Têkoşîna ziman û dibistanên binerdî

 Mîrza Ronî

Heke îro dayîkên Kurd ji bo zimanên xwe nikaribin ji balafirgehan derbikevin, heke îro şanoya kurdî were qedexekirin, heke li Îranê stranên kurdî were qedexekirin û heke îro zimanê kurdî ne zimanê perwerdê be, wî demî hewceye carekdin wekî pêşiyên me gotine; ”Em kumê xwe deynin ber serê xwe û rast bifikirin.”

Wekî ku hûn jî dibînin, van rojan zimanê Kurdî dîsa di nav çapemeniya Tirkiye de dikeve rojevê û ji gelek aliyan ve piştgiriya ji bo zimanê Kurdî tê diyarkirin. Heta hin kom û kesayetên xêrnexwaz ên ku bi partiya deshilatdariya tirkiye re hevalin û bi wan re radibin û rudinin jî, ji bo zimanê Kurdî derdikevin qadan û qaşo li zimanê kurdî xwedî derdikevin. Helbet derdê wan xêrnexwazan ne ji bo serkeftina mafê zimanê kurdî ye, ji bo siyaseta qirêj ya li ser zimanê Kurdî ser bikeve di nava hewldanan de ne. Lê bila ew kesên bi desthilatdariyê re qirêjiya xwe bidomînin û tekoşerên dixwazin rast nêzî ziman bibin jî têkoşîna xwe bidomînin. Di her qadê jiyanê de têkoşîn di nav diyalektîka dualî de pêş dikeve. Û serkeftin di sentezeke rast de dest dikeve.

Îca dema ez bi çavên çalekvanekî zimanê kurdî li têkoşîna ji bo zimanê Kurdî dinêrim; di bin banê gotineke pêşiyan de nêrînên min kom dibin: ”Kîvroşk bi erbaneyê/defê nayê girtin.” Tê dîtin gelek caran hin sazî derdikevin derve û tenê bi çend gotinên wekî her car ji bo ziman diaxivin û li malên xwe vedigerin. Dizanim a wan jî kede û gotinek jî be, dibe ked. Lê dive were wezinandin ka ew ked bi xwe re çi ava dike, çiqas bandorê dike û nêzîkatiyek çiqas raste. Ez bi xwe bûme şahid tofanek xebat ji bo zimanê kurdî hatin kirin û bi hezaran kesî di vê rê de ked dane û helbet didin jî, bes encam girînge!

Heke îro dayîkên Kurd ji bo zimanên xwe nikaribin ji balafirgehan derbikevin, heke îro şanoya kurdî were qedexekirin, heke li Îranê stranên kurdî were qedexekirin û heke îro zimanê kurdî ne zimanê perwerdê be, wî demî hewceye carekdin wekî pêşiyên me gotine; ”Em kumê xwe deynin ber serê xwe û rast bifikirin.”

Ji bo Kurdî runiştina li kafeyan û avakirina komikên koma xwendina pirtûkan, li ser înternetê ji dur ve li mala xwe runiştî perwerdeya Kurdî ji bo hin komikan û di bin banê hin saziyan de qursên ji komikan re -bi peretî- perwerda Kurdî û di dibistanên fermî de bi dengek qels ji bo bijartina perwerda kurdî (şermek herî mezine ku Kurdek zimanê xwe bibijêre, li dijî heqîqetêye ku kesek zimanê xwe bi xwe hilbijêre, zimanê biyanê tên bijartin ne zimanê mirov bi xwe) Ji xwe ev mesela ‘bijartina’ perwerda zimanê Kurdî bi serê xwe mijareke kolandinê ye bo ku aqilê pergalê bi zanebûn wê di nav kurdan de pêş dixe daku Kurd bi bijartina Kurdî ve mijul bibin û bi wê ”kedî” bibin û dev ji heqîqeta zimanê xwe berdin, wekî ”xefke” li pêşiya kurdan. Gelek kes jî alikariyê didin xefkên li pêşiya zimanê Kurdî. Dîsa ez bi gotinekê ji we re mijarê kom bikim: ”Heke dijminê te pesnê te bide, bizane ku tu di rêya xelet de dimeşî.” Îca ew xêrnexwaz ne belesebep pesnê bijartina Kurdî didin.

Ji xwe ev mesela ‘bijartina’ perwerda zimanê Kurdî bi serê xwe mijareke kolandinê ye bo ku aqilê pergalê bi zanebûn wê di nav kurdan de pêş dixe daku Kurd bi bijartina Kurdî ve mijul bibin û bi wê ”kedî” bibin û dev ji heqîqeta zimanê xwe berdin, wekî ”xefke” li pêşiya kurdan.

Têkoşîna TZPê

Lê belê xêrnexwaz dizane armanca wî çiye û ew karê xwe dike. Di vir de ya girîn ew e ku gelo; em bi xwe çiqas rast û bi giyanekî tekoşer nêzî zimanê kurdî dibin. Tenê bi gotina perwerda zimanê kurdî, mijar naqede. Bo ku ji bo ziman hişmendî û giyanek kurdewar dive. Berî her tiştî dive ji bo hişmendiya zimanê kurdî giyan bi civaka Kurd re xwirt bibe. Berî niha ‘Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP)’ hat ava kirin û kedek mezên ava kir. Wî demî di nav xebatên TZP de armanç ne tenê perwerde bû, armanç avakirina hişmendî û xwedî derketina giyanê çanda kurdewar bû. TZP hewl dida her mala Kurd veguhere dibistaneke Kurdî. Wî demî (2008) min bi xwe bi piştgiriya TZP li ‘kolanên’ Cizîrê perwerda Kurdî da zarokên Cizîrî û hêzeke civakî ji bo zimanê kurdî li gelek bajaran pêş diket.

Têkoşîna Zimanê Lîtvanî: Qeçaxçîtiya Pirtûkan

Kovara bi zimanê lîtvanî ya di 1884an

Îcar dema mirov li ser mijara têkoşîna zimanê Kurdî difikire û dikole ji gelek aliyan ve mirov mînakên baş û mînakên nebaş dibîne. Helbet ne tenê Kurdan ji bo zimanê xwe têkoşîn meşandine û dimeşînên li gelek welatan îro bi sedan ziman di bin bandora pergalên serdest de li ber xwe didin. Û gelek mînakên balkêş ji bo têkoşîna zimanan di nav rûpelên dîrokê de hene. Yek ji van mînakan û gelan jî, gelê Lîtvanî ye û ji bo zimanê xwe  têkoşînek bêhempa dane. Di navbera salên 1864’an û sala 1904’ê de, tevgera Lîtvanya yê, bi navê tevgera ”qeçaxçitiya pirtûkan tevgerekî ava dikin, da ku xwe ji pişaftina ku Rûsan li ser wan ferz dikir, bidin şikandin tekoşîna xwe meşandine. Ji bo kes/kesan, sazî û dezgehên ku bo Kurdî tekoşînê dimeşînin mijarê baş bibînin, kolandina mînaka tekoşîna zimanê Lîtvanî gelekî girînge. Ez bi xwe dema mijar dibe ziman mînaka wan tînim bîra xwe û dubare nivîsên li ser têkoşîna wan dixwînim û gelek caran jî min mînaka zimanê wan wekî gotar belav kiriye. Niha dîsa hewce dibînim ku têkoşîna zimanê wan bibîr bixim.

Lîtvanya heta sala 1864’ê alfaba latînî ji bo zimanê lîtvanî kar tanîn. Lê piştî demekê li ser vê alfaba latînî di navbera Rûsan û Lîtvaniyan de niqaş derdikevin. (Lîtvanya wî demî ketibû bin serweriya hêzên Rusyayê de) Di encama nîqaşan de, Valiyê demê Muravev Panîslavci û zimanzan Alexander Hîlferdîng gotine ku; alfaba Kirîlî ji alfaba Latînî çêtire, ji nivîsandina zimanê Lîtvanî re. Û piştî wê biryarê, di 5 Tirmeha 1864’ê de biryar tê dayîn ku êdî alfaba latînî pirtûkek tenê jî newê weşandin. Ji wê dîrokê pê de, qedexe dikeve ser weşanên alfaba latînî û kesê ku nivîsa latînî di dest wan de bihata dîtîn jî dihatin girtin. Arnanca wê qedexekirina alfaba latînî ew bûye ku ziman û çanda Lîtvanî bê pişaftin û netewbûna wan ji holê rabê. Lê belê piştî wê qedexekirinê dîsa gelê Lîtvanî di kevin nav tevgerê de û rêxistina xwe xwirt dikin.

Di navbera salên 1864’an û sala 1904’ê de, tevgera Lîtvanya yê, bi navê tevgera ”qeçaxçitiya pirtûkan tevgerekî ava dikin, da ku xwe ji pişaftina ku Rûsan li ser wan ferz dikir, bidin şikandin tekoşîna xwe meşandine.

Piştî qedexeya alfabê pergala perwerdê tê gûhartin û perwerde bi zimanê Rûsî saz dibe. Di derheqa vê bûyerêde di sala 1867 de Pîskopos Motiejus Valan Ius daxwaznameyekî ji waliyê Vilnius ê Kaufman re di şînê û daxwaz dike ku; hema bila tenê pirtûkên dia qedexe li ser rabê. Lê belê walî daxwaza wan erê nake û qedexeyên xwe didomînin. Piştî erênekirina daxwaznameyê Pîskopos Motiejus Valan Ius, bi alîkariya Protestanên li Lîtvanya piçûk, rêxistinek ava dibe û ji rojhilata Prusyayê pirtûkên bi alfaba latînî çap dikin û bi rêyên qeçax ji sînor derbas dikin û dixin nav Lîtvanyayê. Piştî ev tevger bi wî awayî dest bi qeçaxçîtiya pirtûkan dike, êdî rexistin dibê tevgera gelekî. Lê kesên ku di sînoran de dihatin girtin li ser sînor dihatin kuştin. Piştî ji Prusyayê bi rêyên qeçax ji sînor derbas dibûn, bi arîkariya gundiyan, bazirganan, karkeran, xwendekaran, bijîşkan û rahîban li gundan bilav dibûn. Lê mixabin di wê navberê de qedexeya li ser weşana êdî dibe qedexeya li ser zimanê Lîtvanî. Kesên ku di nav karên fermî de bi zimanê Lîtvanî diaxivîn, ji hêla pergala rûsî ve dihatin gûnehbarkirin. Bi kî/kê re pirtûkek bi tîpên latînî bihata dîtin, heta 3-4 salan dihatin girtin. Lê dîsan jî Lîtvaniyan pirtûkên alfaba kirîlî qebûl nedikirin û ne di xwendin. Piştî sala 1870’ê êdî gelê Lîtvanî biryarek radîkal dan ku êdî zarokên xwe jî ne rêkin dibistanên perwerda rûsî. Pirtûkên perwerda ji bo zimanê Lîtvanî; ji Prusyayê dihatin û di malan de, li ”dibistanên binêrdîperwerda zimanê xwe didîtin. Çiqas zext û zordarî li ser wan de dihat jî pergala rûsan nekarî ku Lîtvaniyan ji perwerda wa bikin û piştî demek şûnde, xwenda û xwendevanên zimanê Lîtvanî du qet zêde dibûn. Tevgeran wan her ku çû berfireh bû û êdî pêşengên partiyên xwedî fikrên cûda, bi bangawaziya bijîşkekî tên ba hev. Bijîşk Jonas Basaniviscius (1851–1924) pêşniyar dike ku; bi fikra serxwebûn û fikrek demokratîk di bin banê Lîtvanya yê de kom bibin, em ê bi vê fikrê xwe ji dagirkeriya Rûsya azad bibin. Û biryar didin ku kovarekî bi hev re biweşînin. Kovar bi tîpên latînî, bi xwe rû zimanê Lîtvanî û bi weşana; pirsgirêkên civakî, ziman, wêje û siyasî dest bi weşanê dikin. Kovara bi navê Auszra (Berbang/şefak) bi rêya qeçaxî di nav çend sala de fikrê serxwebûnê di nav gel de bilav dike. Ji wê dîrokê û pêde gelê Lîtvanî bi hev re li pêşberî qedexeya li ser zimanê wan û weşana latînî derketin. Di navbera deh salan de gelek rojname, kovar hatin weşandin û zimanê xwe xwedî derketin û xwe li armanca azadiya zimanê xwe girêdan û bi encama têkoşîna wan a bêhempa qedexeya li ser weşanên zimanê wan di sala 1904’an de rabû.

Daxuyaniya Partiya Sosyal Demokrat Lîtwanyayê ya li ser meseleya ziman

Di derbara serdema qedexeya li ser weşanên zimanê lîtvanî de dîrokzanê Lîtvanî Edvardas Gudavî wiha gotiye: ”Qedexeya weşanan bû sedema azmûneke jî nû ve jîndariya  netewbûna nûjen a Lîtvanya. Berxwedan nehata dayîn, zimanê me wê di nava dîrokê de winda biba. Û netewa nûjen a Lîtvaniya qet ne derdiket holê.”

Piştî sala 1870’ê êdî gelê Lîtvanî biryarek radîkal dan ku êdî zarokên xwe jî ne rêkin dibistanên perwerda rûsî. Pirtûkên perwerda ji bo zimanê Lîtvanî; ji Prusyayê dihatin û di malan de, li ”dibistanên binêrdîperwerda zimanê xwe didîtin.

Partiya Sosyal Demokrat a Lîtvanya yê piştî serkeftina gelê Lîtvanî vê daxwiyaniyê belav dike:

Partiya Sosyal Demokrat a Lîtvanya

Hemû karkerên cîhanê yekgirtî ne!

Ji çapkirinê re destûr dan!

Beriya 40 salan rayedarên Moskowî çapkirina pirtûkên Lîtvanî yên bi tîpên Latînî li me qedexe kirin û hewl dan ku êrîşî me bikin.  Bi vî awayî, hêvî dikir ku bikaribin zû me bikin parêzvanên rasî ên tsar, hukûmeta wî û me hemûyan.  Lê Lîtvanîyan ew nameyên mêranî qebûl nekirin: bûn yek, yên din bi eşkere fêm kirin ku hukûmet çi dixwaze, û dest bi çapkirina pirtûkên xwe li Lîtvanya Prusya yê azadtir kirine.  Lîtvaniyan lava kirin û ji rayedaran xwestin ku destûrê bidin çapkirina pirtûkan, lê wan daxwazên wan red kirin.  Bi leşker û cendirmeyên xwe hêvî dikir ku bi hêsanî her tiştî bbidest bixin.

Herêmên Lîtwanyayê ya di dema dagirkeriya Rûsyayê de. /Google

Rast e, di destpêkê de Lîtvaniyan li dijî hikûmetê şer nekiribûn, tenê dixwestin ku destûra çapkirinê bistînin. Lê tiştek jê derneket. Her ku ew nêzik dibûn, bêtir têgihiştin ku pêdivî bi şerê desthilatdaran re heye. Û hukûmetê bi xwe jî gava dît ku çi diqewime, wî demî hilweşiya. Ne tenê ronakbîr û dewlemend, li her warî karker-sosyaldemokrat jî, dest bi hilweşandinê kirin. Û êdî ji çapkirin pirtûkan netirsiyan, li ber hukûmetê serî netewandin, ji bo xêr û silametiyek lava kirin, lê wan rastiyên xwe xwestin, wan ji hêza Tsar zêdetir xwest, wan daxwaza azadî, rakirina hemî zulmê kirin. Wan ji tecrubeya xwe û welatên din dizanîbû ku hikûmet tiştekî baş nade, lewma xwe û yên din ji bo şer amade kirin.  Her çiqas hukumeta Moskowî hejmara leşker, polîs, cendirme û sîxuran zêde dikirin jî, di encamê de wan dest bi bazdana ji bajaran kirin. Mirovan dixistin zindanan, surgunî derûdora Moskowî û Sibîryayê dikirin. Bi her awayî nekarîn tevgerê rawestînin. Dema digirtin, sirgûn dikirin, bi dehan kesên din ji nû ve cihê wan kesan digirtin û dîsa wek her carê kar dimeşiya û her ku diçe zêdetir li dijî desthilatdaran û hemû bêkaran têkoşîn zêde bû. Rayedaran difikirîn ku wê Lîtvanî tiştekî nekin, wan texmîn dikir ku dê çewisandin her dûbare bibe, bo rayedaran şerm bû ku destek/nifşek tenê  Lîtvanî bihele, armanç  berdewamiya helandinê bû. Lê Raités çi rêyek din nedît û neçar ma, qebûl kir ku sala par çapkirinê bide destpêkirin.

(Nîşe: Ev belgeya Partiya Sosyal Demokrat a Lîtvanya, ji zimanê Lîtvanî bi translationê hatiye werwerandin û sererastkirin.) 

Çavkanî:
1: https://www.detroitnews.com/story/entertainment/2022/01/18/book-smugglers-exhibit-holocaust-center-and-one-towns-quest-save-art/6532041001/
2: https://www.lzb.lt/en/2018/02/05/book-review-the-book-smugglers/
3: https://youtu.be/xXC3NTKAwo4?si=fle3PU0OR_keIKOB (kurte film)
4: https://www.atlasobscura.com/articles/lithuanian-book-smugglers

—————————————–

Mîrza Ronî

Di sala 1980 de li gundê Bêdarê yê Cizîra Botanê hatiye dinyê. Li Zanîngeha Mersînê Beşa Avahîsaziyê qedandîye. Di sala 2008’an de li Cizîrê wekî aktîvîstekî zimanê kurdî, ji bo xebatên ziman pêşengiyê kirîye. Ji ber çalakiyeke li ser xebatên ziman hatiye girtin û demek girtî maye. Di sala 2011’ê de ji ber sedemên siyasî carek din tê girtin û çar salan di girtîgehê de dimîne. Piştî girtîgehê demekê li rojnameya Azadiya Welat de xebitiye û di 2011-2016an de edîtoriya kovara Hawara Botan kirîye. Pirtûka wî ya Tevna Çand û Ziman di sala 2017an de hatiye weşandin.  Herwiha, gelek nivîsên wî di kovar û malperên kurdî hatine weşandin. Mîrza Ronî niha wekî penaberekî li Swîsreyê jiyana xwe didomîne.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan: Pêwîstiyek Stratejîk

Avreş JIYAN Li gorî geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn, yekitiya neteweyî ya Kurdan hem …