Li Kanadayê nîqaşa li ser mafên federalîzmê

Hukumeta Albertayê ji bo parastina otorîteya xwe ya li nava erdên xwe, Qanûna Serweriya Albertayê amade kir.

Albertayê bi vê pêşniyazqanûnê dixwaze midaxaleya hukumeta federal a ji bo karûbarên Albertayê asteng bike.

Li Kanadayê eyaleta Albertayê doza parastina mafên xwe yê xwerêvebirinê dike.

Hukumeta Albertayê ji bo parastina otorîteya xwe ya li nava erdên xwe, Qanûna Serweriya Albertayê amade kir.

Pêşniyazqanûna nû roja sêşêmê hate rojeva Parlemena Albertayê.

Hukumeta Albertayê bi vê pêşniyazqanûnê dixwaze midaxaleya hukumeta federal a ji bo karûbarên Albertayê asteng bike.

Serokwezîra Albertayê Danielle Smith di axaftina xwe ya di parlemenê de got, “ew hêvî dikin ew neçar nemînin vê pêşniyazqanûnê di pratîkê de pêk bînin.”

Smith got, ew ê bi hukumeta Ottawayê re jî dest bi danûstendinan bikin da ku Kanada dev ji polîtîkayên midaxaleyê yên li dijî pêşketina endustrî û bikaranîna çavkaniyên Albertayê berde.”

Naveroka Qanûna Serweriyê

Qanûna Serwertiya Albertayê di van qadan de erka eyaletê ji nû ve terîf dike:

  • Saziyên gelemperî yên Albertayê
  • Saziya eyaletê ya girêdayî Kanadayê
  • Rêvebiriya tenduristiyê
  • Zanîngeh û saziyên din ên perwerdeya bilind
  • Dibistanên perwerdeya seretayî û navîn
  • Belediye
  • Xizmetên ewlekariyê ya belediye û herêmî
Alberta eyaleteke li rojavayê Kanadayê ye. Berfirehbûna erdên wê 661,848 km² ye û nifûsa wê 4.371.000’e.

Lêbelê di destpêkê de mixalefet, hin derdorên li Albertayê li dijî pêşniyazqanûna hukumeta Albertayê derketin.

Mixalefet diyar kir, Alberta bi vê belgeqanûnê wê navbera xwe û hukumeta navendî xera bike.

Xweciyên li nava Albertayê bi hinceta ku hukumet bi wan neşêwirî ye, fikarên wan ên ji bo pêşniyazqanûnê heye.

Lîderên xweciyên li Albertayê diyar kirin, ji bo hukumeta li ser kar hevkariya bi xweciyan re ne gîrîng e.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …