Katalonya xebata dîplomasiyê xurtir dike

Konseya Komara Katalan delegasyonên dîplomasiyê dişîne  Andorra, Meksîka, Afrîkaya Başûr û Şîliyê.

Konseya ku di 2018’an de li Katalonyayê hate damezrandin, dixwaze bi riya dîplomasiyê destekê bide doza serxwebûnê.

Katalonya tora xwe ya dîplomasiya li cîhanê berfirehtir dike.

Konseya Komarê ji bo dîplomasiyê çar delegasyonên din wezîfedar kir.

Ev delegasyon wê Katalonyayê li Andorra, Meksîka, Afrîkaya Başûr û Şîliyê temsîl bikin.

Bi biryara dawî ya konseyê hejmara nûnergehên Konseya Komarê ya li cîhanê bû sêzdeh.

Bi minasebeta wezîfedarkirinên nû, merasîmeke online hate lidarxistin.

Serokê Konseya Komara Carles Puigdemont di bernameyê de axaftinekê kir.

Puigdemont qala girîngiya dîplomasiya Katalonyayê kir û wiha axivî:

Dewleta îspanyol nikare pêşî li dîplomasiya Katalonyayê bigire. Divê em bi awayekî serbest dengê xwe bigihîjînin cîhanê.

Cîgirê serokê Konseya Komarê Toni Comin jî di axaftina xwe ya di heman bernameyê de qala nirxê stratejîk a her çar welatan kir.

Comin got, delegasyonên katalan wê dengê Katalonyayê bigihîjinin van welatan.

Konseya Komara Katalan

Konseya Komarê ku wekî Konseya Komara Katalan jî tê naskirin, saziyeke ne fermî ya katalan e.

Armanca konseyê rêxistinkirina tevgera serxwebûnê û parastina mafên polîtîk ên Katalonyayê ye.

Konseya di 2018’an de li Katalonyayê hate damezrandin, dixwaze bi riya dîplomasiyê destekê bide doza serxwebûnê.

Piştî serokê Katalonyayê û hin lîderên katalan derketin derveyî welêt, Belçîka bû navenda konseyê.

Tora dîplomasiya Konseya Komara Katalan. Li 13 welatan nûnergehên konseyê hene.

Referandûma serxwebûnê

Li Katalonyayê di 1’ê Cotmeha 2017’an de bi awayekî yekalî referandûma serxwebûnê hatibû lidarxistin.

Îspanya hewl dabû dengdayinê asteng bike da ku welatiyên katalan nikaribin mafên xwe yên deokratîk bi kar bînin.

Lê digel vê jî beşeke mezin a katalanan çûbûn ser sindoqê û di lehê serxwebûnê de deng dabûn.

Parlamentoya Katalonyayê piştî referandûmê, di 27’ê serxwebûnê welêt ragihandibû.

Piştî vê, Îspanya dest bi zilmeke siyasî kiribû û gelek lîderên serxwebûnê û siyasetmedarên li Katalonyayê girtibûn.

Serokê Katalonyayê Carles Puigdemont û çend lîderên katalan terka Îspanyayê kiribûn û li Belçîka û Swîsreyê serî li mafên penaberiyê dabûn.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …