Kroatya dibe endamê Peymana Schengenê

Ji 1 çile 2023’an û şûn ve wê Kroatya bibe endamê Peymana Schengê.

YE, daxwaza Romanya û Bûlgaristan a ji bo endamtiya peymanê red kir.

Herêma Schengenê bi endamtiya welatekî din ê Yekitiya Ewrûpayê berfireh dibe.

Ji 1 çile 2023’an û şûn ve wê Kroatya bibe endamê Peymana Schengê.

Biryara endamtiya Kroatyayê di civîna duh a Konseya Yekitiya Ewrûpayê ve hate erêkirin.

Bi vê biryarê, wê kontrolên sînorên bejahî û deryayî yên di navbera Yekitiya Ewrûpayê û Kroatya bên betalkirin.

Welatiyên Kroatyayê wê êdî bê pasaport û bêyî kontrolên ektra wê bikaribin bi serbestî biçin welatên din ên herêma Schengenê.

Endamtiya Romanya û Bulgaristanê

Di civîna Konseya Yekitiya Ewrûpayê de endamtiya Romanya û Bulgaristan a ji bo Schengenê jî hate rojevê.

Awusturya di dengdanê de dengê negatîf bi kar anî û lewma jî endamtiya her du welatan hate redkirin.

Ji bo welatekî bibe endamê herêma Schengenê divê hemû 27 welatên Yekiriya Ewrûpayê dengê erênî bi kar bînin.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Barbock ji ber astengiya wê Awusturyayê rexne kir û got, her du welat ji bo bibin endamê vê peymanê gelek gavan avêtine.

Bi tevlîbûna Kroatyayê, hejmara endamên Peymana Schengenê derdikeve 27’an.

Peymana Schengenê

Peymana Schengenê di sala 1995’an de li Luxemburgê hate îmzekirin.

22 ji Yekitiya Ewrûpayê, 26 welatên li Ewrûpayê vê peymanê îmze kirin.

Welatên endam ên herêma Schengenê ev in:

Almanya, Awusturya, Belçîka, Komara Çek, Denmark, Estonya, Fînland, Fransa, Holanda, Hûngarya, Island, Îspanya, Îtalya, Latviya, Liechtenstein, Lîtwanya, Luxembourg, Malta, Norwêc, Polonya, Portûgal, Slovakya, Slovenya, Swêd û Swîsre.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …