Li Welatê Baskê planên parastina ziman

Welatê Baskê ji bo parastina ziman planên ji bo sala 2023’an gotûbêj dike.

Konseya ziman, di civînê de plana salane ya ji bo xurtkirina hebûna zimanê baskî ya di qadên jiyanê de pêşkêş kir.

Welatê Baskê ji bo parastina ziman planên ji bo sala 2023’an gotûbêj dike.

Bi vê armancê, li paytexta welêt Vitoria/Gasteizê civîna Konseya Şêwirmendiya Zimanê Baskî hate lidarxistin.

Civîn ji aliyê serokê Herêma Otonom a Baskê Inigo Urkullu ve hate birêvebirin.

Ji bilî lîderê Baskê, wezîrê Çand û Polîtîkaya Ziman Bingen Zupiria jî tevlî vê civînê bû.

Konseya Şêwirmendiya Zimanê Baskî di civînê de plana salane ya ji bo xurtkirina hebûna zimanê baskî ya di qadên jiyanê de pêşkêş kir.

Serokê Baskê Urkullu di axaftina xwe de got, “hewldanên vejîna zimanê baskî bingeheke girîng a civakê ye.

Di civîna Konseya Şêwirmendiya Zimanê Baskî de, komîteyên di qadên cuda de xebatê dimeşînin planên xwe yên ji bo sala bê pêşkêş kirin.

Urkullu axaftina xwe wiha berdewam kir:

Inigo Urkullu. Serokê Herêma Otonom a Baskê tevlî civîna li ser ziman bû.

Divê em çi di sektora çand û hunerê û çi jî di di sektora kar û têkiliyên bi gel re, di hemû qadan de hebûna zimanê baskî derxin asteke herî bilind.

Di civîna Konseya Şêwirmendiya Zimanê Baskî de, komîteyên di qadên cuda de xebatê dimeşînin planên xwe yên ji bo sala bê pêşkêş kirin.

Ligel planên ji bo sektorên cuda, di civînê de li ser Plana Çalakiyê ya ji bo Teşwîqkirina Zimanê Baskî jî dan û stendin hatin kirin.

Konsey armanc dike, vê plana giştî ya berfireh di nava demê de pêş bixe û wê Welatê Baskê têxe pratîkê.

Konseya ziman hewl dide li Herêma Otonom a Baskê xebat û projeyên ji bo ziman koordîne bike û bi vî awayî xizmetê ji normalkirina bikararanîna ziman re bike.

Konseya Şêwirmendiya Zimanê Baskî

Konseya ziman hewl dide li Herêma Otonom a Baskê xebat û projeyên ji bo ziman koordîne bike û bi vî awayî xizmetê ji normalkirina bikararanîna ziman re bike.

Konsey ji 26 endaman pêk tê û di bin banê wê de çar komîsyon xebatê dikin.

Komîsyonên Konseya Şêwirmendiya Zimanê Baskî ev in:

  • Komîsyona nûkirina Plana Çalakiyê ya ji bo Teşwîqkirina Zimanê Baskî (ESEP)
  • Komîsyona ziman û zayendê
  • Komîsyona ziman û dîjîtalê
  • Komîsyona sektora sosyoekonomîk a taybet

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

KNK banga yekîtîya kurdan kir

Civata Giştî ya KNKê ya 22. a li bajarê Den Haagê ya Hollandayê her lidarxistin. …