Nûnerê Kanak bû endamê Senatoya Fransayê

Cara ewil li Fransayê endamê tevgereke serxwebûnxwaz ji bo senatoyê hat hilbijartin.

Robert Xowieyê serxwebûnxwaz ê gelê Kanak temsîl dikir, di hilbijartinê de nûnera Fransîaxêvan Sonia Backes têk bir.

Cara ewil li Fransayê endamê tevgereke serxwebûnxwaz ji bo senatoyê hat hilbijartin.

Robert Xowieyê ku endamê Eniya Kanak û Sosyalîst a Rizgariya Neteweyî’ ye (FLNKS), di hilbijartinê li giravê bi ser ket.

Xowieyê serxwebûnxwaz ê gelê Kanak temsîl dikir, di hilbijartinê de nûnera Fransîaxêvan Sonia Backes têk bir.

Hêjayî bibîrxistiniyê, nûnerê Kanak di 24’ê Îlonê de hat hilbijartin ku vê rojê di heman demê de salvegera 170. a dagirkirina Kaledonyaya Nû bû.

Beriya Robert Xowie ji bo senatoyê were Parisê, hukumeta Fransayê bi serxwebûnxwazên Kanak re li Qesra Élyséeê civiyabûn.

Her du alî, di çarçoveya reforma Destûra Bingehîn a Fransayê de statuya Kaledonyaya Nû gotûbêj kiribûn.

Hukumeta Macron ji ber daxwaza tevgera Kanak, plan dike di Destûra Bingehîn a nû de statuya Kaledonyaya Nû  bi cî bike.

Muzakereyên di navbera Fransa-Kaledonyaya Nû de piştî krîza referandûma sêyemîn, di Nîsanê de dest pê kiribûn.

Di 2021’an de li giravê referandûmeke dawî ya ji bo self-determînasyonê hatibû lidarxistin.

Tevgera serxwebûnê FLNKS bi fikara wê tevlîbûn kêm bibe, referandûmê boykot kiribû.

Robert Xowie. Nûnerê Kaledonyaya Nû yê Senatoya Fransayê/Lnc.nc.com

Di 2021’an de li giravê referandûmeke dawî ya ji bo self-determînasyonê hatibû lidarxistin.

Tevgera serxwebûnê FLNKS bi fikara wê tevlîbûn kêm bibe, referandûmê boykot kiribû.

Ev jî bûbû sebeba serkeftina siyaseta Fransîaxêvên giravê ya li dijî serxwebûnê.

Fransa û Kaledonyaya Nû, bi Peymana Noumeayê ji bo lidarxistina sê referandûmên serxwebûnê li hev kiribûn.

Lê belê di her sê referandûman de jî alîgirên yekitiya bi Fransayê re bi ser ketibûn.

Eniya Kanak û Sosyalîst a Rizgariya Neteweyî (FLNKS) banga boykotê li alîgirên xwe kiribû.

Ku der e Kaledonyaya Nû?

Fransa bi dûv dagirkirinê ve, di sala 1853’an de Kaledonyaya Nû bi xwe ve girêda.

Di 1976’an de gelê Kanak ji bo serxwebûnê dest bi têkoşînê kir û girav di 1998’an de statuya otonomiyê bi dest xist.

Kaledonya’ya Nû giraveke mezin a li Okyanûsa Pasîfîkê ye ku bi ser Fransayê ve ye.

Berfirehbûna welêt 18,576 km2’ye û nifûsa wan li derdora 270 hezarî ye.

Fransa bi dûv dagirkirinê ve, di sala 1853’an de Kaledonyaya Nû bi xwe ve girêda.

Di 1976’an de gelê Kanak ji bo serxwebûnê dest bi têkoşînê kir.

Fransa di 1998’an bi tevgera serxwebûnxwaz re Peymana Noumeayê ya ji bo otonomiyê îmze kir.

Piraniya nifûsa Kaledonyaya Nû ji welatiyên Ewrûpî û yên ji giravên din ên Pasîfîkê pêk tên.

Gelê Kanak 40 % nifûsê pêk tîne û ev jî dibe sebeb referandûmên serxwebûnê bi ser nekeve.

Fotoyê bergê: Peykereke li Senatoya Fransayê. /Malpera Senatoyê 

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …