Erdheja siyasî ya li Katalonyayê

Partîyên serxwebûnê dixwazin, piştî 30 salan piranîya di Parlamentoya Katalonyayê de winda kirin.

Di hilbijartina herêmî de serkeftina sîyasî bû para Partîya Sosyalîst a Katalonyayê (PSC).

Hilbijartinên Katalonyayê encamên wekî erdhejê bi xwe re anî.

Partîyên serxwebûnê dixwazin, piştî 30 salan piranîya di Parlamentoya Katalonyayê de winda kirin.

Ev yek wekî xetereyeke mezin a li hemberê têkoşîna ji bo serxwebûnê tê qebûlkirin.

Di hilbijartina herêmî de serkeftina sîyasî bû para Partîya Sosyalîst a Katalonyayê (PSC).

PSC rêxistina herêmî ya Partîya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê (PSOE) ye.

Partîya serfiraz di hilbijartinê de 42 ji 135 kursîyên Parlamentoya Katalonyayê bi dest xistin.

Partîya Juntsê ya lîderîya wê ji aliyê Carles Puigdemont ve tê kirin, bi 35 kursîyan bû hêza duyemîn.

Lîderên her sê Katalonyayê ku partîyên wan di hilbijartina dawî de derenceya yekemîn, duyemîn û sêyemîn wergirtin/Wikipedia

Partîyeka din a serxwebûnxwaz ERC jî vê carê encax dikaribû 20 kursîyan bi dest bixe.

Tevlî wekîlên komên din, hejmara tevahî ya kursîyên serxwebûnxwazan digîhîje 61î.

Ji bo avakirina hukumeta Katalonyayê pêdîvî bi 68 kursîyan heye.

Lîderê katalan ê li penaberîyê Puigdemont tevî van encaman jî banga avakirina hukumeteka serxwebûnxwaz kir.

Puigdemont bi tundî li hemberê hewldanên avakirina hukumeteka di bin kontrola sosyalîstan derket.

Lîderê katalan ji bo encamên hilbijartinê jî xebata kêm a partîyên serxwebûnxwaz a di nava civakê de nîşan da.

Serokê Katalonyayê Pere Aragones jî di axaftina xwe ya piştî hilbijartinê de derî li koalîsyona bi sosyalîstan re girt.

Aragones got, ew ê doza xwe ya ji bo Katalonyayê wekî partîyeka mixalif berdewam bikin.

——————————————–

Foto: Serokê Katalonyayê Pere Aragones li ser encamên hilbijartinê daxuyanîyê dide/Regio 7

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …