niştimanî ji van dilsoz û dilsojên Kurdî bike û ji wan daxwaz bike ku di xebatên xwe de hewla hevparî û hevkariyê bidin, dev ji lêgerîna yekîtiyê bernedin. Wekî din tu gotin ji wan re nayê gotin, ji bilî hêviyên serkeftinê. Lê divê her tim hemû kurdîhez li hemberî destê qirêjî yê mêtingeriyê yê di nava xwe de şiyar bin, berxwedêr bin.

Îro partiyeke ku di salên 90î de bi ‘bikaranîna olê’ bûbû dil û dîlê qirêjî yê mêtingeriyê yê li Kurdistanê û ji alî Kurdan ve ji Kurdistanê hat vederkirin, van salên dawîn dewlet dîsa dixwaze wek kurmekî bixe nava qurmê Kurdistanî. Lê vê carê ne bi tenê bi ‘amûra’ olê, ligel wê, bi ‘bikaranîna Kurdî’ dixwaze li Kurdistanê belav bibe, xwe rewa bike. Destekî wê di destê olperestiya Tirkparêz, destê din di dest nijadperestiya dijmirovî de, heta qirikê di nava gola dijberî û dijminatiya Kurdan de ye lê qaşo ‘dersên hilbijartî yên Kurdî diparêze’. Berendamên şaredariyê yên dewlet û desthilatdariyê yên ku bi salan e vîna Kurdan xesp dikin afîşên bi Kurdî amade dikin, gavên ku ji bo Kurdî hatine avêtin dikin malê xwe, di mîtîngên xwe de bi Kurdî diaxivin û ‘Kurdbûna xwe’ tînin zimên. Wê hişmendiya dagirker a ku wek karê xwe yê pêşîn hewl da ku nav û nîşanên bi Kurdî ji Kurdistanê jêbibe, bi hêviya ku bi Kurdan bixapîne û çend rayan ji wan bistîne, di serdema serlêdanên ji bo dersên hilbijartî de dest bi kampanyayên xwe yên hilbijartinê kir û Kurdî careke din di devê xwe de kir benîşt. Ew hişmendiya ku çend roj berê di kanalên TV’yan de kef bi ser devê wê ketibû, diqîriya û digot ‘Kurd tune ne, Kurd Tirkên rojhilatî ne’ niha li gund, kuçe û kolanên Kurdistanê bi Kurdî li rayan digere. Helbet ev mînakên ku her roj hinekî din lê zêde dibin dikarin bên dayîn lê nivîs jixwe têra xwe dirêj bû.

Kurt û Kurmancî; dewlet vê parçebûna di nava Kurdan de ji xwe re wek derfet dibîne, hinek saziyên dewletê û partiyên tirkan (partiyên ku desthilatdarî di destê wan de ye jî di nav de) bi devê hinek endamên xwe yên Kurd xwestin ku li Kurdistanê hişmendiyeke nû belav bikin. Piştî ku di encama polîtîkayên xwe yên sed salî de nikaribûn Kurdî û Kurdan tune bikin, xwestin ku vê parçebûnê zêdetir bikin û piştgirî dan hinek kes û komên ku li hemberî polîtîkayên zimên ên partiya mezin a Kurdan tevdigerin.

Nûnerên desthilatdariyê retorîkeke nû derxistin; gotin ku dewletê ‘qaşo’ rê li ber Kurdî vekiriye, derfet daye Kurdan lê Kurd êdî naxwazin bi Kurdî bijîn. Ango êdî asîmîlasyon/bişaftin bi dawî bûye, otoasîmîlasyon/xwebişaftin heye. Bi gotineke din, dibêjin ku dewlet Kurdan nabişêve, Kurdan dev ji ziman û çanda xwe berdane. Bi kurtasî, mirov dikare bibêje ku bi vê retorîkê dewlet dixwaze tevahiya qirêja xwe ya sedsalî, sûc û gunehên ku li hemberî Kurdan kiriye, paqij bike, xwe pak bike, tevahiya sûc û gunehan bike stûyê Kurdan.

Xetereya parçebûn û hilweşînê

Li hemberî vê retorîka nû û tevahiya polîtîkayên zimankujiyê/linguicideyê yên sedsalî, li hemberî van tawanên li dijî mirovahiyê yên ku li ser wan tên sepandin, divê kevneşopiya têkoşer û berxwedêr a Kurd demildest rêxistinbûyîna/sazîbûyîna xwe ya di qada rewşenbîrî û zimanî de xurt bike.

Wek encam; li hemberî vê retorîka nû û tevahiya polîtîkayên zimankujiyê/linguicideyê yên sedsalî, li hemberî van tawanên li dijî mirovahiyê yên ku li ser wan tên sepandin, divê kevneşopiya têkoşer û berxwedêr a Kurd demildest rêxistinbûyîna/sazîbûyîna xwe ya di qada rewşenbîrî û zimanî de xurt bike. Sîwan, tevger û torên berfireh ava bike, yên heyî xurt bike, xebatan geş bike da ku hem di nava Kurdan de yekîtiyek çêbibe, hem jî li hemberî polîtîkayên tuneker yekdengiyek çêbibe.

Ev sîwan, tevger, tor, kom, platform, sazî, dezgeh, kesayet, divê xwedî li têkoşîn û berxwedana dema borî, ezmûn û daneyên çêbûyî derkevin, ezmûnên cîhanê baş binasin, li gor konjoktûra heyî polîtîkayên ziman û çanda Kurdî destnîşan bikin, planeke zimanî saz bikin û aktîvîzma zimanî geş bikin. Helbet ji bo bicihanîna van polîtîkayan, vê plansaziyê divê xebateke piraliyî çêbibe. Bi taybetî jî qada siyasî divê ji bo danpejirandina van polîtîkayan û plansaziya ku ji aliyê Kurdan ve hatî destnîşankirin bi tevahiya hêza we bixebite. Heke bi vî awayî nebe, zimanê ku em wek ‘hîma bingehîn a netewîbûnê’ pênase dikin û peywir û barekî ev qas giran datînin ser piştê, dê bi tenê bibe ‘amûreke siyasî’ ya ku her kes û komek ber bi xwe ve dikişîne û di encamê de bibe sedema parçebûn û hilweşînê.

Foto: Omer Fîdan/Arşîva şexsî ya O.Fîdan. 

——————————————

Omer Fîdan

Omer Fîdan, li Pasûra Amedê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Çûkûrovayê Mamostetiya Zimanê Îngilîzî qedandîye. Di salên 2004-2011an de li Enstîtuya Kurdî ya Amedê xebatê kir. Ji 2006-2015an de di rêvebiriya TZP Kurdî (Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî) de cî girt. Di salên 2011-2016an de di beşa Ziman û Wêjeyê ya Akademiya Cegerxwîn û Konservatûara Aram Tîgran de mamostetiya Kurdî kir. Fîdan, di 2013an de bû endamê KBG’ya Navenda PENa Kurd. Di salên 2013 – 2016an de serokatiya “Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê” kir. Di 2016an de bû Sekreterê Giştî yê Navenda PENa Kurd. Fîdan ji 2022an û vir ve hevserokê PENa Kurd e. Fîdan gelek pirtûk wergerandine kurdî û di kovar, rojname û malperan de wergêrî, edîtorî û redaktoriyê kirîye.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …