Fransa hiqûqa penaberiyê hişk dike

Senatoya Fransayê pêşniyazqanûnekê bûye mijara nîqaşan gotûbêj dike.

Li gorî belgeya li ber destên Senatoyê, “kesên biyanî yên sûc kiribin wê bikaribin ji welat bên dersînorkirin.”

Fransa li hemberê penaberiyê hewl dide hiqûqa xwe hişktir bike.

Senatoya Fransayê pêşniyazqanûnekê bûye mijara nîqaşan gotûbêj dike.

Di belgeya nû ya li ber destên Senatoyê de “kesên biyanî yên sûc kiribin wê bikaribin ji welat bên dersînorkirin.”

Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin li ser belgeya heyî agahî da.

Darmanin got, “armanca pêşniyazqanûnê “qewirandina hemû biyaniyên ku sûc dikin.”

Li aliyekî din, Darmanin da zanîn wê pêşniyazqanûn kesên bê kaxiz in derbasî tomara penaberan bike.

Bi vê gavê, hukumet dixwaze kêmasiya heyî ya hin sektoran a bi karkeran hinekî din sivik bike.

Çav li rêye, Senatoya Fransayê ku piranî ji mihefezekaran pêk tê, belgeya li ser penaberiyê erê bike.

Rewşa li Parlamentoyê

Tevî ku hukumeta koalîsyonê ya Macron di parlamentoyê de piranî ye, dengên wê yê heyî têra qebûlkirina pêşniyazqanûnê nake.

Pişt re wê heman pêşniyazqanûn ji Parlamentoya Fransayê re bê şandin.

Tevî ku hukumeta koalîsyonê ya Macron di parlamentoyê de piranî ye, dengên wê yê heyî têra qebûlkirina pêşniyazqanûnê nake.

Di serî de saziyên mafên mirov, partiyên çepgir pêşniyazqanûna hukumetê rexne dikin.

Roja Duşemê li hemberê vê gava hukumetê li ber Senatoyê protestoyekê hat lidarxistin.

Yekitiya Mafên Mirov a Fransayê di daxuyaniyeke xwe de belgeya hukumetê bi van gotinan rexne kir:

“Koçber wekî însan nayê dîtin. Wekî karkerên potansiyel ku bi tenê navê wan li tomara penaberan tê nivîsandin, tên dîtin.”

——————–

Foto: Ala Fransayê

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …