Podcastên li ser otonomiyê

EURAC  ji bo danasîna otonomiyê dest bi bernameyeke podcastê kir.

Bername ji aliyê Navenda Tecrubeya Otonomiyê ya di bin bane EURAC’ê de tê meşandin.

EURAC (Akademiya Ewrûpayê ya Lêkolînê) ji bo danasîna otonomiyê dest bi bernameyeke podcastê kir.

Bername ji aliyê Navenda Tecrubeya Otonomiyê ya di bin bane EURAC’ê de tê meşandin.

Podcast bi zimanê almanî û îtalyanî hatine amadekirin.

Podcastên bi navê “Famkirina Otonomiyê” wê di Spotfy, Apple Podcast û di platformên popular ên din de bên weşandin.

Navendê Tecrubeya Otonomiyê ragihand, podcast bi minasebeta 50 saliya statuya otonomiyê ya Tîrola Başûr hatine amadekirin.

Navendê di danasîna xwe de got, digel di ser statuya duyemîn a otonomiyê re bi dehan sal derbas bûne, hîn jî qismek ji welatiyan têra xwe hay ji vê statuyê tune ne.

Ev jî bûye yek ji sebeban ku çima navend dest bi weşandina bernameyên podcastê kiriye.

Di deh beşên podcastan de meseleya otonomiyê bi hin aliyên wê yên girîng, tevlî pirsên derbarê Tîrola Başûr de tên dayîn.

Berpirsê Navenda Tecrûbeya Otonomiyê Marc Röggla derbarê mijarê de wiha diaxive:

“Beşa ewil derbarê naveroka otonomiyê de ye. Di beşên bê de em ê qala paşxaneya dîrokî û bingeha hiqûqî ya Tîrola Başûr bikin. Wateya otonomiyê ya ji bo ciwanên Tîroliyên Başûr û komên ziman ên li vê herêmê di fokusa bernameyê de ye.

Navenda Tecrûbeyên Otonomiyê

Navenda Tecrûbeyên Otonomiyê saziyeke di bin bane EURAC’ê (Akademiya Ewrûpayê ya Lêkolînê) de ye.

Navend ligel Tîrola Başûr, li cîhanê li ser tecrûbeya otonomiyê lêkolînan diweşîne.

EURAC di 1992’an de li parêzgeha xweser a Tîrola Başûr a li bakurê Îtalyayê hat damezrandin.

Navenda saziyê li paytexta Tîrola Başûr Bozen/Bolzanoyê ye.

Akademî ligel otonomiyê, di hemû qadên derbarê pêşketina herêmî de lêkolînên zanistî dike.

Di bin bane EURAC’Ê DE 11 enstîtu û 4 navend hene û bi qasî 550 xebatkar ên ji 35 welatên cîhanê dixebitin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …