Li Kanadayê bernameya parastina ziman

Ji bo parastina zimanê inuktitut, li Kanadayê bernameyeke taybet a bi navê Nuna tê meşandin.

Nuna di zimanê inuktitut de tê wateya “erd” û xwendekar di nava jingeha xwe ya etnîk de perwerde dibin.

Li Kanadayê zimanê inuktitut hewl dide bi riya perwerdeyê zindî bimîne.

Ji bo ev pêk were, li herêma Nunavut bernameyeke taybet a bi navê Nuna tê meşandin.

Nuna di zimanê inuktitut de tê wateya “erd” û xwendekar di nava jingeha xwe ya etnîk de perwerde dibin.

56 xwendekarên ji pêşdibistanê heta dibistana 5. li vê dibistana li Apexê perwerde dibin.

Mifredata dibistanê li ser bingeha çand û zimanê inuktitut hatiye avakirin.

Bi alfabeya îngilîzî û ya inuktitut “Dibistana Nanook”

Yek ji pisporê bernameyê Elisapee Flaherty dibêje, zimanê herêmê di mifredatê de roleke girîng dilîze.

Flaherty dide zanîn, ew li derveyî dibistanê zimanê dayikê diaxivin û ew hewl didin zarok jî zimanê inuktitut biaxivin.

Li vê herêma bê serûber a li bakurê Kanadayê, bi tenê li Dibistana Seretayî ya Nanookê ev bername tê meşandin.

Ji ber sîstema kolonyal a asîmîlasyonê, belavkirina vê bernameyê li Nunavutê hinekî dijwar e.

Dibistanên şevîn ên li Kanadayê berpirsê asîmîlasyona zarokên xwecî tê qebûlkirin.

Bi dehan salan bi dehezaran zarokên xwecî li wan dibistanan bi îngilîzî hatin perwerdekirin.

Ev jî bû sebeb çand û zimanê gelên xwecî yên li Kanadayê gav bi gav ji holê rabin.

Li gorî UNESCO’yê li Kanadayê nêzîkî 90 zimanên xwecî di xetereyê de ye.

Zimanê Inuktitut

Nunavut di sala 1999’an de di bin navê statuya “herêm”de (territory) statuyeke lawaz a otonomiyê wergirt.

Inuktitut zimanê gelê inuit e ku piranî li herêma Nunavutê ya li Bakurê Kanadayê tê axaftin.

Herêma Nunavut. Ev herêm di 1999’an de bû xwedî statu.  

Ev herêma Arktîk a nêzîkî qutba bakûr ji bo xwedî jiyana mirovan xwedî mercên dijwar e.

Nunavut di sala 1999’an de di bin navê statuya “herêm”de (territory) statuyeke lawaz a otonomiyê wergirt.

Hejmara gelê inuit ya li Kanadayê li derdora 70.000’e.

Li gorî hilbijartina sala 2016’yan,  70 ji %  vê nifûsê Nunavutê, yê mayî li eyaleta Quebecê dijîn.

 

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Peymana stratejîk a Yekîtîya Ewrûpa û Misrê

Bruksel wê 7.4 milyar euro bide Misirê ku di nava krîza aborîyê de ye. Armanca …