Skotland ji bo serxwebûnê amade ye

Anketa dawî nîşan dide, 56 ji % welatiyan wê ji serxwebûnê re bêjin “erê.”

Piraniya skotlandiyanwê di hilbijartinên giştî de destekê didin partiya serxwebûnxwaz SNP’ê

Li Skotlandê desteka ji bo serxwebûna welêt bilind dibe.

Anketa dawî nîşan dide, 56 ji % welatiyan wê ji serxwebûnê re bêjin “erê.”

Lêkolîna dawî ya ji aliyê Ipsos Scottish Political Monitor û STV Newsê hate kirin.

Ji anketê bi eşkereyî tê famkirin, piraniya skotlandî destekê didin partiya serxwebûnxwaz SNP’ê (Partiya Netewperest a Skotlandê).

Tê diyarkirin, SNP’ê di hilbijartinên giştî yên Brîtanyayê de wê 58 kursiyan bi dest bixe.

51 ji % welatiyan diyar kirine, ew ê di hilbijartina giştî de dengê xwe bidin vê partiyê.

Ev jî careke din vê partiya mafê self-determînasyonê diparêze dike hêza herî mezin a Skotlandê.

Yek ji encamên anketê jî derbarê desteka siyasî ya ji bo lîdera Skotlandê Nicola Sturgeon e.

Li gorî anketê, 52 ji % welatî baweriya bi serokwezîra Skotlandê Sturgeon re tînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Dadgeha Bilind a Brîtanyayê bi biryareke xwe rê li ber referandûmeke serxwebûnê ya Skotlandê girtibû.

Dadgehê diyar kiribû, di çarçoveya qanûna otonomiya Skotlandê de mafê biryardayina ji bo referandûmê di destê Parlemena Brîtanyayê de ye.

Pirs: Divê Skotland bibe welatekî serbixwe?

Fikarên welatiyên Skotlandê

Yek ji encamên anket derxistiye holê jî fikarên welatiyên Skotlandê yên derbarê sîstema aborî ya Brîtanyayê de ye.

41 ji % skotlandî di wê baweriyê de ne, rewşa pergala tenduristiyê NHS çiqas diçe xera dibe.

28 ji % welatiyan ji zêdebûna enflasyonê xerabûna mercên debarê fikaran kirine.

Herwiha, 23 ji skotlandiyan jî fikarên xwe yên derbarê pergala heyî ya perwerdeyê îfade kirine.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …