“Modela Nîjerê” bi derbeya leşkerî hilweşiya

Piştî Malî û Bûrkîna Fasoyê, vê carê li Nîjerê artêş dest danî ser rêvebiriyê.

Cûntaya leşkerî rewşa aloz a ewlekariyê, aboriya lawaz û rêvebiriya bêkêr wekî sebeba derbeyê nîşan da.

Bi derbeya leşkerî re, tevgera li kolanên Nîjerê zêde bû û çalakgerên sivîl êriş birin ser sefaretxaneya Fransa û hin welatên rojava.

Rojavayê Afrîkayê bi derbeyeke din a leşkerî dîsa hate rojeva cîhanê.

Piştî Malî û Bûrkîna Fasoyê, vê carê li Nîjerê artêş dest danî ser rêvebiriyê.

Leşkerên derbekar serokomarê Nîjerê Muhammed Bazûm ji kar daxistin.

Cûntaya leşkerî rewşa aloz a ewlekariyê, aboriya lawaz û rêvebiriya bêkêr wekî sebeba derbeyê nîşan da.

Bi derbeya leşkerî re, tevgera li kolanên Nîjerê zêde bû û çalakgerên sivîl êriş birin ser sefaretxaneya Fransa û hin welatên rojava.

Bi van çalakiyan jî diyar bû, cûntaya leşkerî wê wekî ya li Maliyê dijberiya Fransayê bike.

Fransa di cî de reaksiyon nîşanî derbeyê û êrişên li dijî sefaretxaneya xwe da û alîkariya ji bo Nîjerê rawestand.

Amerîka jî bê helwest nema û da xuyakirin, eger serokomarê Nîjerê neyê berdan ew ê tedbîran li dijî vî welatî bigire.

ECOWAS gef li cûntayê xwar

ECOWAS’a ku piraniya wan ji koloniyên berê yên Fransayê pêk tê da zanîn, eger cûnta paş ve gav navejê ew dikare “midaxaleyê” Nîjerê jî bikin.

15 dewletên Afrîkayê ku di Civaka Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) de tên temsîlkirin, ji bo destê xwe ji rêvebiriyê vekişîne hefteyeke dem dan artêşa Nîjerê.

ECOWAS’a ku piraniya wan ji koloniyên berê yên Fransayê pêk tê da zanîn, eger cûnta paş ve gav navejê ew dikare “midaxaleyê” Nîjerê jî bikin.

Herwiha, Ecowas bi vê daxuyaniya hişk re li hemberê Nîjerê ambargoya aboriyê ragihand.

Yekitiya Ewrûpayê (YE) jî helwesta xwe ya li hemberê derbeya Nîjerê bi daxuyaniyeke ragihand.

Şefê dîplomasiya YE’yê Josep Borrell got, ew ji Nîjerê daxwaz dikin biryara ECOWAS’ê pêk bîne.

Di salên dawî de derbeyên leşkerî yên li welatên Sahelê. Harîte: RTBF

Modela Nîjerê

Nîjer heta duh jî yek ji welatê herî bi îstikrar ê Rojavayê Afrîkayê dihat qebûlkirin.

Ji ber vê taybetiya wê, Fransa vî welatî li vê herêma aloz wekî modelekê nîşan dida û hevkariya wê dikir.

Nîjer welatekî li Rojavayê Afrîkayê ye ku piraniya erdên wê ji Çola Sahrayê pêk tê.

Nifûsa Nîjerê ku yek ji welatê herî xizan ê cîhanê ye bi qasî 25 milyon e.

Nîjer di 1960’an de ji Fransayê serxwebûna xwe bi dest xist.

Ji dema serxwebûnê heta niha li welêt çar caran derbeyên leşkerî lê çêbûn.

Cara dawî, artêş di 2010’a de dest danîbû ser îktîdarê.

Nîjer heta duh jî yek ji welatê herî bi îstikrar ê Rojavayê Afrîka û Sahelê dihat qebûlkirin.

Ji ber vê taybetiya wê, Amerîka û Fransa vî welatî li vê herêma aloz wekî “modela îstiqrarê” nîşan dida û pê re  hevkariya wê dikirin.

Infowelat

Fotoyê bergê: Harîte-ala Nîjerê /Wikimedia Commons 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …