Tûnisî hilbijartina parlemenê boykot kirin

Li Tûnisê hilbijartina parlemenê rastî boykota herî mezin a miletê hat.

Bi tenê 9 ji % hilbijêran ango 800 hezar kes dengên xwe bi kar anîn.

Ev jî bû derbeyeke polîtîk ji bo serokê Tûnisê Keys Seîd.

Li Tûnisê hilbijartina parlemenê rastî boykota herî mezin a miletê hat.

Piraniya welatiyên Tûnisê ji bo protestokirina sîstema siyasî neçûn ser sindoqan.

Bi tenê 9 ji % hilbijêran ango 800 hezar kes dengên xwe bi kar anîn.

Ev jî bû derbeyeke polîtîk ji bo serokê heyî Keys Seîd.

Beriya hilbijartinê serokê Tûnisê Seîd di sîstema welêt de hin guherînan pêk anîbûn.

Sîstema nîv-serokatî

Seîd ji bo sîstema nîv-parlementer nîv-serokatî pakêtekê amade kiribû.

Eger ev reform ji aliyê hilbijêran ve bihatana qebûlkirin, wê sîstema polîtîk a Tûnisê bihatana guhertin.

Bi neforma nû, wê parlemento nikaribûna bi tena serê hukumetê ava bikira an dawî li hebûna hukumetê bianiyana-

Bi reformê, qanûna hilbijartinê de jî hatibû guharandin û di dewsa 217 de 161 deverên hilbijartinê hatibûn avakirin.

Yek ji guherînek girîng a beriya hilbijartinê jî di meseleya temsiliyeta jinê de pêk hatibû.

Tûnis bi 163.000 km2 erdên xwe û bi 12 milyon nifûsa welatekî li bakurê Afrîkayê ye.

Kotaya jinê 

Serok Keys kotaya ji bo temsiliyeta jinê ji holê rakiribû û bi vî awayî derbeyekê li mafên siyasî yên jinê xistibû.

Serokomarê Tûnisê Keys Seîd ji vir salekê berê xebatên parlemana Tûnisê dabû sekinandin û dawî mafê parêzbendiya wekîlan anîbû.

Seîd di hema salê de erkên xwe berfireh kiribû û desthilatdariya welat bi xwe ve girê dabû.

Paşê jî biryar dabû referandûmeke nîqaşbar biryara lidarxistina referandûmekê dabû.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Vietnam di 1954an de bû welatekî serbixwe

Di 7ê gulana 1954an de şervanên vietnamî artêşa fransî têk birin. Serkeftina leşkerî derî li …