Şîdeta polêsan li Fransayê bû sebeba serhildanê

Şîdeta polêsan a li hemberê sivîlan li Fransayê careke din bû sebeba serhildaneke civakî.

Çalakgerên li Paris, Amiens, Dijon û hin bajarên din daketin kolanan wesayitan şewitandin û êrişî polêsan kirin.

2,000 polêsên dij-serhildanê yên li Parisê hatin bicîkirin nekarîbûn pêşî li hêrsa gel bigirin.

Piştî kuştina ciwanekî 17 salî, li paytext Paris û hin bajarên din prostestoyên mezin hatin li dar xistin.

Çalakgerên li Paris, Amiens, Dijon û hin bajarên din daketin kolanan wesayitan şewitandin û êrişî polêsan kirin.

2,000 polêsên dij-serhildanê yên li Parisê hatin bicîkirin nekarîbûn pêşî li hêrsa gel bigirin.

Di bûyerên şeva borî û pêr de zêdetirî 150 kes hatin girtin.

Wezîrê Karê Hundir Gerald Darmanin di dewsa şîdeta polêsan de çalakgeran bi “êrişa li dijî sembolên Komarê sûcdar kir”.

Ji ber kûrbûna krîzê, hukumet biryar da roja Pêncşemê civînekê li dar bixe.

Serokomar Emanuel Macron wê vê civîna awarte bi rê ve bibe.

Sebeba serhildana dawî

Dozgeriya Parisê îdîa kiribû, ciwanê hatiye kuştin wesayita xwe ajotiye ser polêsan.

Lêbelê dîmenên paşê hatibûn weşandin îdîaya polêsan pûç kiribûn.

Ciwanekî 17 salî roja Sêşemê di kontroleke trafîkê ya li Parisê hatibû kuştin.

Dozgeriya Parisê îdîa kiribû, ciwanê hatiye kuştin wesayita xwe ajotiye ser polêsan.

Lêbelê dîmenên paşê hatibûn weşandin îdîaya polêsan pûç kiribûn.

Piştî weşandina vîdyoya bûyerê, li Paris û hin bajarên din çalakiyên girseyî dest pê kiribûn.

Şîdeta polêsên Fransî

Di encama şîdeta polêsan de 2.500 endamên tevgera Êlekzer birîndar bûbûn û yek ji çavên li derdora 30 kesî kor bûbû.

Lewma jî wekî berpirsê asta siyasî ya şîdeta polêsan, Macron û hukumeta wî bi gîranî tê sûcdarkirin.

Di salên dawî de ji ber şîdeta polêsên Fransayê ya li dijî sivîlan gelek gilî û gazin tê kirin.

Bi taybetî, şîdeta polêsan a li dijî çalakiyên Êlekzeran bi berfirehî tê rexnekirin.

Di encama şîdeta polêsan de 2.500 endamên tevgera Êlekzer birîndar bûbûn û yek ji çavên li derdora 30 kesî kor bûbû.

Lewma jî wekî berpirsê asta siyasî ya şîdeta polêsan, Macron û hukumeta wî bi gîranî tê sûcdarkirin.

Infowelat

——————————

Foto: Opensourceinvestigations.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …