Pêşnîyazên li dijî asîmîlasyonê

Receb Dildar

Pêşnîyaza sêyem ji bo kreşên Kurdî ne. Bi min a herî girîng jî ev e. Lê divê ev kreş wek sembolîk neyên vekirin. Li gorî nufûsê, li her taxê bi dehan kreş bên vekirin û ev kreş bê pere bin. Ji bo kreşan divê mamosteyên kurdî bên tayîn kirin û mekanîzmayeke qontrolê ya baş bê avakirin.

Çend roj berê, ez çûbûm Fûara Pirtûkan a Îzmîrê, dayikeke  kurd û keça wê ya neh-deh salî hatin ber standê. Dayikê bi Tirkî ji keça xwe re got: “Lê binêr, çi kitêbên xweşik hene, ez ê yekê ji keça xwe re bistînîm û ez ê te pê hînî Kurdî bikim.” Keçikê bêyî ku lê bifikire, bersiva dayika xwe da, got: “Ne işime yarıyacak ki?” (Ma ew ê bi kêrî çi karê min bê?) Dîyalog bi vî awayî bû. Êdî min nizanibû ku ez heq bidim kîjan alî. Ne bi tenê li Îzmîrê, heman rewş li Kurdistanê jî wisa ye. Gava bi kêrî mirov neyê, ma mirov wê ji bo çi hînî zimanekî din bibe. Helbet ez li vê derê behsa, zarokên ku asîmîle bûne dikim.

Ji bo zarok û malbat berê xwe bidin zimanê dayika xwe ku ev şertek jê yê mirovbûnê ye, ez ê sê pêşnîyaza li şaredarîyan bikim:

1- Pêşnîyaza yekem: Divê şaredarî keç û xortên ku di zanîngehan de beşên Kurdî xelas kirine, bigrin kar, li her taxê qehwexane yan jî qafeyekê kirê bike û ji bo ciwanên diçin dibistana navîn û lîseyê qursên ziman ên ciddî bidin dest pê kirin. Zarokên ku qursa xwe bi serketin biqedînin, bi komputerekê bên xelat kirin, ji bo malbatan jî, heta ku qurs bidome, di heqê avê de kêmanîyeke baş bê kirin. Bi vî awayî, wê hem malbat, hem jî zarok bên teşwîqkirin. Heke şaredarî karên xwe baş bi rê ve bibin, dikarin ji projeyên Ewrûpîyan sûd werbigrin û malîyeta li ser xwe kêmtir bikin.

2- Pêşnîyaza duyem: Divê şaredarî di warê ziman de, komîsyoneke baş pêk bîne. Li gorî nirxandina wê komîsyonê, heke zarokê dibistana pêşîn û navîn, bikaribe bi hêsanî bi Kurdî bipeyive, bila bi tabletekê bê xelatkirin û ji bo malbata wî jî salekê ava wan bê pere be. Ji bo keç û xortên lîseyê jî heke bikaribin kurdî bixwînin û binivîsîn, bi komputerekê bên xelatkirin û ji bo malbata wan jî salekê ava bê pere.

3- Pêşnîyaza sêyem: Pêşnîyaza sêyem ji bo kreşên Kurdî ne. Bi min a herî girîng jî ev e. Lê divê ev kreş wek sembolîk neyên vekirin. Li gorî nufûsê, li her taxê bi dehan kreş bên vekirin û ev kreş bê pere bin. Ji bo kreşan divê mamosteyên kurdî bên tayîn kirin û mekanîzmayeke qontrolê ya baş bê avakirin.

Wek ku tê dîtin, di her sê pêşnîyazan de jî, hem zarok hem jî malbat jê sûdekê werdigire. Mirov dikare van pêşnîyazan lê zêde bike. Ya girîng ew e ku mirov carekê dest bi vî karî bike. Di warê aborîyê de, wê ev pêşnîyazan ji şaredarîyan re nebin bar. Heke bi hûrgilî û bi awayekî cîddî bixebitin, wê projeyên Ewrûpî van pêşniyazên ku min kirine bi hêsanî fînanse bikin.

Hêvîya me ew e ku şaredarî di warê dij-asîmîlasyonê de wezîfeya xwe bi cî bînin.

———————————

Foto: Receb Dildar 

Nivîs di hejmara 6. a Kurdistanê hatîye wergirtin  

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …