Cizîr 10. mîhrîcana xwe li dar xist

Cahîd AKIL

Mihrîcana Cizîrê ya ku sala 2007an destpêkiribû heya 2015an bê navber dom kiribû. Paşê mîhrîcan ji alîyê qeyûman ve hatibû betalkirin. Piştî ku gel şaredariya xwe ji Qeyûman girt, dîsa derî ji bo domkirina mîhrîcanê hat vekirin.

Mihrîcana Ziman, Çand û Hunerê ya Cizîrê ku îsal ji aliyê Şaredariya Cizîrê ve cara 10’emîn hatlidarxistin, bi “Çalakiya Atolyeya Zarokan” a li Parka Botaşê ya Taxa Nurê di roja 4. de bi dawî bû. Hevserokên Şaredariyê Guler Yerbasan û Abdurrahim Durmuş kêfxweşiya zarokên beşdarî çalakiyê bûn parve kirin û xwe tevlî lîstikên zarokan kirin. Di çalakiyê de zarokan bi lîstikan kêf û şahî derbas kirin.

Mihrîcana Cizîrê ya ku sala 2007an destpêkiribû heya 2015an bê navber dom kiribû. Paşê mîhrîcan ji alîyê qeyûman ve hatibû betalkirin. Piştî ku gel şaredariya xwe ji Qeyûman girt, dîsa derî ji bo domkirina mîhrîcanê hat vekirin.

Cizîr: Dergûşa ziman û çanda kurdî 

Cizîr wek dergûşa ziman, çand û hunerê cihê xwe yê stratejîk û dîrokî diparêze. Pêşengên zimanê kurdî an ji Cizîrê derketine yan jî ji çavkaniya Cizîrê feyz û tam girtine û jê vexwarine. Cizîr warê evîna Mem û Zînê, Jîngeha şairê evîn û eşqê Melayê Cizîrî, kaniya zanistê ya Îsamîl-ebûlîz el Cizîrî û sirûşta dengbêj Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî ye.

15ê Gulana 1932an Kovara Hawarê ya di pêşengiya Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî de hat weşandin û cara pêşîn derbasî nivîsandina kurdî ya bi tîpên Latînî bû, di dîroka Kurdan de bû pêngaveke nû ya têkoşîna zimanê Kurdî. Lewre di destpêka weşana kovara Hawarê de wiha hatiye gotin: “Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwe nasîn e,  xwenasîn ji me re riya felat û azadiyê vedike. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e”. Li ser vê yekê rêzdar Ocalan jî dibêje, “Ziman laş e, beden e, li bedena xwe xwedî derkevin.”

Bernameyên curbecur ên Cejna Zimanê Kurdî 

Di 10. Mihrîcana Ziman, Çand û Hunerê ya Cizîrê de çar rojan bernameyên curbecur hatin lidarxistin.

12ê gulanê bi Dîwana Dengbejan Mihrîcanê destpêkir. Dengbêj Rêzanê Batû, Kurdistana Spêrtî, Xelîl Serikî û Mihemê Batû bi awazên xwe Peyîzok û lawikên Botanê pêşkêşî beşdaran kirin û ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hatin.

13ê Gulanê Panela Ziman hat lidarxistin. Panelîst Feysel Ozdemîr û Herdem Merwanî jî li ser mijara pişaftin, xwepişaftin, xetereya li pêşiya zimanê kurdî, ziman û jinê rawestiyan.

14ê Gulanê li Baxçeyên Şaredariya Cizîrê lîstekeka şanoyê hat pêşkêşkirin. Şanoger Salîh Yildizoz şanoya Du Ziman pêşkêş kir û ji aliyê gel ve bi coşek mezin hat pêşwazî kirin.

15ê Gulanê li Parka surê ya taxa Sûrê Atolyeya Zarokan hat lidarxistin û zarokan behreyên xwe yên amûrjenî, stranbêjiyê, rengsazkirn û nîgarsaziyê pêşxistin. Di atolyeyên zarokan de pirtûka hînker û çîrokan wek diyarî hatin belavkirin.

Hawara ji bo ziman 

Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke çapemeniyê da û banga bilindkirina têkoşîna zimanê kurdî kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ‘di sala 1932an de bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî Kovara Hawarê bi tîpên Latînî weşandin û qonaxeke nû bi vê weşanê dest pê kir. Hawar bû hawara zimanê kurdî û ev 92 sal in hişmendiya zimanê kurdî dixwaze bê ava kirin. Ji bo zimanê Kurdî bigihêje statûya xwe ev têkoşînê heya dawî bibiryar bimeşe.’

  1. Mihrîcana Ziman, Çand û Hunerê ya Cizîrê bi Atolyeya Zarokan a Taxa Nurê li Parka Botaşêbi şahî û çalakiyên zarokan bidawîbûn.

Foto: Zarokek tevlî mîhrîcana Cizîrê bûye/Cahîd Akil 

———————————————

Cahid Akil
Di sala 1985an de li Şirnexê ji dayîk bû. Di 2007an de li zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê beşa Bernamesazkirinê qedand. Di sala 2012an de li Zanîngeha Anatolyayê beşa Kargerîyê qedand. Di sala 2009an di rêveberiya Kurdî-Der ê ya Cizîrê de cih girt. Ji ber xebatên xwe 7 sal di girtîgehê de ma. Di sala 2022 an de bû Hevserokê Saziya Ziman û Çandê ya Birca Belek a Cizîrê. Gotarên wî di kovara Hawara Botan û Defterê de hatine weşandin. Akil, di heman demê de mamosteyê zimanê kurdî ye û berhevkariya çîrokên kurdî dike.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …