Parastina kurdî xebateke dijmêtinger e

Hevpeyvîn: Necat Ayaz

Pêwîst e qada sîyasetê li xwe dayne û di warê decolonizationa çand û zimên de, bi rengekî pêqayilî û bi hevpêwendîyeke naskirî, bi nivîskar-întelektuelên vî zimanî bişêwire û xebat û danûstandinê pê re bike.

Dr. Dîlawer Zeraq teorîsyenekî kurd e ku bi taybetî li ser dekolonîzasyona çand û ziman xebatê dike. Zeraq ligel afirandina xwe ya berhemdar a întelektuelî, tu carî xwe ji karê pratîk-polîtîk a ji bo parastina kurdî nedaye alî. Ev jî bûye sebeb teorîsyenê kurd ji aliyê dewletê ve ji karê wî yê mamostetîyê bê dûrxistin. Infowelat piştî serfirazîya nûnerên kurd ên di hilbijartina li Kurdistanê, biryarê da bi Zeraq re hevpeyvînekê bike. Infowelat dixwaze bi vê hevpeyvînê nîqaşên li ser dekolonîzasyonê kûrtir bike û alîkarîyê ji avakirina polîtîkayeke ziman a ji bo şaredarîyên kurd re bike.

Te di parvekirineka xwe de got, „siyasetvanên kurd dema bi kurdî diaxivin neşên zimanekî figurative bi kar bînin” û heman “sîyasetvan dîskursa tirkî bi kar tînin.” Tu dikarî ji bo xwendevanên Infowelat vê mijarê hinekî din jî ronî bikî?

Belê, serê pêşîn divê em naveroka “zimanê fîguratîf” bi berfirehî bêjin. Zimanê fîguratîf, her çend bêtir di wêjeyê de li kar be jî, wekî hîm û jêderk xwe dispêre zimanê devkî. Yanê, hêmanên zimanê devkî yên wekî metafor, rengpêdan, biwêj, gotinên pêşîyan, hêmanên çandî yên wekî qerfkirin û tinazpêkirin, mecaz û watedarîya piralî ya di zimanê devkî de avabûyî, ji bo “zimanê figuratîf” ya di wêjeyê de dibin bingeh.

Di wê parvekirina xwe de, mebesta min ne zimanê wêjeyî lê zimanê devkî bû. Yanê min bal dibir ser axaftina bi zimanê fîguratîf. Ger em xweşikî bala xwe bidinê, em ê bibînin; kesekî ku ruh û naveroka zimên di xwe de dihewîne gava bi Kurdî diaxive, hemû rengûawayên sembolî, navgîn û amrazên dengkirinê (yanê yên axaftinê), di axaftina xwe de bi kar tîne. Çi kesê ku zimanekî bi vî rengî û bi vê şêwazê biaxive, zimanê wî kesî “zimanê fîguratîf” e û ew kes ne tenê bi hiş û hişmendîya xwe û bi devê xwe diaxive, di heman demê de, ew kes bi çanda zimanî û bi ruhê zimanê xwe jî diaxive.

Ger em bipirsin û bêjin; gelo çima min di parvekirinê de wisa got. Sedem piranîya sîyasetkarên Kurd in ku kêm caran an jî pirî caran bi Kurdî diaxivin. Gava ew kes hewlê didin sîyaseta xwe bi zimanê Kurdî bikin, ew bi peyvên Kurdî diaxivin lê fîgur, bêjar (discourse), hikm û sloganên ku ew bi kar tînin hemû bi derbiranên Tirkî hatine avakirin. Di axaftina wan de, ne biwêjek peyde dibe, ne derbiraneke gelêrî peyde dibe, ne jî mecazeke xweserî Kurdî peyde dibe. Hema wisa bi peyvên yekwate diaxivin. Axaftina bi vî rengî di heman demê de, çarçove û sînorên têgihana Kurdî jî teng dike. Ev awa, awayê kopîkirina ji Tirkî ye. Tu hîs û fikireke nû di hişê Kurdan û di hişê Kurdî de çênake. Rexne û balpêdana min, bêtir li ser vê yekê bû.

Dîlawer Zeraq

Baş e, ji bo ku zimanê sîyasetvanên me bibe zimanê fîguratîf, pêwîst e çi were kirin?

