Kermêşa Gerok bi fransî diaxive

Moustique Voyageur I, di 7ê Çileya 2024an de li Parîsê ji weşanxaneya Vérone’ê (Maison d’éditions Vérone) derket. Bi rêya belavker Fnac û Amazon li ser malperên înternetê û li pirtûkfiroşên Fransayê tê peydakirin. Pirtûk ji aliyî Yaqop Tilermenî ve hatîye nivîsandin.

Pirtûka zarokan a Moustique Voyageur I ku ji alîyê nivîskar Yaqop Tilermenî ve hatîye nivîsandin, ji destpêka vê salê û vir ve li benda xwendekaran e.

Pirtûk li Parîsê ji weşanxaneya Véroneê (Maison d’éditions Vérone) derket. Berhem bi rêya belavker Fnac û Amazon, li ser malperên înternetê û li pirtûkfiroşên Fransayê tê peydakirin. Her wiha kesên li welatên fransîaxêv dijîn, dikarin bi rêya belavker Fnac pirtûkê bixwazin.

Yaqop Tilermenî

«Moustique Voyageur 1 » navê fransî ya pirtûka yekemîn a rêzepirtûkên deh pirtûkan a bi serenavê Kermêşa Gerok û Roza ye. Pirtûk her kesî vedixwîne Cîhaneke nûjiyanî û rê nîşan dide ku ev hê jî pêkan e. Kermêşa Gerok cara yekem di sala 2013’an de ji nava Weşanên Zîbeqê ve li Qoserê hatibû weşandin.

Berhemên hîn nehatine weşandin

Nivîskar ji wê wextê ve weke berdewam çar pirtûkên din nivîsandin ku hê nehatine weşandin: 2. Zerya çima veguherî, 3. Armanc li ser rêya çûyînê ye, 4. Darizandina Kermêşa Gerokê, 5. Du bira û karesata sedsalê. Di hemû pirtûkan de Kermêşa Gerok geh li cem zarokan geh jî li cem dê û bavan ji bo çareserkirinên kêşeyên zarokan di tevgerê de ye. Nivîskar mijar li gora zanista pedagojîyê honandiye û xwîner li nava sînorên welatên cuda derxistiye rêwîtîyekê.

Her pênc pirtûk ji alîyê nivîskar ve bi zimanê fransî jî hatine nivîsandin.

Moustique Voyageur I

Leheng Kermêşa Gerok ji alîyê jinekê ve tê afirandin ku ew hem leheng e hem jî nivîskara pirtûkê bixwe ye.

Di çîrokê de kermêş xwîna jinekê dimije. Bi saya wê xwîne vediguhere û zana dibe. Pişt re ew hemû pirtûkên li pirtûkxaneya malê dixwîne. Li pirtûkxaneyê dibe xwedî zanîneke bêhempa.

Kermêşa Gerok bi keça malê ya biçûk, Roza re dibe heval. Ew ji Rozayê re pirtûkan dixwîne û dixwaze wê jî bigihîne asta dêya wê.

Di pirtûkê de rol û ristên jin û mêr bi hev hatine guherandin. Dayik nivîskar e û debara malê dike, bav karê malê dike û Rozayê mezin dike. Kermêşa Gerok nîşanî xwîneran dide ku jiyana li ser rûyê Cîhanê dikare li ser destên jinan xweş bibe.

Dayik nivîskar e û debara malê dike, bav karê malê dike û Rozayê mezin dike.

Kermêşa Gerok nîşanî xwîneran dide ku jiyana li ser rûyê Cîhanê dikare li ser destên jinan xweş bibe.

——————————————

Foto: Berga Moustique Voyageur I 

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …