Li Balearê 40,000 kes banga parastina ziman kirin

Li Giravên Balearê di “Roja zimanê katalanî de” 40,000 aktîvîstên ziman hukumeta herêmî protesto kirin.

Aktîvîstê katalanî Antoni Llabres got, ew naxwazin hukumeta herêmî meseleya bijartina katalanî wekî zimanê xizmetê ji welatîyan re bihêle.

Navenda vê çalakîya mezin paytexta Balearê Palma bû.

Di “Roja zimanê katalanî de” aktîvîstên ziman li ser banga Obra Cultura Balear (OCB) li meydana bi navê Plaza Mayor kom bûn.

Serokê OCByê Antoni Llabres di axaftina xwe de balê kişand ser êrişên hukumeta herêmî û banga parastina katalanî kir.

Llabres got, PP (Partîya Gel) a rastgir a li Balearê li ser kar e, polîtîkayeka zilma zimanî dimeşîne.

Aktîvîstê katalanî diyar kir, ew naxwazin hukumeta herêmî meseleya bijartina katalanî wekî zimanê xizmetê ji welatîyan re bihêle.

Llabres da zanîn, li gorî statûya otonomîyê divê hukumeta herêmî katalanî bike zimanê hemû xizmetên gelemperî yên wekî dibistan, nexweşxane û rêveberîyê.

Giravên Balearê û katalanî

Li gorî Enstîtuya Statîstîkê ya Îspanyayê (INE) katalanî zimanê dayikê ya % 33.7 ê welatiyan e ku temenê wan di navbera 18 û 69an de ye.

Giravên Balearê herêmeke otonom a Îspanyayê ye ku di 1982an de bûye xwedî statu.

Katalan Balearê ji aliyê dîrokî û zimanî ve wekî parçeyeka “Welatên Katalan (Els Paisos Catalans)” pênase dikin.

Îspanyolî û katalanî du zimanên fermî yên herêma xweser in.

Li gorî Enstîtuya Statîstîkê ya Îspanyayê (INE) katalanî zimanê dayikê ya % 33.7 ê welatiyan e ku temenê wan di navbera 18 û 69an de ye.

Giravên Balearê/Finanzzas.com

Di 2016’an de 43 ji % welatiyên Balearê katalanî wekî zimanê xwe yê dayikê diyar kiribûn.

63 ji % welatiyan diyar dikin, ew dikarin ki zimanê Katalanî biaxivin.

Gav bi gav paşveçûna zimanê katalanî sebeba çalakîyên berfireh ên aktîvîstên li vê herêmê ne.

———————————

Foto: Çalakîya mezin a ji bo parastina katalanî ya li Balearê /Malpera OCBê

Infowelat

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Cizîr 10. mîhrîcana xwe li dar xist

Cahîd AKIL Mihrîcana Cizîrê ya ku sala 2007an destpêkiribû heya 2015an bê navber dom kiribû. …