Hewce ye di vî warî de her tişt bi biryardarîyeke bêhenek li kar bikeve û divê kumsorî, -yanê torpîl-, di vê yekê de çênebe. Pêwîst e ji her du zaravayên Kurdî yên li bakur, ji her yekê, herî kêm, pênc (5) mebûs hebin ku karibin bi zimanê fîguratîf biaxivin, xîtabî gel bikin û danûstandinê bi gel re bikin. Û pê re jî, gava beşeke pêşêwirînê û avakirina bêjarên (discourseyên) Kurdî hebe di nava partî û sîyaseta Kurdan de, wê ev yek bandoreke pir erênî jî bike li ser xebatên zimanî yên di sazîyan de tên kirin.

Tu ligel nivîskarîya xwe, bi xebatên xwe yên li ser dij-kolonyalîzmê jî tê naskirin. Bi ya te, di konteksta rizgarîya kurdan ji kolonyalîzmê de parastina kurdî roleka çawa dilîze?

Şik tê de tune ku xebata dijmêtingerî, bi xebatên decolonizationê digihîje wateya xwe. Heke xebata decolonizationê (yanê pakkirin û rizgarkirina “ruhê xwe-hişê xwe-kurmê xwe” ya ji bandorên neyînî û guherkar yên mêtingerîyê) tunebe, hemû raman û angaştên di warê dijmêtingerîyê de tenê dimînin wekî gotin û teorîyê. Ji destpêkê heta roja îro jî, serdestên me yên mêtinger, di tu kirineke xwe de ji welatên din yên mêtinger kêm nemane. Hewce ye em bêjin û rastîya heq e ku ji bilî xebatên dijmêtingerî û decolonizationê, tu awa û metodeke dîtir nikare rizgarîyê ji bo kesên bindest û welatên ku hatine mêtingehkirin bîne.

Parastina Kurdî û “çalakîya yêxwekirin û hewandina zimên”, (ez têgiha xwedîtîlêkirin-xwedîlêderketinê bi kar nayînim, ji ber ku ev gotina rengsloganîk û klîşekirî, têr nake ji bo parastina Kurdî), ji hîma xwe de û bi awayekî jixweberê çalakîyeke dijmêtinger e û yek ji gavên pêşî yên decolonizationê ye. Digel wê yekê jî, pêwîst e em di xebata xwe ya decolonizationê de, meyla xwe nebin ser jêderkparêzîyê (yanê essentialismê); ji ber ku roja îroyîn, tu çand, tu ziman û tu hiş nemaye ku bi rengê xwe yê saf û jêderkî ye. Hevbandorî û hevpêwendîya di navbera çand û zimanan de, hin caran ji asta zimanî jî radibihure. Wekî mînak; carinan wisa diqewime ku aborî û têkilîyên li ser ekonomîyê di ser her tiştî re tên qebûlkirin. Loma jî, pêwîst e em xebatên xwe yên li ser çand û zimên jî, li rewşa îroyîn bînin û dîsa pêwîst e em bizanibin; em ancax bi hiş û fameke berfireh dikarin zimanê xwe bigihînin asta zimanên dinyayê. Ev pêwîstîya ku ez behs jê dikim, di heman demê de, hîma xebata decolonizationê ye jî; û welatên wekî Hindistan, Tanzanya, Kongo, mînakên sereke ne di vî warî de. Û helbet xebatên welatên wekî Baskê û Katalonyayê jî mînakên hêja ne.

Hin rewşenbîrên kurd nema doza yekzimanîyê dikin, bi riya bikaranîna tirkî di xebatên xwe yên medya û hunerî de encama asîmîlasyona zimanî normalize dikin. Ev rewş li hemberê pêkhatina nasnameyeka neteweyî ya kurd xetereyeka çawa pêk tîne?

Rewşenbîrek an jî nivîskarek, tenê ji bo xwe, dikare doza duzimanîyê an jî pirzimanîyê bike. Lê tenê ji bo xwe. Û ne di vê rewş û qonaxê de. Heke Kurd karibin xwe bigihînin qonaxa postkolonyal, yanê di warê serdestîya sîyasî, terîtoryayî û perwerdehîyê de xweserî û desthilata xwe bi destê xwe ve bînin, hingê rewşenbîr-nivîskarekî Kurd bila xwe bike mirovekî pirzimanî. Lê di vê rewşa bindestîyê de ku hemû reng û awayên mêtingerîyê û asîmîlasyonê li ser Kurdan tê meşandin, zimanê serdestan (tirkî, erebî, farisî) ne tenê asîmîlasyonê normalîze dikin, di heman demê de, encamên asîmîlasyonê jî dikin ayende û siberoja mirovên Kurd.

“Normalîzekirina asîmîlasyonê” bi temamî pêşî li avabûna zanava (an jî bi qewlê te ve nasnameya) Kurdan digire; û dike ku zanava Kurdbûnê ji naverokên xwe dûr bikeve û keys û derfetên ‘xwe(ve)avakirinê’ lê bixitimin. Ev yek, yanê bikaranîna Tirkî ya wekî zimanê esasî û zimanê giştî, hem gelek talûkeyan bi xwe re çêdike hem jî mirina zanava neteweyî ya Kurdan misoger dike.

Digel wê, rê û rêbaz hene ji bo ku mirov hem rê nede Kurdî li pêşberî Tirkî bipelişe û hem jî Tirkî û zimanên din yên serdest, ji bo ku mirovê Kurd xwe bigihîne hin cî û qonaxan, wekî navgîn û amraz werin bikaranîn. Ew rê jî, yek ji rê û rêbazên decolonizationê ye ku bi xebatên avakirina hişmendîya zimanî çêdibe.

Întelîjensîyaya kurd di demên dawî de di meseleya ziman de piçekî îşaretên aktîfbûnê dide. Ji 500î zêdetir rewşenbîr bi deklerasyonekê destekê dan hewldanên DEM Partîyê yên ji bo zimanê kurdî. Bi ya we, întelîjensîyaya kurd çawa dikare di vê meseleyê de bibe xwedî gotin?

Întelîjensîyaya Kurd, ger wekî ‘întelîjensîya’ bimîne, ew ê karibe bandor û tevkarîyên gelek giring û mezin li vê meseleyê bike. Belê ez dibêjim, ger wekî ‘întelîjensîya’ bimîne; bi vê gotina xwe dixwazim bêjim; pêwîst e, întelîjensîya her bimîne li ser fikir û mebesta xwe. Yanê, gava întelîjensîya ji bo xebata bi hev re ket nav qad û çarçoveya sîyasetê, gava bi sîyasetê û bi birêvebirên sîyasetê re kar û xebatên xurtkirin û vejandina Kurdî kirin, pêwîst e nebe kesekî ji wan. Ez vê ne di warê fikira sîyasî û îdeolojîk de dibêjim. Gava dibêjim, “pêwîst e nebe kesekî ji wan” dixwazim balê bibim ser wê yekê ku sîyasetkar ji bo armanca xwe ya sîyasî mecbûr e hemû rê û rêbazan bi kar bîne û gelek caran jî pragmatîk tev bigere. Lê kesên întelektuel, her tim li ser ramana xwe ye; ji bo parastin û bicîanîna ramana xwe tu tiştekî ji xwe kêm nake û kêm jî nakişîne. Helbet ji bo ramanwer, nivîskar an jî întelektuelekî, xebitîna bi sîyasetkaran re gelek çetin e; lê ev çetinî, ne di rengê têkçûn û têkbirinê de ye. Berevajîya wê, çetinîya behs jê dikim; pêşî li raman û projeyên nivîskar û întelektuelan fireh dike û nivîskar-întelektuel bi hişberîya xwe, dikarin di rewş û demên qrîzê de, proje û bernameyên nûtir û rengîntir saz bikin. Ji bo vê yekê jî, şertûmerca herî pêşî, danîna hevpêwendîyeke baş û xurt ya di navbera nivîskar-întelektuel û sîyasetkaran de ye. Ji bo çêbûna vê yekê jî, pêwîst e qada sîyasetê li xwe dayne û di warê decolonizationa çand û zimên de, bi rengekî pêqayilî û bi hevpêwendîyeke naskirî, bi nivîskar-întelektuelên vî zimanî bişêwire û xebat û danûstandinê pê re bike.

DEM Partîyê bi danezaneke wekî manîfestoyê ji bo parastina kurdî di asta beledîyeyan de tedbîrên berfireh ragihandin. Aktîvîstên ziman ên wekî te ji bo tevlîbûn û şopandina vê proseyê dikarin çi bikin?

Belê, tevdîrên ku şaredaran ragihandin cîyê kêfxweşîyê ye. Lê belê bi tenê pêkêfxweşbûn me nagihîne mirazê me. Te ev pirs bi taybetî ji bo min kir. Loma jî dikarim bêjim, ji bo ku ez wekî dildar û aktîvîstê çand, zimên û wêjeyê tev li xebatan bibim û proseya xebatên tên kirin bişopînim, her wekî min qasek berê got, pêwîst e hevpêwendîyeke nêz û xurt hebe di navbera min û sîyaset û şaredarîyan de. Ne tenê ez, herçî nivîskar-întelektuelên ku dikarin di asta fikirî de rê li ber şaredaran xweş bikin û karûbarên wan xurt bikin, pêwîst e çalakîyên bipêşvebirin û xurtkirinê digel hev bikin. Û di warê xebatên çandî û zimanî de, pêwîst e şaredarî, çi wekî şêwirmend çi jî wekî xebatkarên şaredarîyê, bi nivîskaran û întelektuelan re bidin û bistînin.

Gelo mirov dikare bi projeyên çawa û bi çi rengî xebat û çalakîyên zimanî di şaredarîyan de bike?

Di asta fikrî de, ji bo xebatên decolonizationê, gelek reng û awayên projeyan hene. Helbet, ya min jî, çend awa proje hene di hişê min de. Pêwîst e proje, bi awayekî pevşêwirînê, bi gengeşekirinên hûr û kûr û bi danûstandinên berfireh werin danîn da ku ji xavîya xwe ya destpêkî xelas bibin û bi fikir û projeyên dîtir re bipijin û bibin projeyên kirin û bicîanînê. Belê, ji bo ku em wê hêzê di xwe de bibînin û karibin bêjin; em ê asîmîlasyonê bisekinînin, hewce ye em; hem kesên nivîskar-întelektuel hem birêvebirên şaredarîyan hem jî sîyaseta Kurdan; di warê zimên de, bi awayekî hevkarî, bi gel re pêwendîyeke taybet û pirhêlî daynin ku divê ne wekî ya dewletê û ne wekî hin awayên me yên berê be. Wekî mînak; slogana berê hatî afirandin ku dibêje, “bi Kurdî bifikire, bi Kurdî xewnan bibîne!” Ev slogan fermanî ye û rola payeberzîyê (senior) dide kesê ku dibêje û kesê li hember jî dixe şûna kesê ku ji hin tiştan kêm e. Her wisa, her du tiştên ku di vê sloganê de tên xwestin, roja îroyîn, ji bo gelek mirovan gelek çetin û zehmet e. Ji bo ku Kurdî bibe tercîheke pêşî û sereke ya Kurdan, pêwîst e em şertûmercan nîşanî gel bidin; hin tiştên berbiçav daynin ser sifreya gel da ku ew jî bibînin, bizanibin ka çawa çêdibe û pê serwext bibin. Ji bo wê jî, pêwîst e em bêjar û sloganên nû peyde bikin û sloganên berê jî bihêlin wekî pêşnîyazekê. Kurt û Kurmancî; di warê decolonization û xebatên li ser Kurdî de, hewcetîya me bi berzkirina sloganên mezin tune, hewcetîya me bi kirina kar û xebatên baş û mezin heye.

——————————-

Kî ye Dîlawer Zeraq?

Li Farqînê ji dayika xwe re çêbû. Piştî ku xwendina xwe a seretayî, navîn û lîse li Farqînê bir serî, di sala 1985’an de li Amedê, Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehîyê Beşa Matematîkê xwend. Di sala 2017’an di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de xwendina masterê bir serî û di sala 2021’ê de jî li ser Ziman û Wêjeya Kurdî bawernameya doktorayê wergirt. Ji sala 1996’an bi vir de ye bi Kurmancî çîrok û romanan û di warê rexne-analîza wêjeyî de gotaran dinivîse û pê re jî berhevkarîya biwêjên Kurdî dike. Zeraq, di salên 2008-2010’an di rojnameya rojane Azadiya Welat de, bi naverokên wêjeyî û çandî gotar nivîsîn û di salên 2004-2006’an de jî edîtorîya Kovara W’yê kirin. Heta niha gelek berhemên edebî, ferhengnasî û herwiha wergerên Zeraq hatine weşandin.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Valencia ji bo ziman û demokrasîyê meşîya

Di meşa bajarê li Valenciayê ku paytexta Herêma Otonom a Valenciayê ye, polîtîkayên hukumeta îspanyolîst-rastgir …