Bi taybetî dixwazim vê bêjim; wisa xuya dike ku sazî û dezgeh, bi awayên berê, bi pratîka berê didomînin kar û xebatên xwe; ger em wisa bidomînin, em ê nikaribin bi pêngavan bi pêş ve biçin; ji ber ku ew rê û rêbazên berê ji alî sîstema dewletê û sîstema mêtingeriyê ve hatine qulkirin û kêmbandorkirin.
Îro 15’ê Gulanê ye. Ev roj ji ber ku salvegera derçuyîna hejmara ewil a kovara Hawarê ye weke cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Zimanê Kurdî, weke zimaneke bindest, ji aliyê dewletên serdest û kiryarên wan ên tundî û êrîşkar ve bi sed salane tê astengkirin. Dîsa jî civaka Kurd geh bi sekna gel, geh bi saya polîtîkayên xurt ên navxweyî, geh jî bi saya hewldanên hunermend, wêjekar û aktîvîstên ziman li ber xwe da û zimanê xwe gihand roja îro. Lê tundî û êrîşên asîmilasyonîst ên serdestan nesekinîn. Yanê zimanê Kurdî hê jî bi xetereyan re rû bi rû ye û ji bo ev xetere belav bibe pêdivî bi hişmendiyek rasteqîn û xebatên cidî heye. Me jî bi nivîskar Dr. Dilawer Zeraq re li ser hişmendiya zimanî û xebatên ku di warê ziman de dikarîn bêne kirin sohbetek kir.
Di salên dawî de xwedêgiravî xweyîderketinek mezin li ziman heye lê îstatîstîk jî nişan didin ku bikaranîna zimanê Kurdî her diçe xirabtir dibe. Tu li ser vê nakokiyê dikarî çi bibêjî? Sedem çi ye?
Sedema ku “xweyîlêderketina mezin” di îstatîstîkan de bi awayekî xerabtir dide der ew e ku têgiha “xweyîlêderketinê” wekî slogan tê bikaranîn û pratîka wê jî berteng dimîne. Ev yek hinek jî ji ber naverok û çarçoveya ku têgiha “xweyîlêderketinê” tê de dihewe, diqewime; di vê gotinê de, peyva “xweyî”, ziman dike mîna tiştekî ku mirov dibe xweyiyê wî. Yanê, tiştekî wisa ku hewcetiya wî bi me heye. Lê belê, ji bo ku hebe hewcetiya ziman bi me tune, ji bo ku em hebin hewcetiya me bi ziman heye. Ji ber feraseta min behs jê kir, hezkirineke têra xwe ji bo zimên çênabe. Hezkirina ku ez behs jê dikim, ne di dil de, lê di hiş û ruh de çêdibe, li wir geşe dide xwe û dipije; û dibe parçeyekî giring, beşeke bivênevê ya hebûna mirovê Kurd. Nakokiya ku li rastê ye, ji ber vê hezkirina berteng, kêmwate, kêmpratîk û ne-navoyîkirî (non-internalized) ye. Her wisa, awayê pêwendîdanîna bi zimên re jî bi roleke diyarker radibe û gelek tiştan datîne ber me. Pêwendiya me ya bi zimanê me re, ne tu pêwendî ye. Em wisa ji rû ve û bi balanêrî pêwendî datînin bi zimên re; bi vî awayî jî, berî ku serdest zimanê me kêm bixin, em bi xwe, -li şûna ku wî navoyî bikin û bikin yên xwe- zimanê xwe li ba xwe “bêhêz” dikin. Wekî dongî, li hemberî zimanê serdest û pêkanîn û navgînên (amrazên) asîmîlasyonê, em jî zimanê me jî, ji hêza xwe dikevin û ji me re dimîne, slogan û qîjîna bêreh û fûrek.
Gelo ji bo ku bi Kurdan re hişekî zimanî ya ji hezkirin û sloganê dûr were avakirin, divê rê û rêbazên çawa werin bicîanîn?
“Hişê zimanî”, ev çend sal ez li ser vê têgihê disekinim da ku wê li ser hîmeke saxlem daynim û naveroka wê diyar bikim. Belê, ji bo avabûna hişekî û hişmendiyeke zimanî, serê pêşîn pêwîst e em gotinên xwe wekî têgihan ava bikin û wan biqulibînin ser bêjarê (discourse). Gava gotinên me yên li ser zimanê me li me bibin têgih, wê gavê em ê asta pêwendiya xwe ya bi zimanê xwe re bilindtir bikin; em ê pileya wê astê ji dil, dev û guh bigihînin ser pileya hiş û mêjî. Gava em karibin têgih û bêjarên xwe yên der heqê zimanê xwe de, li ser hiş û mêjî binirxînin, li serê bifikirin û di wê astê de çalak bikin, hingê wê hişê me bibe warê zimanê me jî.
Ji bo bicîanîna vê yekê, serê pêşîn ‘hayjêbûneke zimanî’ pêwîst e. Hayjêbûneke zimanî ya wisa ku duzimaniyê di çarçoveya ‘zimanê ku ji bo demê têrnekir e, ne yê fermî û zanistê ye’ de tênagihîje. Kesê Kurd, yê ku em fereza hebûna wî dikin, her çend zimanê wî bindest, bêparhêlayî û berbendkirî be jî, bi vê hayjêbûna pêwîst û lixweşiyar, asta zimanê xwe digihîne pileya hişê xwe û di çalakiyên hiş û hişmendiyê de par û roleke zêde dide zimanê xwe. Gava kesê Kurd yê ferezakirî pêwendiyeke bi vî rengî ya lêşiyariyê bi zimanê xwe re dayne, hingê ew ê bi zimanê xwe, li ser têgih û bêjarên jiyanê û zanînê jî bifikire. Kesê Kurd, çi qas li ser zimanê xwe bifikire û di çêja wî ya çalakiya hişî bigihîje, wê ew qas jî ji zimanê xwe hez bike; wê hingê ew ê hezkirina Kurdan ya zimanê xwe ji hezkirina dilînî xurttir û astbilindtir be û ew ê bibe hezkirina li ser hiş û dil avabûyî û êdî kes nikare takekesê Kurd asîmîle bike; ji wê qonaxê şûnde, takekesê Kurd, li zimanê xwe şiyar e, jêhay e, pê jiyanê saz dike, digel wê jî duzimanî ye, sêzimanî ye û hemû zimanên ji bilî zimanê wî xizmetkar in ji bo xurtkirina zimanê wî.
Roja îro, li bakur, gelek Kurd hene ku pêwendiyeke bi vî rengî bi zimanê xwe re danîne û pêwîst e bi rê û rêbazên dîtir yên gelemperî, çalakiyên zimanî û wêjeyî û polîtîkayên siyasî yên nû werin danîn da ku gel jî, pey der pey, wekî gelek Kurdên ku min behs ji wan kir, bala xwe bide ser zimanê xwe.
Ji bo ku têgihana zimanî ya Kurdan ji hestyariyê dûr bikeve, divê xebatên çawa werin kirin?
Belê, sê rêçik hene ji bo ku têgihana zimanî ya kesekî ji hestyariyê dûr bikeve. Yek jê hişmendiya zimanî ye ku qasek berê min bi kurtayî destnîşan kir. Ya din perwerdehiya bi zimanê dayikê ya bi sîstemeke pergalkirî ye. Ya dawî jî wêje ye ku ramana wî ya zimanî li ser hiş û fikireke xurt û pêwîst hatiye danîn. Roja îro, derfeteke me ya wekî perwerdehiya bi zimanê dayikê tune ye û me ew bi dest xwe ve neaniye. Ji me re dimîne, hişmendiya zimanî û ramana wêjeyî. Wekî diyar e, ziman û wêjeya bi wî zimanî, -digel ax û teritorya, çand û dîrokê- yek ji stûnên esasî ya netewebûnê ye. Gava em, wekî xwendeyên vî gelî -bêguman siyasetvan jî tê de ne û jê ne bêrî ne-, bi hişmendiya zimanî, ramana xwe ya wêjeyî daynin û di praksîsa jiyanê de wan digel hev bi cî bînin, hingê wê gel û mirovên asayî jî hêzê ji me bigirin û wêrekiya xwe ya heyî bidin der û wê Kurdî, hinek be jî, ji halê xwe yê folklorîk -ku tê de hatiye hêlan- bifilite û ew ê karibe rengê xwe bide roja îroyîn ku moderniya kapîtalîst lê serdest e û ew ê karibe xwe ji bindestiya ramanî ya zimanê serdest rizgar bike.
Tu bi giştî polîtîkayên ziman ên sazî û dezgeyên Kurdan -tevî partiyên siyasî- çawa dibînî?
Polîtîkaya derdorên ku te navê wan hilda, serê pêşîn bi awayekî tekûz û bi bandor dest pê kir. Heta sala 2016’an jî, wisa li ser reng û awayekî hevgir hat meşandin. Lê paşê, gelek tiştên ku bi tundûtûjiyê li gel û saziyan hatin qewimandin, bi taybetî pêwendiya gel û sazî û dezgehan ji hev birî û gel, -çi bêhemdî xwe, çi ji ber tirsê, çi jî ji ber xemsariyê- ji çand û ziman dûr ket. Di van dem û rojên dawiyê de, rewşeke xweş ya lihemanan heye; ger em vê rewşa xweş bi xwe û bi kirinên xwe geştir û xurttir bikin, em ê karibin xwe bigihînin Mûşê. Lê heke em bi qûşên berê bidomînin, em ê di rê de asê bimînin. Ji bo ku em di rê de asê nemînin, min bi kurtayî hin rê û rêbaz gotin. Bi taybetî dixwazim vê bêjim; wisa xuya dike ku sazî û dezgeh, bi awayên berê, bi pratîka berê didomînin kar û xebatên xwe; ger em wisa bidomînin, em ê nikaribin bi pêngavan bi pêş ve biçin; ji ber ku ew rê û rêbazên berê ji alî sîstema dewletê û sîstema mêtingeriyê ve hatine qulkirin û kêmbandorkirin.
Gelo ji bo ku zimanê Kurdî bi her awayî bibe bersiva roja îro, divê pergaleke çawa were avakirin û sazî û kes çawa kar û xebatan bikin?
Bi kurtayî be jî min hin tişt gotin di vî warî de. Dikarim wekî lêzêdekirinê vê jî bêjim; divê em xwe ji kirinên banekiyê (hînbûyînî) dûr bikin. Yanê divê em hemû gotinên xwe her tim bi eynî awayî nebêjin. Divê em hemû kirinên xwe bi eynî awayî nekin. Hin kirin û gotin hene, berdemî ne, konjonkturî ne, divê haya me ji wan hebe û em bi dubarekirinê wan li xwe nekin jehr û keratî. Divê di sazî û dezgehan de, ‘desteyên fikirafir’ hebin û ji bo kar û xebatên piralî, fikir, rê û rêbazên nû û aktîf peyde bikin. Divê xebatên me wisa çalak, nûger û lihevguhêr bin ku serdestê mêtinger zû bi zû nikaribe têkeve navê, nikaribe wê ji nav de pûç bike û birizîne. Loma jî, bêyî ku em li ser biçûkî û mezinî, kêmî û zêdeyiya bandora kar û xebat û çalakiyan bifikirin û xwe eware bikin, divê em bidin dû afirandina her cure kar û xebat, kirin û çalakiyên nû.
Di nav civakê de barê ziman piranî li ser milê wêjekar û hunermendan e. Lê em her roj şerekî di navbera wêjekar/hunermendan û welatiyan de dibînin. Di meseleya ziman de sankî em hem wek civak hem jî wek hunermend û wêjekarên civakê tiştna şaş dikin. Tu çi difikirî?
Ew şerê di navbera wêjekar û hunermendan de ku tu behs jê dikî, bi min wekî neçarî û nepêkhatîtî tê. Ez dibêjim qey, 500 sal berê, mîr û giregirên neteweya Kurd jî bi vî rengî ne pêkhatî bûn û ne li ser avakirina gel û neteweya xwe lê li ser avakirina xwe dixebitîn; loma jî bi mîrtiyên din re li hev nedikirin û tew şerên giran jî bi hev re dikirin. Wekî din jî, dikarim bêjim; enerjiyeke taybet heye di qada ziman, wêje û hunerê de û ew enerjî nagihîje bersiva xwe. Ew enerjî, di nava nivîskar û hunermendan de asê dimîne û dike ku ew kes berê xwe bidin hev û bi hev bikevin. Sedema vê yekê jî ev e; qada bersivê ya vê enerjiyê, li gorî mezinahiya enerjiyê, têr nake; loma jî, bi bersiva dayî jî nabe sedem ku nivîskar û hunermend hêza xwe bidin ser afirandin û berhemanînê. Yanê, her çend şaş be jî, sedemeke din ya sereke ew e ku di qada ziman, wêje û hunerê de, qûştengbûneke ji ber enerjiyê heye û ger deriyekî ji bo berfirehkirina dorhêlê li vê qadê venebe- neyê vekirin-, dibe ku ji ber tengiyê belawelabûnek nayê xwestin çêbibe.
————————————-
Hevpeyvîn ji alîyê Mihemed Porgebol ve hatîye kirin û ji beşa kurdî ya Ozgur Polîtîkayê hatîye wergirtin.