Almanyayê bi biryareke parlemenê, Holodomora li Ukraynayê wekî jenosîd bi nav kir.
Biryara derbarê Holodomorê ya salên 1930’an de, bi dengên her çar partiyên mezin ên parlemenê hate qebûlkirin.
Şerê li Ûkraynayê êdî bandorê li şîrovekirina bûyerên di dîrokê de pêk hatine jî dike.
Di vê çarçoveyê de Ewrûpa dîrokê ji bo berjewendiyên xwe yên polîtîk bi kar tine.
Almanyayê bi biryareke parlemenê, Holodomora li Ukraynayê wekî jenosîd bi nav kir.
Parlemana Almanyayê duh ji bo dengdana biryara li ser vê mijarê kom bû.
Biryara derbarê Holodomorê ya salên 1930’an de bi dengên her çar partiyên mezin ên parlemenê hate qebûlkirin.
Di biryarê de xelaya di wan salan de pêk hatibû wekî sûcê li hemberê mirovahiyê hate pênasekirin û Josef Stalin wekî berpirsê vê hate nîşandan.
Holodomor çi ye?
Di encama vê polîtîkayê de li derdora 4 milyon mirov li Ukraynayê jiyana xwe ji dest dan.
Holodomor bi zimanê ukraynî tê wateya mirina ji ber xelayê.
Di salên 1932-33’an de Partiya Komunîst a Yekitiya Sovyetê li Ukraynayê dest bi hemleyeke kolektîfkirina erdên gundiyan kir.
Dewletê bi darê zorê bi milyonan donim erdan desteser kir û zad û heywanan ji welatiyan girt.
Di encama vê polîtîkayê de li derdora 4 milyon mirov li Ukraynayê jiyana xwe ji dest dan.
Ukrayna piştî serxwebûnê, di 2006’an de Holodomorê wekî jenosîd nas kir.
Lê Rusyayê tu car jenosîdê qebûl nekir û îdîa kir, di xelayê de ligel ûkraynayiyan rûs, kazax û almanên Volgayê jî jiyana xwe ji dest dane.
Hêjayî gotinê ye, piştî Ukraynayê 16 dewletên din jî Holodomorê wekî jenosîd qebûl kirin.
Navê dewletên xelaya li Ukraynayê wekî jenosîd nas kirin ev in:
Amerîka, Awustralya, Ekwador, Estonya, Gurcistan, Hûngarya, Kanada, Kolombiya, Latviya, Lîtwanya, Meksîka, Paraguay, Peru, Polonya, Portugal û Vatîkan.