Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyan hat pîrozkirin

Li gelek bajaran bi boneya Cejna Zimanê Kurdî aktîvîteyên weke konser, atolye, dengbêjî û xwendina helbestan hatin lidarxistin.

Li Amed, Îzmîr, Şirnex û Mêrsînê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî aktîvîteyên weke konser, atolye, dengbêjî û xwendina helbestan hatin lidarxistin.

AMED

Li Amedê di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Li hêwana çalakiya ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê, DEM Partî, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Kovara Destarê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Wêjekarên Kurd û HDP’ê ve hat lidarxistin, pankarta “Her dem Kurdî her der Kurdî” hat daliqandin. Beriya bernameyê zarokên derketin ser dikê strana “Keleşo” û “Zimanê Kurdî” gotin. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn bayindir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî beşdarî çalakiyê bûn.

Bername bi şanoya yekkesî “Bedir-xan” ku ji aliyê Omer Şahîn ve hat pêşandan û behsa jiyana Mîr Celadet Alî Bedirxan dike dest pê kir.

Paşê Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Fatêxan Taşli Tûnç axivî. Taşlitûnçê got: “Bila kes ji zimanê xwe fedî neke û biaxive.”

Paşê ji ber di siyasetê de bi Kurdî diaxive plaket diyarî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahit Kirkazak û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçarê hat kirin. Ji ber ku Kirkazak nexweş bû û beşdarî çalakiyê nebû, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ji bo dayina plaketê dawet ser dikê hat kirin. Bakirhan di dema dayina plaketê de got ku îro rojeke dîrokî ye. Bakirhan bilêv kir ku Celadet Alî Bedirxan ji bo Kurdî bedêlên giran daye, lê paş de gav neavêtiye û got ku têkoşîna Kurdan a li dijî asîmlasyonê didome.

Bakirhan piştî axaftinê li ser navê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahit Kirkazak plaketê da Hevseroka DEM Partiyê Pinar Sakik Tekînê.

Paşê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo plaketê dawetî ser dikê hat kirin. Ûçarê jî plaketa xwe axivî. Ûçarê jî plaketa xwe diyarî jinên girtî yên li dijî tecrîdê li ber xwe didin kir.

Pışti plaketan dengbêj derketin ser dike. Bername piştî kilamên dengbêjan bi dawî bû.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê bi pêşengiya Avesta ziman û JînArt bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li salona avahiya JînArt panel pêk hat. Nivîskar yasemîn Elvan, hevserokê Komeleya Çan dû Piştevaniya Dersimê ya Îzmîrê Hasan Kiliç û nivîskar Mustafa Borak tevli panelê bûn. Piştre jî Koroya Jinan a DAD’ê ya Şaxa Îzmîrê derket ser dîkê.

Nivîskar Mustafa Borak axifrî û da zanîn kuz iman ruhê mirovane û kesê ku zimanê wan azad bin ew jî azadin. Mustafa her wiha balkişand ser girîngiya ziman û da zanîn ku divê zarokên Kurd zimanê xwe biaxivin.

Nivîskar Yasemîn Elvan jî axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya Kurdî-Derê û got niha bi sedan nivîskarên Kurd hene û ev bi saya Kurdî-Derê pêk hatiye.

Piştî axaftinan çîrokên Kurdî hatin vegotin û dengbêj derkestin ser dîkê. Piştre Koroya Jinan a DAD’ê derket û stranên Kurdî gotin.

ÇINAR 

Bi pêşengiya Şaredariya Çinarê ya bi ser Amedê ve konserek hat lidarxistin. Di konsera ku pankarta “15’ê Gulanê roşanê ziwanê Kurdkî pîroz bo” hat daliqandin de Hevşaredarên Çinarê Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzu, endamên meclîsa Şaredariya Çinarê û bi sedan kes amade bûn. Girseya ku beşdarî konsera Jin Ma bû bi cilên xwe yên gelerî renk dan konsere.

Konser bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.

ŞIRNEX

Di roja çeremîn ya 10’emîn Mîhrîcana Ziman, Çand û Hunerê ya Cizîrê ya ku ji aliyê şaredariya DEM Partî ya Cizîrê ve tê organîzekirin, li taxên Sûr û Nûrê yên navçeyê atolyeya zarokan hat lidarxistin.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê jî bi boneya Cejna Zimanê Kurdî bi pêşengiya Navenda Çandê ya Sanatolîa ve çalakiyek hat lidarxistin.

Nûçe ji ANFê hatîye wergirtin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …