Mazlûm Ebdî: “Em ji tu kesî naxwazin ji bo me şer bikin. Ji ber ku me gelek caran di berxwe daye û lewma jî niha gelê min li vir li ser piya ye. Eger pêdivî hebe em ê careke din di berxwe bidin. Sebeba em ji cîhanê daxwaz dikin bila ligel me cî bigire, tiştekî hên bêtir dijwar e: Aştî.
The Washington Post gotareke fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî weşand.
Rojnameya amerîkî bi vê gotarê derfetê da Rojavayê Kurdistanê dengê xwe bigihijîne cîhanê.
Mazlûm Ebdî di destpêka nivîsa xwe de dibêje, piştî 2014’an, Kobanê ku bajarê ew lê hatiye dinyayê careke din di bin xetereyê de ye.
Ebdî destnîşan dike, Kobanê îcar di bin gefa hevalbendê Amerîkayê û endamê NATO’yê Tirkiyeyê de ye.
Hin ji beşên balkêş ên vê gotarê wiha ye:
Sîstema Demokratîk
“Di warê qelîteya rêvebirinê û ewlekariyê de me hemû otorîteyên li Sûriyeyê li dûv xwe hişt. Yek ji van xizmetan jî bêyî serkeftina li Kobanê û desteka navneteweyî ya ji bo berxwedana me pêk nedihat.”
“Me di şerê xwe yê li dijî koma terorê (DAIŞ) de armanc kir, îdeolojiya li paş wê jî hilweşînin. Ji bo vê jî me sîstemeke li ser tevlîbûnê, plûralîzmê û wekheviyê bilind dibe, ava kir. Bo nimûne, niha li Reqaya ku zemanekî Ebû Bekir El-Bexdadî lê hukum dikir, jinên Sûriyeyê lîderiyê dikin.”
“Di warê qelîteya rêvebirinê û ewlekariyê de me hemû otorîteyên li Sûriyeyê li dûv xwe hişt. Yek ji van xizmetan jî bêyî serkeftina li Kobanê û desteka navneteweyî ya ji bo berxwedana me pêk nedihat.”
Êrişkariya Tirkiyeyê
“Dagirkeriya Tirkiyeyê ya 2018’an a li Efrînê û li Serê Kaniyê û ya 2019’an a li Til Abyadê bû sebeb bi sedhezaran kes terka erdên xwe bikin û zirarê da şerê global a li dijî DAIŞê. Piştî rêvebiriya tirkan a çend salan, ev herêm niha bi kaos, bêîstikrarî, şer û hebûna cîhadîstan di rojevê de ye.”
“Em ji tu kesî naxwazin ji bo me şer bikin. Ji ber ku me gelek caran di berxwe daye û lewma jî niha gelê min li vir li ser piya ye. Eger pêdivî hebe em ê careke din di berxwe bidin. Sebeba em ji cîhanê daxwaz dikin bila ligel me cî bigire, tiştekî hên bêtir dijwar e: Aştî. ”
“Di navbera kurd û tirkan de tu nefreteke kûr tune ye. Lîderên tirk bi polîtîkaya xwe tercîh dikin kurdan wekî xetereya li hember ewlekariyê bibinîn û mafên me yên demokratîk ên bingehîn înkar dikin.”
Mesele ne ya kurd û tirkan e
“Di navbera kurd û tirkan de tu nefreteke kûr tune ye. Lîderên tirk bi polîtîkaya xwe tercîh dikin kurdan wekî xetereya li hember ewlekariyê bibinîn û mafên me yên demokratîk ên bingehîn înkar dikin.”
“Dema herêma me di 2019’an de rastî xetereya dagirkirinê hat, PKK di vê rojnameyê de banga hevdîtin û çareseriya siyasî kir. Ev bang bê bersiv ma û çend meh paşê Tirkiye êriş bir ser du bajarên me û ew dagir kir.”
Banga ji bo cîhanê
“Em deklere dikin, em amade ne ji bo destpêka hevdîtinan rola xwe bilîzin û ji bo aştiya pêdiviya me pê heye hewl bidin.”
“Eger civaka navneteweyî bi biryardarî li hemberê dagirkeriya tirk derketiba û ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikara, dibe ku rewş niha wiha nebûna. Digel ku tu kes êdî nikare vegere dema berê jî, em dikarin ji trajediyên borî hin tiştan fêr bibin.”
“Em deklere dikin, em amade ne ji bo destpêka hevdîtinan rola xwe bilîzin û ji bo aştiya pêdiviya me pê heye hewl bidin. Em bang li civaka navneteweyî dikin, ji bo dagirkeriya tirk asteng bike tedbîrên lezgîn bigire û ji bo meseleya kurd destekê bide çareseriyeke polîtîk a li ser bingeha bihevrejiyinê û mafên wekhev bilind dibe”