Li Ewrûpayê Self-Determînasyon

Li Ewrûpayê ji 200 milyonî zêdetir mirov li herêmên ku desentralîzasyon an serxwebûnê daxwaz dikin, dijîn.

Polîtîkaya serwer a li dewletên Ewrûpayê, herdem li dijî daxwazên meşrû yên ji bo herêmparêz û serxwebûnxwazan argumanên dijber hildiberîne.

Weqfa Coppitiers xebata xwe ya bi navê Movements for Self-Determination in Europe (Tevgera Self-Determînasyonê ya li Ewrûpayê) weşand.

Di bin banê Self-Determînasyonê de, di pirtûkê de analîza tevgerên serxwebûnê û yên herêmparêz cî digire.

Di destpêka xebatê de tê diyarkirin, li Ewrûpayê ji 200 milyonî zêdetir mirov li herêmên ku desentralîzasyon an serxwebûnê daxwaz dikin, dijîn.

Tê diyarkirin, polîtîkaya serwer a li dewletên Ewrûpayê, herdem li dijî daxwazên meşrû yên ji bo herêmparêz û serxwebûnxwazan argumanên dijber hildiberîne.

Di vê çarçoveyê de di xebatê de nivîsên sosyolog Seymour Martin Lipset (1922-2006) nimûneyek balkêş tê dayîn.

Lipset di nivîseke xwe de daye zanîn, daxwazên polîtîk ên kêmaran wekî “serhildana li dijî modernîteyê” pênase kiriye.

Di xebata Weqfa Coppitiersê de daneyên ji herêman hatine berhevkirin di bin daxwazên herêmparêz û serwerîparêz de hatine dabeşkirin.

Nasnameya herêmî faktora sereke ye ku tevgerên self-determinasyonê li ser bilind dibin

Dengdanên ji bo self-determînasyonê bi awayekî eşkere ji daxwazên herêmî cuda ne

Beşa duyemîn a xebatê ji bi analîz û şîroveya van daneyan hatiye veqetandin.

Hin ji encamên di beşê de hatine bidestxistin wiha ne:

  • Nasnameya herêmî faktora sereke ye ku tevgerên self-determinasyonê li ser bilind dibin
  • Dengdanên ji bo self-determînasyonê bi awayekî eşkere ji daxwazên herêmî cuda ne
  • Mirov nikare bêje tevgerên serxwebûnê herdem li herêmên dewlemend pêk tên û berdevkên wan partiyên muhefezekar in
  • Tevgerên serxwebûnxwaz ji ber posîzyona perîferiyel (dûrî navendê) ya herêman pêk tê
  • Ji bo bersiva ji tevgerên serxwebûnxwaz re pêdivî bi entegrasyoneke mezintir a nasnameyên jêr-dewletan (herêm) heye

YE rêxistina dewletan e

Di danasîna vê xebatê de yek ji tespîteke girîng derbarê rastiya  poîlîtîk a Yekitiya Ewrûpayê de tê kirin.

Saziyên Yekitiya Ewrûpayê di destên dewletên endam de ne û lewma jî ew ê dîskûrsa dewletî ku em di vê xebatê de rexne lê digirin, berdewam bikin

Li Ewrûpayê herêmên tevgerên serxwebûnxwaz an herêmparêz lê xurt in. (Jêder: Movements for Self-Determination in Europe)

Tê diyarkirin Yekitiya Ewrûpayê ne xwedî daxwaza ji bo çareserkirina meseleya self-determînasyonê ye.

Derbarê realîteya YE’yê de gotin wiha dewam dike:

Berevajiya vê, saziyên Yekitiya Ewrûpayê di destên dewletên endam de ne û lewma jî ew ê dîskûrsa dewletî ku em di vê xebatê de rexne lê digirin, berdewam bikin. Bêyî zêdetir nîşandayina berpirsiya xwe û polîtîkayên ji bo çareseriya vê meseleyê, YE wê di nava parçeyeke mezin a nifûsa xwe de rîska windakirina meşrûiyetê re rû bi rû bimîne.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Komploya li hember Ocalan hat protestokirin

9ê çirîya pêşîn (cotmeh) ku wekî roja “komploya li hemberê Ocalan” tê pênasekirin, bi çalakîyan …