Holanda ji bo koledariyê lêborînê dixwaze

Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte ji bo dîroka koledariyê ya 250 salan wê di 19’ê qanûnê de lêborînê bixwaze.

Berî niha, şaredarên Amsterdam, Rotterdam, Utrect û Laheyê û herwiha rêvebiriya Bankeya Holandayê  di meseleya koledariyê de lêborînê xwestibûn.

Holanda ji ber dîroka wê ya koledar xwe ji bo lêborînekê amade dike.

Hukumeta Holandayê ragihand, serokwezîr Mark Rutte wê di 19’ê qanûnê de lêborînê bixwaze.

Bi vê gavê armanc ev e, Holanda bi dîroka xwe ya koledariyê ya 250 salan re rû bi rû bimîne.

Parlementoya Holandayê piştî raporeke li ser koledariya li Sûrînam û du giravên Antîlê, di cotmehê de biryara lêborînê dabû.

Berî niha, şaredarên Amsterdam, Rotterdam, Utrect û Laheyê û herwiha rêvebiriya Bankeya Holandayê di meseleya koledariyê de lêborînê xwestibûn.

Di sibata 2021’an de jî serokwezîrê Holandayê Rutte ji ber şîddeta artêşa Holandayê di salên 1945 û 49’an de Îndonezyayê bi kar anîbû, daxwaza lêborînê kiribû.

Lêborîn têr nake

Lêbelê li Holandayê hin derdor di wê baweriyê de ne , di vê meseleyê de lêborîneke sembolîk têr nake.

Tê ragihandin, pêşiyên 70 ji % endamên civaka afrîkî-karayîbî yên li Holandayê kolebûn e û divê beriya her tiştî ev civak bê îqnakirin.

Lêbelê li Holandayê hin derdor di wê baweriyê de ne , di vê meseleyê de lêborîneke sembolîk têr nake.

Tê ragihandin, pêşiyên 70 ji % endamên civaka afrîkî-karayîbî yên li Holandayê kolebûn e û divê beriya her tiştî ev civak bê îqnakirin.

Hejmara endamên vê civakê îro li Holandayê digihîje derdora 500 hezarî.

Linda Nooitmeer a ji saziya NiNseeyê ku li ser dîroka koledariyê lêkolînê dike, balê dikişîne ser rewşa sosyo-ekonomîk a civaka afro-karayîbî û kêmarên din ên li welêt.

Nooitmeer dibêje, lêborîn gaveke rast e lê divê piştî vê, planeke ji bo başkirina mercên jiyanê yên kêmaran hin plan bên meşandin.

Holandaya koledar

Holanda di sedsala 17. de dest bi bazirganiya koleyan kir.

Di navbera 250 salan de bi qasî 600 hezar kesî ji Afrîka û Asyayê bi darê zorê hatin revandin û li giravên Karayîbê û Sûrînamê hatin xebitandin.

Holanda ji vê bazirganiyê pereyeke pir zêde qezenc kir û ev jî bû yek ji sebeba zenginiya vî welatî.

Tê ragihandin, bi tenê bazirganiya Atlantîkê ya koleyeyan di sedsala 18. de 5 ji % aboriya Holandayê pêk dianî.

Tevlî plantasyonên şekir ên li Karayîbê Holanda bi saya keda koleyan pereyeke pir zêde bi dest xist.

Holanda di sedsala 19’an de da dûv welatên din ên Ewrûpayê û di 1863’an de bi biryareke fermî koletiyê qedexe kir.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …