Reunion mafê perwerdeya duzimanî bi dest xist

Fransa ragihand, zimanê Kreol ê girava Reunionê wê di dibistanan de bê fêrkirin.

Paris soza perwerdekirina zêdetir mamosteyên zimanê Kreol jî da.

Li Reunionê li derdora 8,000 mamoste hene û bi tenê 5 ji % wan mamosteyên Kreol in.

Fransa ragihand, zimanê Kreol ê girava Reunionê wê di dibistanan de bê fêrkirin.

Vekirina deriyê perwerdeyê ji bo vî zimanî, bi daxwaza civaka Reunionê pêk hat.

Wezîrê Perwerdeyê yê Fransayê Gabrie Attal ji bo gotûbêja li ser vê mijarê çû Reunionê.

Attal di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê ya li giravê got, wê li dibistanan polên duzimanî bên vekirin.

Herwiha wezîrê Fransî soza perwerdekirina zêdetir mamosteyên zimanê Kreol da.

Li Reunionê li derdora 8,000 mamoste hene û bi tenê 5 ji % wan mamosteyên Kreol in.

Komeke xwendekarên Reunionê di poleke Kreolê de. /Temoignages.re

Reunion û ziman

Reunion di sîstema îdarî de parçeyeke Fransayê ye û departmaneke (parêzgeh) welêt e.

Kreol ji bilî rêvebirî, perwerde û karûbarên din ên fermî, di hemû astên civakî de tê bikaranîn.

Reunion giraveke li Okyanûsa Hîndê ye û li nêzîkî rojhilatê Afrîkayê ye.

Berfirehbûna giravê 679 km2 û nifûsa wê bi qasî 873,000 ne.

Zimanê fermî yê giravê Fransî ye lê digel vê jî ji 500,000 zêdetir kes bi zimanê Kreol diaxivin.

Reunion di sîstema îdarî de parçeyeke Fransayê ye û departmaneke (parêzgeh) welêt e.

Kreol ji bilî rêvebirî, perwerde û karûbarên din ên fermî, di hemû astên civakî de tê bikaranîn.

Zimanê Kreol

Kreol di zanista lînguîstîkê de ji bo zimanên ku bi tevlîhevbûna çend zimanên din pêk tê, tê bikaranîn.

Kreoleya li Reunionê tê bikaranîn li ser bingeha Fransî pêk hatiye.

Reunion giraveke li rojhilatê Afrîkayê ye ku bi ser Fransayê ve ye. Piraniya nifûsa giravê ku ji 500,000’an zêdetir e, bi zimanê Kreol diaxivin. /Wikipedia

Kreol (bi Îngilîzî Creole /bi Fransî créole) di zanista lînguîstîkê de ji bo zimanên ku bi tevlîhevbûna çend zimanên din pêk tê, tê bikaranîn.

Kreoleya li Reunionê tê bikaranîn li ser bingeha Fransî pêk hatiye.

Bi riya koçên ji welatên Asyayê, gotinên ji zimanên Malagasî, Hîndî, Gûcaratî û Tamîlî tevlî wê bûye.

Xên ji van, gelek peyvên Portûgalî jî di nava Kreoleya Reunionê de cî digire.

Infowelat

Fotoyê bergê: Ala Reunionê ku hîn ji aliyê Fransayê ve bi fermî nehatiye qebûlkirin. /Wikipedia

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Perû qanûna parastina navên xwecîyan qebûl kir

Parlamentoya Perûyê bi vê qanûnê destûrê dide, navên esil ên zarokên xwecî di nasnameyan de …