Messi bi îspanyolî an bi “arjantînî” diaxive?

Yek ji gotareke ku tu qîmeta wê tune ye û hewl dide analîzeke psîkolojîk a lîstikvanê Arjantînê Lionel Messi bike, di yek ji rojnameya mezin a îtalyan de hate weşandin.

“Kesên ku bi Messi re axivîbin dizanin ew ne bi îspanyolî lê bi arjantînî ango ji vê jî wêdetir, bi rosarîno dipeyive. Rengdêrê herî zêde di devê wî de “espactacular” e ku ew wekî “petacular” telafûz dike. Ew di dewsa ‘trabajar’de dibêje ‘laburar’.

Yek ji gotareke ku tu qîmeta wê tune ye û hewl dide analîzeke psîkolojîk a lîstikvanê Arjantînê Lionel Messi bike, di yek ji rojnameya mezin a îtalyan de hate weşandin. Ev nivîs bala min kişand. Ji ber ku li ser zimanzaniyê û nuqteyekê bû ku ez herdim pê re têkoşînê dikim. Nivîs wiha dest pê dikir:

“Kesên ku bi Messi re axivîbin dizanin ew ne bi îspanyolî lê bi arjantînî ango ji vê jî wêdetir, bi rosarîno dipeyive. Rengdêrê herî zêde di devê wî de “espactacular” e ku ew wekî “petacular” telafûz dike. Ew di dewsa ‘trabajar’de dibêje ‘laburar’. Dema qala kurê wî yê mezin Thiago dikin, ew bi pesin dibêje “Le gusta el fúlbo” ku tê wateya “Kêfa wî ji futbolê re tê.” Ev hevok ne bi îspanyolî ye lê bu zaravayê Amerîka Latîn e.”

Romanûs Cervantes wiha dibêje: “Me fam kir em çiqas nezan in, Sancho.” Ev nezanî niha derbasî asta “kesên xwende bû ye.” Ji ber ku heta demên dawiyê jî wergêrên îtalyan di wergera nivîskarên arjantînî de gotina “ji arjantînî hatiye wergerandin” dinivîsandin. Wan herwekî ku zimanekî wiha xeyalî heye tevdigeriyan.  Aliyê herî balkêş ê derbarê nivîsa Messi de ev e, rojnamevan “zaravaya Amerîkaya Başûr” afirandî ye. Ev, nakokiyeke edebiyata fantazî ye. Bi rastî jî, eger bingeha axaftina “zaravayekî” axaftina formeke cihê yê ziman be, ew dem divê ji bo her welatê “Amerîkaya Başûr” zimanekî hebe: Kolombiyayî, venezûelayî, peruyî hwd. Ji ber vê yekê, ne mimkûne Messi bi zimanê “Amerîkaya Başûr” bipeyive. Ji ber ku tiştekî wiha tune ye.

Aliyê herî balkêş ê derbarê nivîsa Messi de ev e, rojnamevan “zaravaya Amerîkaya Başûr” afirandî ye. Ev, nakokiyeke edebiyata fantazî ye.

Tê bîra min, di dema zaroktiya min de hevalên min ên ji Chimaltenangoya ji Guatemalayê henekên xwe bi pismamên xwe yên ji San Andres Itzapayê dikirin. Itzapayî gotina xwe dirêj dikirin û digotin “Bueeeenos díaaaas, Tía Tereeeeeeeesa.” Gelo zaravaya “itzapeco” hebû haya min jê tune bû? Îdîaya din a ji rojnamevanê me yê ku ziman bi kûrahî analîz dike û xwe li riyên şaş dide, derbarê navê Messi de ye. Rojnemevan dibêje, li Arjantînê navê Messi “Lío” ye lê ne “Leo” ye. Ji bo vê, mirov li malpera Klûba Futbolê ya Barselonayê binêre bes e. Di vir de ji navê Messi wekî “Lionel” hatiye nivîsandin. Çawa ji bo “Santo” “San” tê bi kar anîn, ji bo “Lionel” jî “Lio” tê bikaranîn. Mirov bi tenê piçekî îspanyolî bizani be dikare bê fam bike.

Ka em careke din vegerin hevoka ku dibêje qehremanê me bi “arjantînî” an ji vê jî wêdetir bi “rosarînoyî” diaxive. Bi rastî jî zimanê îspanyolî dişibe Çemê Amazonê ku gelek milên xwe aveke pir mezin e. Di destpêkê de ew zimanê Qraliyeta Kastîlyayê, zianê Qralîçe Isabellayê bû ye ku Ferdinandê Aragonê re zewicî ye. Ev zimanê erda bi keleyên ji aliyê mîrên feodal û şervanan hatine çêkirin e ku bi zimanekî xwerû diaxivîn. Ev ziman ne tenê belavî Amerîkayê û erdên wê yên bê serûber bû lê belavî Ewrûpaya jî bû. Piştî vê, navê “îspanyolî” li ziman hate kirin. Sebeba vê ev bû, ew bûbû zimanê împaratoriyekê ku li Îspanyayê derketibû hole. Û wekî alavê ragihandinê ya li seranserê cîhanê, di vê rêwitiya xwe ya bênavber de dewlemend bû û guherî. Di heman demê de, ziman taybetiyên her herêmî di nava xwe de parast. Bo nimûne îspanyolî li Galîsya, Asturias û Andalusiayê ji wekî hev nayê axaftina. Lê ev nayê vê wateyê, zimanekî bi nabê “îspanyolî” tune ye. Eynî wekî vê, ziman li Meksîka, Kolombiya û Arjantînê jî wekî hev nayê axaftin. Û ev jî nayê vê wateyê zimanê van welatan ne îspanyolî ye.

Ew dem mirov careke din Amerîkiyên Başûr wekî zarokan vediguherîne dema kolonyal. Ew dem îdîayên îdeolojîk yên wekî beriya ewrûpiyan li wir kulturek tune bû û miletê bi tevahî ji bo kultura ewrûpiyan amade bû ku ku dibû sebeba bindestiya wan.

Mînakên rojnemevan ji me re dibêje, dikeve qada Lîngûîstîka Naîf. Ev cureyê ziman, ji ber bi forma zimanê diaxivin henekê xwe bi cîranê xwe bikin, ji aliyê hin mirovan ve tê bikaranîn. Rojnemevan ji me re dibêje Messi di dewsa  “spectacular” de dibêje “pectacular”, di dewsa “trabajar” de dibêje “laburar” û di dewsa “futbolê” sw dibêje “fúlbo.” Ma gelo pir dijwar e mirov ji kesên xwende û yên li kolanên  re bêje her yek ji me xwedî telafûza cihê ne?

Li aliyê din, ev hemû bala me li ser ‘zimangiraniya’ Lionel Messi ya ji axaftina wî ya Îspanyolî re, û ev leplep û iddiyayên zêde yên li ser şiklê devoka ‘şêniyên Başûrê Amerîka’, ma wan danaxe statuya newekhev ya ji serdema mêtîngeriyê ve? Ango, ma ev ne vejandina heman mejiya mêtînger e ku rê ji bindestkirina wan re vekirîbû, jiber digotin ‘çand û hişê wan nebû’, ‘aqil di serê wan de nebû’, û lewma ‘mafê ya Ewrupiyan bu’ ku dîroka wan binivîse.

——

Ev gotar ewil di Prensa Comunitaria de hatiye weşandin. Paşê wergera wê ya edîtkirî ya ji aliyê Melissa Vidayê hatiye kirin di Global Voices de hatiye weşandin. Gotar ji bo kurdî hatiye kurtkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …