Ukrayna sembola naziyan serbest kir

Dadgeha Bilind a Ukraynayê biryar da, sembola yekîneyeke leşkerî ya Almanyaya Nazi serbest bê bikaranîn.

Dadgeha li Kievê di biryarê de destnîşan kir, sembolên yekîneya 14. Waffen-Grenadier-Division der SS ne yê naziyan e û lewma jî bi serbestî dikarin li Ukraynayê bên bikaranîn.

Ukrayna toleransa xwe ya ji bo naziyên li nava welat derxist asteke bilind.

Dadgeha Bilind a Ukraynayê biryar da, sembola yekîneyeke leşkerî ya Almanyaya Nazi serbest bê bikaranîn.

Dadgeha li Kievê di biryarê de destnîşan kir, sembolên yekîneya 14. Waffen-Grenadier-Division der SS ne yê naziyan e û lewma jî bi serbestî dikarin li Ukraynayê bên bikaranîn.

Bi vê encamê, doza derbarê vê yekîneyê de ku wekî Yekîneya Galîsyayê jî tê pênasekirin, piştî salekê bi dawî bû.

Enstîyuya Neteweyî ya Ukraynayê ya Bîranînê bi dûv biryarê de daxuyaniyek da û dadgehê pîroz kir.

Enstîtuya ku di bin banê hukumetê de kar dike, demeke dirêj e paramîlîterên niha li Ûkraynayê vê sembolê bi kar tînin wekî “şervanên azadiyê” bi nav dikin.

Hêjayî gotinê ye, dadgeheke din a li Kievê, di 2020’an de 14. Waffen-Grenadier-Division der SS’ê wekî komeke “ne nazi” bi nav kiribû.

Paşê, di 2021’an de li Kievê bi sedan neo-nazi bi sembola vê yekîneya SS meşekê li dar xistibûn.

Yekîneya Galîsyayê

14.Waffen-Grenadier-Division der SS di 1943’an de ji aliyê Almanyaya Nazi li Ukraynayê hate damezrandin.

Di encama êrişên vê komê de, di navbera 1943-45’an de bi hezaran kes hatin kuştin.

14.Waffen-Grenadier-Division der SS di 1943’an de ji aliyê Almanyaya Nazi li Ukraynayê hate damezrandin.

Endamên vê yekîneyê bi giranî ji welatiyên dilxwaz ên li Ukraynayê pêk dihatin.

Bi minasebeta damezrandina Yekîneya Galîsyayê di 1943’an de li Lvov/Lvivê merasîmek hate lidarxistin.

Ev koma nazi, bi giranî li dijî polonyayiyan û miletên din ku li dijî dagirkirina naziyan derdiketin hatin bikaranîn.

Di encama êrişên vê komê de, di navbera 1943-45’an de bi hezaran kes hatin kuştin.

Piştî salên 2014’an, hin komên netewperest û neo-naziyên li Ukraynayê ji nû ve sembol û alên naziyan ku di nava wan de yên Yekîneya Galîsyayê jî hebû, ji nû ve bi kar anîn.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …