Hejmara 6. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Hejmara gulanê ya Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Rêya Serxwebûnê e-kovareke Infowelat e û piranî ji nûçe û gotarên malperê pêk tên.

Venasîna polîtîk û self-detemînasyon du mijarên sereke yên Rêya Serxwebûnê ne.

Serxwebûn, federalîzm, otonomî û modelên self-determînasyonê di vê çarçoveyê de di malperê de cî digirin.

Heta niha 5 hejmarên e-kovara Rêya Serxwebûnê hatin weşandin.

Di hejmarên berê yê Rêya Serxwebûnê de dosyeyên li ser Skotland, Tîrola Başûr, Greenland, bakurê Îrlandayê û Giravên Alandê cî girtibûn.

Mijara dosyeyê ya hejmara vê mehê Katalonya ye.

Kurtedîroka têkoşîna katalan, referandûma serxwebûnê, zilma siyasî û efûya katalanên serxwebûnxwaz mijarên dosyeyê ne.

Naveroka hejmara 6.

  • Vîetnam di 1954an de bû welatekî serbixwe
  • Serxwebûnxwaz li Kaledonyaya Nû serî hildan
  • Bouganville ji bo serxwebûnê hewl dide
  • ‘Tîbeta Biçûk’ ji Hîndistanê otonomîyê dixwaze
  • Belçîka 4 parlamentoyan hildibijêre
  • PNV û EH Bildu li Welatê Baskê bi ser ketin
  • Bobby Sands di 1981an de jîyana xwe ji dest da
  • Federalîzm û Reveberîya Xwecîhî
  • Katalonya: Welatekî li benda serxwebûnê

Infowelat

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Alanê li Swîsreyê hat redkirin li Tirkîyeyê hat girtin

Alanê ku du sal berê li Swîsreyê serlêdana penaberiyê kir, li Tirkîyeyê hat girtin. Xên …