Li Fransayê kampanyaya ji bo zimanên otokton

Li Fransayê welatî daxwaz dikin, edebiyata bi zimanê zimanên kêmar li dibistanên Fransayê bibin parçeyeke mifredatê.

Pêşengên kampanyayê didin zanîn, edebiyata zimanên kêmar dikare bi riya wergera bo fransî an bi rêbaza duzimanî bê dayîn.

Herwiha tê pêşniyazkirin, di dersa wêjeyê de her mamoste dikare zêdetir qala berhemên li herêma xwe û hebûna edebiyata bi zimanên ji bilî yên fransî bike.

Li Fransayê bi armanca perwerdeya edebiyata bi zimanên kêmar, kampanyayeke îmzeyan dest pê kir.

Nûçeya derbarê mijarê de di Jornaletê de ku rojnameyeke dîjîtal a bi zimanê oksîtanî ye, hate weşandin.

Însîyatîf, bi riya kampanyaya online ya ji aliyê kolektîfeke welatiyên li herêma Oksîtanya tê lidarxistin.

Daxwaza welatiyan ev e, edebiyata bi zimanê zimanên kêmar li dibistanên Fransayê bibin parçeyeke mifredatê.

Di daxwaznameyê de tê diyarkirin, li Fransayê haya gelek kesan jê tune ye ku bi hezaran berhemên edebî bi zimanên din ên welêt tên nivîsandin.

Coxrafyaya zimanên Fransayê

Yek ji mînakên di vê mijarê de hatiye dayîn di derbarê xelatgirê Nobelê Frederic Mistral de ye.

Tê destîşankirin, ji ber ku Mistral bi zimanê oksîtanî berhemên xwe nivîsî ye, gelê Fransayê hema hema ew nasnake.

Pêşengên kampanyayê didin zanîn, edebiyata zimanên kêmar dikare bi riya wergera bo fransî an bi rêbaza duzimanî bê dayîn.

Herwiha tê pêşniyazkirin, di dersa wêjeyê de her mamoste dikare zêdetir qala berhemên li herêma xwe û hebûna edebiyata bi zimanên ji bilî yên fransî bike.

Ji bo pêşkêşî rêvebiriya Fransayê bê kirin divê 5.000 hezar kes daxwaznameyê îmze bikin.

Heta niha ji 4.000’î zêdetir kes daxwaznameyê îmze kirin.

Bretonî, korsîkî, oksîtanî, alsasî, baskî, franko-provençali û zimanên din ên hindikayiyan ku li herêmekê tên axaftin, wekî “zimanên herêmî” tên qebûlkirin.

Frederic Mistral (1830-1904) Nivîskarê ku bi zimanê oksîtanî nivîsî, di 1904’an de Xelata Edebiyatê ya Nobelê girt. Mistral ligel nivîskariya xwe, bi zaravaya provençalî ya ferheng jî amade kir.

Zimanên Fransayê

Fransa, zimanên kêmar wekî “zimanên herêmî” bi nav dike û naxwaze statuyeke hiqûqî bide wan.

Bretonî, korsîkî, oksîtanî, alsasî, baskî, franko-provençali û zimanên din ên hindikayiyan ku li herêmekê tên axaftin, wekî “zimanên herêmî” tên qebûlkirin.

Li gorî lêkolînan, li Fransayê bi qasî 2.2 milyon kes bi zimanên herêmî diaxivin.

Di Atlasa Zimanên di Xetereyê ya UNESCO’yê de 26 ziman û zaravayên li Fransayê jî cî digirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …