Bulten

Înfo Welat Bulten

Skotland ji bo serxwebûnê amade ye

Anketa dawî nîşan dide, 56 ji % welatiyan wê ji serxwebûnê re bêjin “erê.” Piraniya skotlandiyanwê di hilbijartinên giştî de destekê didin partiya serxwebûnxwaz SNP’ê Li Skotlandê desteka ji bo serxwebûna welêt bilind dibe. Anketa dawî nîşan dide, 56 ji % welatiyan wê ji serxwebûnê re bêjin “erê.” Lêkolîna dawî …

Bêtir »

Li Fransayê kampanyaya ji bo zimanên otokton

Li Fransayê welatî daxwaz dikin, edebiyata bi zimanê zimanên kêmar li dibistanên Fransayê bibin parçeyeke mifredatê. Pêşengên kampanyayê didin zanîn, edebiyata zimanên kêmar dikare bi riya wergera bo fransî an bi rêbaza duzimanî bê dayîn. Herwiha tê pêşniyazkirin, di dersa wêjeyê de her mamoste dikare zêdetir qala berhemên li herêma …

Bêtir »

Li Almanyayê operasyona li dijî Reichsburgerê

Almanyayê di operasyona li dijî koma Reichsbürgerê de 50 kesî binçav kir. Serdozgeriya Almanyayê ragihand, endamên koma Reichsbürgerê derbeyeke li dijî hukumetê plan kirine. Almanya li dijî komeke rasta radîkal operasyona herî mezin a salên dawî li dar xist. Hedefa operasyona Almanyayê çeteya rastgir a li dijî sîstemê Reichsbürger (welatiyên …

Bêtir »

Holanda ji bo koledariyê lêborînê dixwaze

Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte ji bo dîroka koledariyê ya 250 salan wê di 19’ê qanûnê de lêborînê bixwaze. Berî niha, şaredarên Amsterdam, Rotterdam, Utrect û Laheyê û herwiha rêvebiriya Bankeya Holandayê  di meseleya koledariyê de lêborînê xwestibûn. Holanda ji ber dîroka wê ya koledar xwe ji bo lêborînekê amade dike. …

Bêtir »

Li Ewrûpayê Self-Determînasyon

Li Ewrûpayê ji 200 milyonî zêdetir mirov li herêmên ku desentralîzasyon an serxwebûnê daxwaz dikin, dijîn. Polîtîkaya serwer a li dewletên Ewrûpayê, herdem li dijî daxwazên meşrû yên ji bo herêmparêz û serxwebûnxwazan argumanên dijber hildiberîne. Weqfa Coppitiers xebata xwe ya bi navê Movements for Self-Determination in Europe (Tevgera Self-Determînasyonê …

Bêtir »

Katalonya xebata dîplomasiyê xurtir dike

Konseya Komara Katalan delegasyonên dîplomasiyê dişîne  Andorra, Meksîka, Afrîkaya Başûr û Şîliyê. Konseya ku di 2018’an de li Katalonyayê hate damezrandin, dixwaze bi riya dîplomasiyê destekê bide doza serxwebûnê. Katalonya tora xwe ya dîplomasiya li cîhanê berfirehtir dike. Konseya Komarê ji bo dîplomasiyê çar delegasyonên din wezîfedar kir. Ev delegasyon …

Bêtir »

Almanya Holodomorê wekî jenosîd nas kir

Almanyayê bi biryareke parlemenê, Holodomora li Ukraynayê wekî jenosîd bi nav kir. Biryara derbarê Holodomorê ya salên 1930’an de, bi dengên her çar partiyên mezin ên parlemenê hate qebûlkirin. Şerê li Ûkraynayê êdî bandorê li şîrovekirina bûyerên di dîrokê de pêk hatine jî dike. Di vê çarçoveyê de Ewrûpa dîrokê …

Bêtir »

Li Kanadayê nîqaşa li ser mafên federalîzmê

Hukumeta Albertayê ji bo parastina otorîteya xwe ya li nava erdên xwe, Qanûna Serweriya Albertayê amade kir. Albertayê bi vê pêşniyazqanûnê dixwaze midaxaleya hukumeta federal a ji bo karûbarên Albertayê asteng bike. Li Kanadayê eyaleta Albertayê doza parastina mafên xwe yê xwerêvebirinê dike. Hukumeta Albertayê ji bo parastina otorîteya xwe …

Bêtir »