Şaredarî û Ziman

Samî TAN

Şaredarî dikarin ji bo berz û bilindkirina prestîja zimanekî rê xweş bikin. Serê pêşîn dikarin hemû xebatên xwe qet nebe bikin duzimanî, di pratîkê zimanê kurdî bikin zimanekî fermî. Ji bo vê yekê di asta navendî de siyaset û plansazîyeke zimanî hewce ye.

Şaredarî ji bo parastin û bipêşxistina zimanê kurdî çi bikin? Ji bo bersiva vê pirsê divê em pêşî bal û dêhna xwe bidinê ka ji bo ku zimanek ji tunebûnê rizgar bibe, divê di kîjan waran de xebat li serê werin kirin?

Ziman serê pêşîn li ser zar û devê mirovan geş dibe, bi geşedana hizir û raman, hest û dilînên wan re geş dibe. Ji ber vê yekê ziman jî wekî mirovan hêlîneke azad a dûredest dixwazin, anku hemû ziman dixwazin li qadekê serwer bin. Heke ji bêgavî bi zimanên din re bikevin berebazî û pêşbirkê jî divê xwedanê wan derfetan bikin ku di her qadê de hêz û şiyana xwe nîşan bidin, bi tu awayî rê li ber geşbûna wan neyê girtin. Ji bo vê yekê zimanek serê pêşîn dixwaze xwedan statû be û li ber dilê axêverên xwe şîrîn be, axêverên wî zimanî pê serberz û serfiraz bin. Mixabin kurdî li Bakur ji van derfetan bêpar e.

Rast e, mijara statûyê ne di destê rêveberîyên herêmî û xwecihî de ye, ji bo vê yekê têkoşîneke siyasî ya domdar pêwîst e. Lê dîsa jî şaredarî dikarin ji bo berz û bilindkirina prestîja zimanekî rê xweş bikin. Serê pêşîn dikarin hemû xebatên xwe qet nebe bikin duzimanî, di pratîkê zimanê kurdî bikin zimanekî fermî. Ji bo vê yekê di asta navendî de siyaset û plansazîyeke zimanî hewce ye. Beşa rêveberîyên herêmî yê partîyan  divê di warê xebatên parastin û bipêşvebirina zimanî de xwedanê mêjî û helwesteke zelal bin. Plansazîya xwe ya li gorî siyaseta xwe ya zimanî gav bi gav binivîsin û li hemû qadên desthilatîya xwe ya herêmî serwer û serdest bikin.

Ji bo rêvebirina xebatên çand û zimên divê di nava şaredarîyan de beşeke taybet hebe. Her wekî namzedên şaredarîyê yên DEM Partîyê di belgeya xwe ya stratejîyê de diyar kiribûn divê li gewrebajaran daîre, li bajar û navçeyan jî gerînendetî ji bo çand û zimanê kurdî were avakirin. Helbet mijara parastin û geşkirina zimanî ne karê beşekê tenê ye, divê pêşî xebatkarên vê beşê, piştre jî hemû xebatkarên şaredarîyê di warê zimanê kurdî werin perwerdekirin, bi tenê zimanê herêmkî ne bes e, divê xebatkar hînî zimanê nivîskî bibin, hevserok di vî warî de pêşengîyê bikin.

Çarenûs û qedera zimanekî helwesta axêverên wê diyar dikin. Lê mixabin rêjeyeke pir zêde ya civaka kurd di warê parastin û pêşvebirina kurdî de sersar e. Gelek malbat bêyî ku xema wan be, zarokên xwe bi zimanê serdestan mezin dikin. Ev helwest û reftar ji bo dahatû û siberoja zimanê kurdî metirsîdar e. Lewre li dijî vê hişmendîya zimankuj pêdivî bi xebateke xurt a hişmendîya parastin û pêşvebirina zimanê kurdî heye.  Şaredarî tevî sazîyên dildar û dilsozên zimanê kurdî dikarin xebateke birêkûpêk û berfireh bimeşînin.

Ev kar kedeke zêde û pisporîyeke têr û tesel dixwaze. Lewre ji divê kesên ku vî karî bikin, şareza û têgihîştî bin. Her wiha divê ji hemû sazî û kesên ehlê kar sûd were wergirtin. Hemû hêz û dînamîkên herêmî pêwîst e bikevin nava kar û bi rengê meclisekê xebatan bimeşînin. Bi vî rengî şaredarî dikare bi hêsanî bikeve qadên cuda yên jiyanê û zimanê wan qadan bike kurdî.

Qadeke din a ku zimanan li ser pêyan digire û geş dike jî qada birêkûpêkkirin û teşedana zimanî  (corpus) ye. Bi van xebatan ziman li gorî mercên nû yên zimanî û jiyana civakê nû û nûjen dibe. Ev kar jî ji hêla kes û sazîyên pispor ve tê kirin. Xweşbextane niha li gel bi sedan kesên ku di vî warî de xebatê dikin, gelek sazî û dezgeh jî hene. Şaredarî dikarin piştgirîya van kes û sazîyan bikin, wan han bidin da ku hêz û şiyana xwe bigihînin hev, xebateke xurttir û têkûztir bimeşînin.

Tan pêşnîyaz dike, şaredarîyên kurd pergaleka wekî EBAYÊ (Tora Înformatîk a Perwerdehîyê) ya Wezareta Perwerdehîyê ya Tirkiyeyê amade bikin. EBA online e û bê pere ye.

Wekî berdewama qada rêkûpêkkirin û xebatên yekgirtina zimanî, qadeke stratejîk jî qada hîndekarî û perwerdehîyê ye. Nemaze jî perwerdehî û hîndekarîya ji bo zarokan. Her wekî çawa şaredarîya gewrebajarê Stenbolê li gelek taxan kreş û pêşdibistan vekirin, şaredarîyên kurdan jî dikarin li her taxê pêşdibistanên bi kurdî vekin.  Bi vê mijarê re têkildar, sazîyên ragihandinê û şaredarî dikarin bernameyeke perwerdehîya bi kurdî wekî pergala EBAyê ya Wezareta Perwerdehîyê ya Tirkiyeyê amade bikin li ser televîzyonekê biweşînin.

Di vî warî de şaredarên kurd ne bêtecrûbe ne, lewre berî ku şaredarî werin desteserkirin, gelek kar dihatin kirin. Êdî pêwîst nake em qala wan tiştan bikin. Bo nimûne li Amedê di warê muzîk, şano û wêjeya kurdî de du heb sazîyên akademîk hebûn.  Her wiha li gelek bajaran ji bo zarokan pêşdibistan hatibûn vekirin. Dîsa xebatên muzîk û şanoyê bi giranî bûbûn kurdî. Her wiha xebatên tora civakî ya ragihandina şaredarîyan bûbûn pirzimanî. Ji bilî van li gelek taxan malên perwerdehîyê hatibûn vekirin û li wan deran ciwan hem ji bo ezmûna zanîngehê amade dibûn, hem jî kurdî hîn dibûn.  Her wiha mîhrîcan, konferans, komxebatên ji bo zimanê kurdî û pêşangehên pirtûkan hatin birêxistinkirin. Ev xebat hemû, digel hinek xebatên nû divê bi awayekî sîstematîk, bi reng û dirûvekî xweşiktir, bi helwesteke sivîl û demokratîk werin lidarxistin.

Vê pêvajoya desteserkirina şaredarîyan tiştek nîşanî me da; divê şaredarî ji sazîyên sivîl kadroyan berhev nekin, wan nekin karmendên dewletê, nava sazîyan vala nekin. Li şûna wê divê sazî werin xurtkirin, şaredarî ji wan sazîyan xizmetan wergirin.

Wekî xaleke dawîn jî divê ez bibêjim ku bila şaredarên kurd êdî nekevin êtira vedayîna deynê ku qeyûman hiştine, ji berê zêdetir razemenîyê li civaka kurd, li çand û zimanê kurdî bikin.

——————————–

Foto: Samî Tan

Nivîs ji hejmara 6. a Kurdistanê hatîye wergirtin. 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Cizîr 10. mîhrîcana xwe li dar xist

Cahîd AKIL Mihrîcana Cizîrê ya ku sala 2007an destpêkiribû heya 2015an bê navber dom kiribû. …