Almanya reforma koçberiyê qebûl kir

Fatoş Demirtaş

 

Ev kesên ku heta 31 cotmeha 2022’an 5 sal li Almanyayê mabin wê bikaribin di 18 mehan de bibin welatiyên Almanyayê.

Almanya piştî nîqaşeke di nava partiyên polîtîk de, pêşniyazqanûna mafê îkametê qebûl kir.

Duh belgeya mijara nîqaşê hat rojeva Parlemena Almanya Buntestagê.

371 wekîlên ji her sê partiyên hukumeta koalîsyonê di lehê belgeyê de dengên xwe bi kar anîn.

Ji partiyên mixalif 226 wekîl li dijî pêşniyazqanûnê deng dan û 57 wekîl dengên xwe bi kar neanîn.

Pêşniyazqanûna nû, mercên welatîbûnê ya ji bo koçberên li Almanyayê  hêsantir dike.

Bi taybetî, kesên bi salane li Almanyayê dijîn lê ne xwedî statu ne wê êdî bi hêsanî bikaribin bibin welatiyên Almanyayê.

Şertê 5 salan

Ev kesên ku heta 31 cotmeha 2022’an 5 sal li Almanyayê mabin wê bikaribin di 18 mehan de bibin welatiyên Almanyayê.

Lê ji bo vê jî divê ev kes sûc nekiribin û bi riya zanîna zimanê almanî entegreyê sîstemê bibin.

Tê ragihandin, li Almanyayê bi qasî 240.000 kes bêyî ku statuya wan hebin dijîn.

Serîlêdana penaberiyê ya van kesan hatiye redkirin lê ji ber ku nikarin vegerin welatên xwe li Almanyayê dimînin.

Tê ragihandin, li Almanyayê bi qasî 240.000 kes bêyî ku statuya wan hebin dijîn.

Serîlêdana penaberiyê ya van kesan hatiye redkirin lê ji ber ku nikarin vegerin welatên xwe li Almanyayê dimînin.

Li aliyekî din, pêşniyazqanûna Almanyayê destûrê dide koçber û penaberên li welêt bikaribin 5 salan de serî li mafê welatîbûnê bidin.

Berî niha biyaniyên li Almanyayê dikaribûn di 8 salan de serî li mafê welatîbûnê bidana.

Yekitiya malbatê

Yek ji awantajên pêşniyazqanûna nû ya ji bo biyaniyan di mijara derfetên kar de ye.

Êdî wê koçber û penaberên li Almanyayê ji destpêka hatina xwe ya Almanyayê ve bikaribin tevlî qursên meslekî û entegrasyonê bibin.

Herwiha, bi pêşniyazqanûnê yekitiya malbatê ya karkerên xwedî meslekên girîng jî tê hêsankirin.

Karkerên bi vî rengî wê di demeke kurt de bikaribin endamên malbata xwe bînin Almanyayê.

Almanya wê êdî ferz neke endamên malbatên van kesan bi zimanê almanî bizanibin.

Hukumeta federal a Almanyayê plan dike bi vê gava mezin a di warê koçberiyê de, salane 400.000 karker ji derveyî welêt koçî Almanyayê bikin.

Salane 400 hezar karker

Hukumeta federal a Almanyayê plan dike bi vê gava mezin a di warê koçberiyê de, salane 400.000 karker ji derveyî welêt koçî Almanyayê bikin.

Çavkaniyên fermî radigihînin, pêdiviya sektora kar a Almanyayê bi qasî 2 milyon karkeran heye.

Nifûsa Almanyayê her ku diçe pîr dibe û ji ber rêjeya kesên teqawid dibin, hejmara karkerên di sektorên cuda de êdî têr nake.

Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …