Li Peruyê aloziya piştî girtina Castillo

Li Peruyê serokomar Pedro Castillo ji kar hate dûrxistin û paşê jî hate girtin.

Ev jî aramiya bisînor a li Peruyê bi dawî kir û derî aloziyeke din a polîtîk vekir.

Li Peruyê aloziya piştî girtina serokomar Pedro Castillo berdewam dike.

Navenda protestoyên dawî wekî berê vê carê jî paytexta Peruyê Lima ye.

Alîgirên Castillo li dijî girtina lîderê welêt protestoyan li dar dixin.

Li hember vê jî, dijberên Castillo jikardûrxistina serokomar pîroz dikin.

Bûyerên li Peruyê bi proseya azilkirina Pedro Castillo ya ji aliyê parlemenê ve dest pê kiribû.

Castillo ji bo vê bide sekinandin, bi biryareke awarte parlemenê ji hev belavkiribû.

Lêbelê endamên hukumeta wî jî tê de, parlemen vê qebûl nekiribû û bi dengdanekê serokomar ji kar dûr xistibû.

Bi dûv vê dengdanê re, Pedro Castillo bi tawanbariya derbeya li dijî parlemenê hatibû girtin.

Paşê, Parlemena Peruyê cîgira serokomar Dina Boluarteyê anîbû ser kar.

Serokatiya Pedro Castillo

Li Peruyê di ji sala 2016’yan ve 5 serok hatibû ser kar lê temenê polîtîk ên yek ji wan dirêj nebibû.

Ji bo bidawîkirina krîza heyî, di 2021’an de hilbijartinekê hatibû lidarxistin.

Li Peruyê di ji sala 2016’yan ve 5 serok hatibû ser kar lê temenê polîtîk ên yek ji wan dirêj nebibû.

Pedro Castillo. Serokê Peruyê di 28 tîrmeh 2021’an de hate ser kar û 7 kanûn 2022’an de ji kar hat dûrxistin.

Ji bo bidawîkirina krîza heyî, di 2021’an de hilbijartinekê hatibû lidarxistin.

Pedro Castilloyê xwe wekî namzeteke çepgir pênase dikir, bi vê hilbijartinê  hatibû ser kar.

Castillo di hilbijartinê de 50.17 ji % dengan wergirtibû û Keiko Fujimorî jî 49.83 ji % dengan bi dest xistibû.

Keiko Fujimorî ku keça dîktatorê berê Alberto Fujimori bû, encaman qebûl nekiribû û banga protestoyan kiribû.

Bi dûv vê re, li paytext Limayê çalakiyên mezin ên li dijî hukumeta Castillo hatibû lidarxistin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …