DEM Partî Wan soza parastina kurdî da

Şaxa Wanê ya DEM Partîyê proseya hilbijartinê veguherand firsendeke ji bo gotûbêja parastina ziman.

Partîyê  di 3yê adarê de bi tevlîbûna 14 namzetên jin, serokên parêzgeh û navçeyên Wanê komxebatekê li dar xist.

Di komxebatê de zirarên polîtîkayên asîmîlasyonê û pratîka qeyûmên dewletê hatin gotûbêjkirin û ji bo parastina kurdî biryarên giring hatin girtin.

Wan bajarekî bakurê Kurdistanê ye ku kurdî hîn di jiyana rojane de tê bikaranîn.

Lê wekî bajarên din ên kurdan, li Wanê jî bingeha civakî ya kurdî her ku diçe qels dibe.

Civaka Wanê ji DEM Partiyê daxwaz dike, ji bo parastina kurdî têkeve nava hereketê.

Partiyê jî proseya hilbijartinê veguherand firsendekê û bi komxebatekê bersivê da van daxwazan.

Komxebat di 3yê adarê de bi tevlîbûna 14 namzetên jin, serokên parêzgeh û navçeyên Wanê ên DEM Partiyê hat lidarxistin.

Tevgera Jinên Azad, Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê (ARSISA) û Kovara Destar jî tevlî komxebatê bûn.

Di komxebatê de zirarên polîtîkayên asîmîlasyonê û pratîka qeyûmên dewletê hatin gotûbêjkirin.

Piştî gotûbêjê, ji bo parastina kurdî biryarên giring hatin girtin.

Biryarên komxebata Wanê

  • Hemû şaredariyên me wê ji bo ziman û çanda kurdî stratejî, polîtîka, bername û planan amade bikin.

  • Hemû şaredariyên me wê ji bo ziman û çanda kurdî stratejî, polîtîka, bername û planan amade bikin.
  • Ji bo ziman û çanda kurdî wê butçeyeke têrtije bê terxankirin; personel û karkerên bi kurdî dizanin wê bên îstîhdamkirin.
  • Ji mîrateya ziman, çand, edebiyat û hunera kurdî ya hevşaredarên berê yê partiyên siyasî yên demokratîk wê hurmet bê nîşandayîn; xebatên wan ên nîvco mayî wê ji nû ve bê nirxandin.
  • Li navenda Wanê, navçe, tax û gundan wê navendên ziman û çanda kurdî bên avakirin.
  • Bi mebesta pêşvebirina hişmendiya kurdî wê li tax, kolan û malan xebatên kurdî bên kirin.
  • Ji bo pêdiviyên jinê wê malên jinê bên avakirin û hemû xebatên li van deran wê bi kurdî bên meşandin.
  • Ji bo ziman û çanda kurdî wê butçeyeke têrtije bê terxankirin; personel û karkerên bi kurdî dizanin wê bên îstîhdamkirin.

  • Li navenda Wanê û navçeyan li ser navê şervanên jin ên nemir wê pirtûkxane bên vekirin.
  • Li gund û taxên bi ser navenda Wanê ve wê atolyeyên jîneolojîyê bên vekirin û perwerdehîya li van deran wê bi kurdî bê dayîn.
  • Bi mebesta zarok bikaribin zimanê xwe yê dayikê fêr bibin, wê di bin banê şaredarîyê de pêşdibistan bên vekirin.
  • Ji bo jinê wê koperatîfên çand, huner, aborî, çandinî ên pîşeyê bên vekirin û wê xebatên li van koperatîfan bi kurdî bên meşandin.
  • Ji bo firotina berhemên koperatîfên jinê, bazarên jinê wê bên avakirin û wê zimanê van bazaran bi kurdî be.
  • Hemû navên gund, tax û kolanên parêzgeha Wanê ku hatine guherandin wê ji nû ve navên xwe yên esil werbigirin. Hemû tabelayên li bajêr wê bi yên duzimanî bên guherandin.

  • Bi mebesta jin xwe çêtir îfade bikin û problemên xwe yên tenduristiyê çareser bikin, di warê tendurustiyê de hin qad bên avakirin. Di mijara nexweşiyên jinê de wê li taxan civîn, panel û sempozyûmên bi kurdî bên lidarxistin.
  • Hemû navên gund, tax û kolanên parêzgeha Wanê ku hatine guherandin wê ji nû ve navên xwe yên esil werbigirin. Hemû tabelayên li bajêr wê bi yên duzimanî bên guherandin.
  • Bi mebesta li navend, navçe, tax û gundan hişmendiya kurdî bê bipêşxistin wê panel, komxebat û konferans bên lidarxistin.
  • Malên jinê û zarokan ên ji aliyê walîyan hatibûn girtin, wê ji nû ve bên vekirin. Zimanê van navendan wê kurdî be.
  • Malên jinê û zarokan ên ji aliyê walîyan hatibûn girtin, wê ji nû ve bên vekirin. Zimanê van navendan wê kurdî be.

  • Li hin navçeyên ku ji bo jinê merasîma cenazeyê nayê lidarxistin wê malên şînê bên vekirin. Di rojên şînê de wê jin wekî “xizmetkar” neyên dîtin. Zimanê van navendan wê kurdî be.
  • Ji bo perwerdeya kurdî ya jinê wê li navend û navçeyên Wanê kurs û atolye bên vekirin.
  • Bi mebesta pêşketina jinê ya di qada pîşeyî û hunerî de wê kursên dirûn, nexş, çêkirina xalî û kilîman hwd bên vekirin. Ji bo ev kurs bi kurdî bên dayîn wê gav bên avêtin.
  • Bi mebesta danasîna çanda kurdî wê “Festîwala Sîyabo” bê lidarxistin.
  • Stranên dayikên me ku di dema berhevkariya gîya û karê di nava erd de tên gotin, wê bên berhevkirin.
  • Hemû malper û rûpelên dîjîtal ên şaredariyê wê bi kurdî bên amadekirin.

  • Li hemû şaredariyan ji bo xebatkaran wê kursên kurdî bên vekirin.
  • Xeteke telefonê ya bi kurdî ya bi navê “Xeta Şîdetê” wê bê vekirin. Paşê, wê zimanên din ên li Wanê tê axaftin li vê xetê bên zêdekirin.
  • Hemû malper û rûpelên dîjîtal ên şaredariyê wê bi kurdî bên amadekirin.
  • Çapa berhemên nivîskarên jin wê bê destekirin.
  • Pirtûk û çavkaniyên kurdî ên ji bo zarokan wê bên çapkirin. Bi rêya pirtûkên kurdî wê zarok di warê çand û mezinên dîrokî ên kurdan de bên agahdarkirin.

Infowelat

———————————–

Foto: Nametên jin ên Wanê yên DEM Partiyê/Ozgur Polîtîka

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Amed di destên nûnerên kurdan de ye

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak û hevşaredarên navçeyan ên Partiya …