Bruksel bi gendeliya siyasî hejiya

Dozgeriya federal a Belçîkayê, bi îdîaya ku bi Qeterê de hevkariyê dikin li dijî komekê vekolîn da destpêkirin.

Di serdagirtina malan de Cîgira Seroka Parlementoya Ewrûpayê Eva Kaili jî tê de 4 kes hatin girtin.

Yekitiya Ewrûpayê bi skandaleke mezin a gendeliyê li nava hev dikeve.

Dozgeriya federal a Belçîkayê, bi îdîaya ku bi Qeterê de hevkariyê dikin li dijî komekê vekolîn da destpêkirin.

Polêsên Belçîkayê di çarçoveya vekolînê de li paytext Brukselê operasyoneke berfireh li dar xistin.

Di serdagirtina malan de Cîgira Seroka Parlementoya Ewrûpayê Eva Kaili jî tê de 4 kes hatin girtin.

Di lêgerîna mala Eva Kailiyê de 600.000 euro pere hate desteserkirin.

Tê îdîakirin, ev pere di berdêla hevkariya siyasî de ji aliyê Qeterê ve hatiye dayîn.

Dozgerî di wê baweriyê de ye, Qeter bi bertîlên (ruşvet) mezin dixwaze bandorê li polîtîkaya Yekitiya Ewrûpayê bike.

Çima Eva Kaili?

Tê ragihandin, Qeter ji bo Bruksel biryarên di lehê wê de bigire, pozîsyona Eva Kaili bi kar anîye.

Kaili nûnera partiya sosyalîst a yûnan PASOK’ê ye û ji 2014’an û vir ve endamê Parlementoya Ewrûpayê ye.

Di Çileya 2022’an de Kaili bû yek ji çardeh cîgirên seroka parlementoyê.

Ev jî bandora wê ya siyasî ya di nava siyaseta Yekitiya Ewrûpayê de bilind kir.

Tê ragihandin, Qeter ji bo Bruksel biryarên di lehê wê de bigire, pozîsyona Kaili bi kar anîye.

Pesnê Qeterê da

Dozgerî di wê baweriyê de ye, Qeter bi bertîlên (ruşvet) mezin dixwaze bandorê li polîtîkaya Yekitiya Ewrûpayê bike.

Kaili di rûniştineke cotmehê ya di parlementoyê de bi eşkereyî destekê dabû rêvebiriya Qeterê.

Ligel mirina bi hezaran karkerên sektora avahîsaziyê jî Kaili Qeterê wekî parazvanê mafên karkeran nîşan dabû.

Niha serdozgeriya Belçîkayê wê derbarê siyasetmedara ewrûpî de bi îdîaya gendelî û spîkirina pereyan vekolînê bike.

Ji ber vekolînê Eva Kaili ji cîgirtiya serokatiyê hate dûrxistin û lê wê wekîltiya wê ya di parlemenê de berdewam bike.

Lê ji ber ku di mala Kailê de pereyên reş hatine desteserkirin, îhtimal heye mafê wê yê parêzbendiyê bê betal kirin.

Dema ev pêk were, wekîla yûnan dikare li Belçîkayê bê mehkemekirin û ceza lê bê birîn.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …