Li Almanyayê operasyona li dijî Reichsburgerê

Almanyayê di operasyona li dijî koma Reichsbürgerê de 50 kesî binçav kir.

Serdozgeriya Almanyayê ragihand, endamên koma Reichsbürgerê derbeyeke li dijî hukumetê plan kirine.

Almanya li dijî komeke rasta radîkal operasyona herî mezin a salên dawî li dar xist.

Hedefa operasyona Almanyayê çeteya rastgir a li dijî sîstemê Reichsbürger (welatiyên Reichê) bû.

Di serdagirtinên malan a li dijî  vê komê de li derdora 50 kesî hatin binçavkirin.

Serdozgeriya Almanyayê ragihand, endamên koma Reichsbürgerê derbeyeke li dijî hukumetê plan kirine.

Li gorî agahiyên serdozgeriyê, komê navê “RojX” li roja êrişa li dijî hukumeta Berlînê kirine.

Eger derbe bi ser ketiba, serokê çeteyê Heinrich XIII Prinz Reuss bihatana ser kar.

Heinrich XIII Prinz Reuss ku xwe wekî endamekî malbata arîstokrat qebûl dikir, wê rejîmeke qraliyetê damezrandana.

Di operasyona berfireh a polêsan alman de Heinrich XIII Prinz Reuss jî hate girtin.

Almanyayê ragihand ev koma derbekar di mijdara 2021’an de hatiye damezrandin û ji wê rojê û şûn ve gav bi gav xwe bi rêxistin kiriye.

Heinrich XIII Prinz. Eger derbe bi serketiba wê serokê Reichsbürgerê bûbûna qralê Almanyayê.

Detayeke girîng a di derbarê vê rêxistinê de têkiiya wê ya bi şîdetê re ye.

Reichsbürger şîdetê wekî alaveke kêrhatî qebûl dike û 500 endamên wê xwedî çekên bi lîsans in.

Îdeolojiya Reichsbürgerê

Reichsbürger sîstema heyî ya Almanyayê red dike û dixwaze di dewsa wê de împaratoriyeke alman damezrîne.

Reichsbürger sîstema heyî ya Almanyayê red dike û dixwaze di dewsa wê de împaratoriyeke alman damezrîne.

Împaratoriya Alman ku wekî Reicha Duyemîn tê naskirin, di 1871’an de piştî yekitiya axê ya herêmên Almanyayê hatibû avakirin.

Ev împaratorî, di bin banê monarşiyê de xwedî sîstemeke federal parlementer bû.

Lêbelê digel vê taybetiya wê, rejîma Reichê di bin dîktatoriya leşkerî ya serokwezîr Otto von Bismarc de bû.

Koma çete ligel vê paşxaneya xwe ya dîrokî, îdîa dike Almanya ne têra xwe serbixwe ye û piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ketiye bin kontrola Amerîka û hêzên din ên serkeftî.

Problema rasta radîkal

Li Almanyayê bi dehan salane ji neo-naziyan bigre heta komên din ên rastgir, bi dehan çeteyên  rasata radîkal xwe birêxistin kirine.

Li Almanyayê bi dehan salane ji neo-naziyan bigre heta komên din ên rastgir, bi dehan çeteyên  rasata radîkal xwe birêxistin kirine.

Aktîvîstên mafên mirov diyar dikin, hin ji van koman destekê ji saziyên fermî yên Almanyayê digirin.

Ev îdîa di 2020’an de di meseleya KSKê de ku komeke elît a artêşê bû, derket holê.

Sînorên Almanyaya Reich. Dewleta di 1871’an de hate damezrandin, di 1918’an de hilweşiya.

Hukumeta alman bi hinceta ku destekê dide komên rastgir ên ektremîst, KSKê ji hev belav kir.

Îdîayek din jî derbarê têkiliya desteka siyasetê ya ji bo komên rasta radîkal e.

Pispor diyar dikin, bi xurtbûna partiya AfD (Alternatîfa ji bo Almanyayê) êrişên rastgiran zêdetir dibe.

AfDya ku partiyeke rastgir a extremîst e, cara ewil di hilbijartinên 2017’an de ketibû parlemena Almanyayê.

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …