Vlaams Belang li Flanderê dibe partiya yekemîn

Vlaams Belang wê di hilbijartina 2024’an a Flanderê de 25.5 ji % dengan werbigire.

Ev encam wê derî li îktîdareke muhtemel a Vlaams Belangê veke

Vlaams Belang bi eşkereyî dixwaze Belçîka parçe bibe û Vlaander serxwebûn xwe bi dest bixe.

Li herêma Flander a Belçîkayê Vlaams Belang bingeha xwe ya polîtîk xurtir dike.

Li gorî anketekeke dawî, ev partiya rasta radîkal temsîl dike, wê di hilbijartinê de ji 25.5 ji % dengan werbigire.

Anketa dawî ji aliyê rojnameya Het Laatste Nieuws û VTM’ê ve hate kirin.

Heman anket nîşan didin dengên N-VA’yê ku niha li Vlanderê li ser kar e, bi qasî ji 22 ji %’î ye.

Lewma jî bi van encaman derî li îktîdara herêmî ya Vlaams Belang re vedibe.

Bi vî awayî, lîderê Vlaams Belangê Tom van Grieken jî dikeve ava sê lîderên populer ên flaman.

Piştî encamên anketê hatin eşkerekirin, Tom van Grieken bi parvekirineke xwe ya di medyaya sosyal de kêfxweşiya xwe diyar kir.

Grieken got, her ku diçe gelek welatî destekê dide wan û ew alternatîfa hukumeta flaman in.

Heman anket nîşan didin dengên N-VA’yê ku niha li Vlanderê li ser kar e, bi qasî ji 22 ji %’î ye.

Çima Vlaams Belang xurt dibe?

Paşê lîderê Vlaams Belangê di daxuyaniyeke xwe de derbarê xurtbuna desteka xwe ya siyasî de axivî.

Grieken encamên anketê wiha şîrove kir:

Şîroveya herî hêsan a encaman têkoşîna Belçîkayê ya bi penaberiyê ye. Binêrin li ciwanên ku li bajaran serî hildidin. Eger ez derbarê vê de tweetekî bi hêrs bişînim ez ê di cî de balê bikişînim ser xwe. Lê di demên dawî de ez bi zelalî balê dikişînim ser problemên me yên mezin ên sosyo-ekonomîk jî. ”

Lîderê Vlaams Belangê di axaftina xwe de rexne li medyaya belçîkî jî kir û got, medya di dewsa li ser analîza sosyo-ekonomîk a partiya wî bisekine, bi tenê dijberiya partiyê ya ji bo penaberiyê dike navenda weşnageriya xwe.

Conner Rousseau: “Ew hevalên şîrketên navneteweyî, kevneperestên Serdema Navîn, Putin û dîktatorên din in.  Rasta radîkal dibêje, ew ji bo berjewendiyên gel xebatê dike. Lê dema dor tê pratîkê, ew miletê naxin dewsa însanan.

Rousseau çi got?

Li Vlaanderê partiya sosyal-demokrat Vooruit dijberiya herî mezin a li dijî Vlaams Belangê dike.

Serokê partiyê Conner Rousseau di kongreya partiyê ya hefteya borî de rexneyên giran li Vlaamsê Belangê kiribû û wiha axivî:

“Ew hevalên şîrketên navneteweyî, kevneperestên Serdema Navîn, Putin û dîktatorên din in.  Rasta radîkal dibêje, ew ji bo berjewendiyên gel xebatê dike. Lê dema dor tê pratîkê, ew miletê naxin dewsa însanan.

Flander herêmeke federal a Belçîkayê ye. Herêm bi zimanê holandî diaxive û nifûsa wê di ser 6.5 milyonî re ye.

Kurtedîroka Vlaams Belangê

Vlaams Belang piştî girtina  Vlaams Blokê ya ji ber dozeke li hemberê wê, di 2004’an de hate damezrandin.

Vlaams Belang piştî girtina  Vlaams Blokê ya ji ber dozeke li hemberê wê, di 2004’an de hate damezrandin.

Partiyê, felsefeya polîtîk a Vlaams Blokê ya beriya xwe berdewam kir.

Vlaams Belang bi eşkereyî dixwaze Belçîka parçe bibe û Vlaander serxwebûn xwe bi dest bixe.

Partiyê ligel xeta xwe ya serweriya neteweyî, di mijara penaberiyê de jî xwedî xeteke hişk e.

Ji ber vê yekê jî Vlaams Belang li Belçîkayê wekî hêzeke siyasî rasta radîkal û rasîst tê pênasekirin.

Li seranserê Belçîkayê zêdetirî 17 hezar endamên Vlaams Belangê hene.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …