Serxwebûnxwaz li Kaledonyaya Nû serî hildan

Kaledonyaya Nû li hemberê planên jinûvekolonîzekirinê ya Fransayê di ber xwe dide.

Di çalakîyên sivîl de heta niha 3 welatî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li paytexta giravê ji bo protestokirina helwesta Fransayê hemû dikan hatine girtin.

Serhildana gelên xwecî ya li Kaledonyaya Nû berdewam dike.

Di çalakîyên sivîl de heta niha 3 welatî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li paytexta giravê ji bo protestokirina helwesta Fransayê hemû dikan hatine girtin.

Herwiha, ji ber boykotê li dibistanên Kaledonyaya Nû perwerde sekinanî.

Sebeba hêrsa gelên xwecî ku piranîya wan ji kanakan pêk tê, biryareke Senatoya Fransayê ya di derbarê hilbijêrên li giravê ne.

Bi pêşnûmaya li senatoyê hat qebûlkirin, 25,000 kesên nû li Kaledonyaya Nû dibin xwedî mafê dengdanê.

Ev hejmar dike ji % 25ê nifûsa giravê û dikare bandoreka mezin li encamên hilbijartinan bike.

Heman pêşnûma hat rojeva Kongreya Kaledonyaya Nû jî û bi dengên nûnerên kanakî û hevalbendên wan ên ji giravên Pasîfîkê hat redkirin.

Rêxistinên Kanak diyar dikin, bi vê qanûnê hêza siyasî ya alîgirên yekîtîya bi Fransayê re wê hîn bêtir zêde bibe.

Kanakîyên serxwebûnê dixwazin, ji ber guherîna demografyaya welêt herdem di referandûmên serxwebûnê de têk diçin.

Sebeba vê encamê li giravê bicîbûna hejmareke zêde ewrûpîyan e.

Welatiyên bi esle ji Ewrûpayê naxwazin Kaledonyaya Nû ji Fransayê veqete.

Kanakî hewldana dawî ya Fransayê wekî “jinûvekolonîzasyonê” pênase dikin.

Kaledonyaya Nû di Lîsteya Erdên Xwe Bi Rê Ve Nabin ya NY (Neteweyên Yekbûyî ) de cî digire.

Paşxaneya têkoşîna Kaledonyaya Nû

Kaledonyaya Nû ji giraveke mezine û çend giravên biçûk ên Okyanûsa Pasîfîkê pêk tê ku nifûsa wan 270 hezarî ye.

Welêt di sala 1853an de bûye koloniyeke Fransayê di 1976an de dest bi têkoşîna rizgarîyê kirîye.

Fransa û rêxistinên Kaledonyaya Nû di 1998an Peymana Noumeayê ya otonomiyê îmze kir.

Ciyê Kaledonyaya Nû ya li Pasîfîkê/Axl.cefan.ulaval.ca

Bi vê peymanê, Kaledonyaya Nû bû xwedî statuta otonomîyê û lidarxistina 3 referandûmêm serxwebûnê.

Lêbelê di her sê referandûman de jî alîgirên serxwebûnê têk çûn.

————————————–

Foto: Dîmeneke ji serhildana li paytexta Kaledonyaya Nû Noumeayê/X.com

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …