CREATOR: gd-jpeg v1.0 (using IJG JPEG v62), quality = 82

Valencia ji bo ziman û demokrasîyê meşîya

Di meşa bajarê li Valenciayê ku paytexta Herêma Otonom a Valenciayê ye, polîtîkayên hukumeta îspanyolîst-rastgir PP-VOXê hatin şermezarkirin.

Li Herêma Otonom a Valenciayê ya dawîya vê hefteyê zimanparêz li kolanan bûn.

Bi hezaran kes tevlî çalakiyên ji bo parastina ziman û nasnava herêmê bûn.

Meşa mezin a îsal ku 27ê nîsanê de pêk hat, ji aliyê Çalakiya Çandî ya Welatê Valenciayê (ACPV) hat lidarxistin.

Dirûşmeya îsal “Welatê Valenciayê: Ziman, çand û siberoj” bû.

Di meşa bajarê Valenciayê de ku paytexta Herêma Otonom a Valenciayê ye, polîtîkayên hukumeta îspanyolîst-rastgir PP-VOXê hatin şermezarkirin.

Hukumeta herêmî bi çend pêşniyazqanûnan dixwaze mafên mafên zimanî yên welatîyên bisînor bike û tevî hin qadên din, medyaya azad têxe bin kontrola xwe.

ACPV di daxuyanîya xwe de çar qadên ku ji bo wan banga têkoşînê kir wiha rêz kir:

  1. Têkoşîna ji bo mafên zimanî, mîrateya demokratîk û antî-faşîzmê.
  2. Têkoşîna ji bo dibistanên bi qelîte û mifredara perwerdeyê ku zanîna du zimanan –îspanyolî û valensî/katalanî- li xwendekaran ferz dike.
  3. Têkoşîna ji bo medyaya azad a bi zimanê valensî û pêkanîna kontrola li ser radyo û televîzyona fermî ya ji aliyê desteyeka hatîye hilbijartin.
  4. Rêvebirina herêmê ya bi perspektîfa berjewendîyên herêmê û civakê.

Hêjayî gotinê ye, li Valenciyayê her sal di salvegera Şerê Almansayê de çalakîyên ji bo parastina ziman û nasnava herêmî dest pê dikin.  ya di 25ê nîsana 1707an de

Şerê Almansayê di 25ê nîsana 1707an de pêk hatibû û Qraliyeta Îspanyol bajarê Valenciayê herêmê dagir kiribûn.

Îspanya di heman salê de Biryarên Nueva Plantayê eşkere kiribûn û dawî li xweseriya Valenciayê hatibû anîn.

Bi Nueva Plantayê Di serî de parlamentoya herêmî, hemû saziyên otonom ên Valenciayê hatibûn girtin.

Herêma Otonom a Valenciayê

Valencia di proseya demokratîkbûna Îspanyayê de, di 1982’an de bû herêmeka otonom.

Valencia herêmeke du zimanî ye û li herêmê bi îspanyolî û katalanî tê axaftin.

Valencia herêmeke li rojhilatê Îspanyayê ye û berfirehbûna erdên wê 23 255 km² ye.

Nifûsa vê herêma berûberê Derya Spî ye, di ser 5 milyonî re ye.

Valencia di proseya demokratîkbûna Îspanyayê de, di 1982’an de bû herêmeka otonom.

Ciyê Herêma Otonom a Valenciayê ya li Îspanyayê/Mapas Mundo

Valencia herêmeke du zimanî ye û li herêmê bi îspanyolî û katalanî tê axaftin.

Her du ziman jî di sazîyên hukumeta otonom û şaredarîyan de xwedî statuya fermî ne.

Hukumeta  herêmî hebûna katalanî qebûl nake û ziman wekî valencià/valenciano pênase dike.

% 27ê welatiyên li vê herêmê bi valensî/katalanî diaxivin.

————————————

Foto: Meşa mezin a ji bo ziman û nasnava Valenciayê/Medyaya Sosyal

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Pêwîstiyên serdema nû

Hesen Huseyîn DENÎZ Em kurd miletekî wiha ne, ku bi serok, rêber, pêşeng û birêvebiran …