Arşîvên Tag: fransa

Ji bo yekitiya Bretonyayê meşa mezin

    Bi hezaran kes bi armanca Bretonyayeke yekgirtî di 19’ê Nîsanê de li bajarê rojavayê Fransayê Nantesê meşiyan. Di meşa ku nêzîkî deh hezar kes beşdar bûn de daxwazên yekitiya wîlayeta bajarê Nantesê ya bi herêma Bretonyayê ve hatin îfadekirin. Piraniya hêzên polîtîk ên breton, tevgera herêmparêz a breton …

Bêtir »

Li Newala Aranê akademiya oksîtanî tê damezrandin

    Li herêma Aran a li Katalonyayê ku devokeke oksîtanî li wir tê axaftin, Enstîtuya Xebatên Oksîtanî wê bê damezrandin. Enstîtuya nû wê ji 21 xebatkaran pêk bê û ji bo parastin û normalkirina oksîtanî xebatê bike. Wezîrê Çandê Ferran Mascarell û Wezîrê Edaletê Germa Gordo ku her du …

Bêtir »

Li Fransayê di derbarê kurdan de kêm agahî diçe ber destê gel

Komeleya Dostaniyê ya Kurd-Breton (AKB) hem ji bo bersivê bide banga çavdêriya ji bo hilbijartinê û hem jî ji bo xebatên xwe yên ji bo Kurdistanê, di çarçoveya gera xwe ya Kurdistanê ya salane de di Newrozê de hatin Kurdistanê. Di nava vê heyeta ku ji 10 kesan pêk tê …

Bêtir »

Di hilbijartina Fransayê de namzetên herêmî pêş ketin

    Di hilbijartinên lokal ên li Fransayê namzetên neteweperest ên herêmparêz û serxwebûnparêz encamên balkêş girtin. Di tûra yekemîn a hilbijartinên ku di 23’ê mehê de hatin lidarxistin de encamên ku partiyên Korsîka, Baskê û Kaledonyaya Nû balê kişand. Tûra duyemîn a hilbijartinê wê di 30’yê Adarê de bê …

Bêtir »

Breton ji Fransayê daxwaza xweseriyê kirin

    Tevgera breton a Kumên Sor ji bo Bretonyaya pêşerojê yazdeh daxwazên din ji hikumeta fransewî kirin. Endamên tevgerê ji Serokomarê Fransayê François Holland daxwaz kirin ku ji bo li pêşniyazên gelê breton guhdar bike, were Bretonyayê. Nêzîkî 3,000 endam û alîgirên Tevgera Li Bretonyayê Bijî, Biryarê Bide û …

Bêtir »

Parlamentoya Fransayê erêkirina peymana ziman niqaş dike

    Piştî 15 salan, nîqaşa li ser naskirina hiqûqî ya zimanên herêmî yên Fransayê ji nû ve ket rojeva siyasî ya Fransayê. Di 22’yê Çileyê de li Parlamentoya fransewî pêşniyazqanûna ya di derbarê erêkirina Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Zimanên Hindikayî hat nîqaşkirin. Lê di nava saziyên dewletê …

Bêtir »

Li Fransayê reforma terîtoryal ji nû ve ket rojevê

    Serokê Fransayê François Holland diyar kir ku ew dixwaze ji nû ve li ser projeya kêmkirina hejmara herêmên Fransayê bisekine. Hikumeta Holland dixwaze hejmara herêman kêm bibe û hin “hêzên qanûnçêkirinê” yên nû bide herêman. Holland nêrînên xwe yên di derbarê vê mijarê de di daxuyaniya xwe ya …

Bêtir »

Welatiyên Bretonyayê daketin kolanan

    Li herêma Bretonya ya li bakurêrojavayê Fransayê, di du mehên dawî de bi armanca protestokirina polîkayên aboriyê yên hikumeta François Hollande xwepêşandanên cihêreng tên lidarxistin.  Di xwepêşandan de saziyên çandî û ziman jî cî digirin. Xwepêşandanên li herêmê, bi protestokirina baca ekolojiyê ya ku ji bo qemyonan hatibû …

Bêtir »

Li Fransayê xwepêşandana ji bo xweseriya Welatê Bask ê Bakur

    Li erdên Baskê ya li başûrêrojavayê Fransayê, bi armanca naskirina mafên gelê bask xwepêşandanekê hat lidarxistin. 3,500 mirov beşdarê xwepêşandana ku di 30’yê Berfanbarê de ji aliyê rêxistina sivîl a Baterayê hat lidarxistin, bûn. Ev bû meşa duyemin a ku isal ji bo heman daxwazê hat lidarxistin. Di …

Bêtir »

Perwerdeya bi bretonî pêş dikeve

Li herêma Bretonyayê ya li Fransa’yê perwerdeya bi zimanê bretonî ji % 4.3 pêş ket. Hejmara zarokên ku diçin dibistanên ku bi bretonî û bi duzimanî perwerde tê kirin zêde bû.   Hejmara zarokên diçin dibistanên fermî yên duzimanî Div-Yezh’ê gihîşt 6,662’an ku tê wateya ji % 6,5 mezinbûnê û …

Bêtir »

Zimanê bretonî wê li Amerîkayê bê fêrkirin

Zimanê bretonî, brezhoneg, ku li herêma Bretonya ya li Fransayê tê axaftin, wê li Amerikayê bê fêrkirin. Zanîngeha navdar a amerîkî Harvard ji bo fêrkirina bretonî bi zanîngeha Rennes II re li hev kir. Li gorî peymana her du zanîngehan, wê li Departmana Ziman û Çandên Seltîk a li Harvardê …

Bêtir »

Perwerdeya duzimanî li Fransayê bû fermî

      Di dîroka perwerdeyê ya Komara Fransayê’de cara pêşiyê bi awayekî qanûnî perwerdeya zimanên kêmaran hate qebûlkirin. Xala 27’an a ku di çarçoveya qanûna dibistanan de hate qabûlkirin de derfet dide ku “hînkirina perwerdeya herêmî” an “perwerdeya bi duzimanî ya di zimanê fransewî û zimanê herêmî” de di …

Bêtir »