Bouganville ji bo serxwebûnê hewl dide

Bouganville dixwaze pêşbirka Çîn û DYAyê ya li Pasîfîkê bi kar bîne û serxwebûna xwe bi dest bixe. Serokê Bouganvilleê Îsmael Toroama ji bo desteka Amerîkayê werbigire, çû Washingtonê.

Girava Papûaya Gîneyê vediguhere qadeka nû ya aloziya potansiyel a di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkatê (DYA) û Çînê de.

Bouganville ku herêmeke otonom a vê giravê ye, di navenda vê alozîyê de cî digire. Hukumeta Bouganvilleê dixwaze kana Pangunayê ku ji aliyê zêr ve dewlemende, ji nû ve veke. Ev yek jî hem bala Amerîkayê hem jî ya Çînî dikişîne ser xwe.

Çîn bi salane li başûrê Okyanûsa Pasîfîkê stratejîya berfirehkirina tesîra xwe dimeşîne. Rêveberîya Pekînê niha li herême niha çav berdaye Papûaya Gîneyê û Bouganvillleya bi ser wê ve.

Serokê Bouganvilleê Ismael Toroama/Islandislandsbusiness.com

Herçî Bouganville e,  dixwaze pêşbirka Çîn û DYAyê ya li Pasîfîkê bi kar bîne û serxwebûna xwe bi dest bixe. Serokê Bouganvilleê Îsmael Toroama tam di vê dema krîtîk de ji bo serdanekê çû Amerîkayê. Toroama hewl dide rêveberîya Washingtonê ji bo serxwebûna Bouganvilleê qanih bike.

Hukumeta Bouganvilleê ji bo serxwebûna herêmê sala 2027an nîşan dide. Lêbelê hevdîtinên ji bo serxwebûnê yên di navbera Papûa Gîne û Bouganvilleê niha xetîmîne.

Li alîyê din, karsaz John D.Kuhns jî ji bo serxwebûnê destekê dide hukumeta Bouganvilleê. Karsazê amerîkî xwedîyê şîrketekê ye û li Bouganvilleê xebatê dike. Kuhns dibêje, eger Amerîka destekê nede Bouganvilleê wê herêm têkeve bin kontrola Çînê.

Meseleya Bouganvilleê

Bouganville giraveke li başûrêrojavayê Okyanêsa Pasîfîkî ye û bi ser Papûa Gîneya Nû (PNG) ve ye. Nifûsa giravê 350,000 e lê tevî nifûsa kêm, girav ji aliyê hebûna sifir û zêr gelek dewlemend e.

Ji ber çavkanîyên xwe yên xwe, girav herdem bala kolonyalîstan kişandi ye û demeke dirêj di destên Împaratoriya Almanyayê de maye. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de girav ji aliyê Awustralyayê ve hatiye dagirkirin. Bi vekişîna Awustralyayê ya di 1975an de PNG giravê dagir kirîye.

Di 1988’an de Artêşa Rizgariya Bouganvillê ji bo serxwebûna giravê şerê çekdarî da destpêkirin. Şerê li giravê heta 1998’an dom kir û li derdora 15 hezar kes hatin kuştin. Bi peymana aştiyê ya 2001aan Bouganville bû xwedîyê otonomîyeke bisînorkirî.

——————————————–

Foto: Ala Bouganvilleê/The Diplomat

Infowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …